|

Armanca
Turkiya niha ne PKK ye, lê
rûxandina hukumeta herêma
KURDISTANÊ YE
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Cîhana serdem bi hemû aliyên
xwe ve pêşda diçe, gelek awa
û alvên kevneşopî di jîna me
de hatine gornekirin, yan
eger ez bi zimanê zanistî
bêjim; ewanan niha di
rûpelên dîrokê de cihên xwe
istandine. Zimanê siyasetê
jî mîna hemû rudawên din
hatiye guhertin,Gelek dengên
dêmokrat û rizgarîxwez bi
aştiyane li dijî rêcîmêm
dîktetur û dewletên ne
dêmokrat bilind dibin. Ango
cîhana me nûjentir dibe, lê
xûya ye dewleteke
mînaTurkiyê hîn li dervayî
hevkêşiya yasayên pêşketina
civaka cîhanê de gavên xwe
yên siyasî li hundir Turkiyê,
li KurdistanaTurkiyê, li
dervayî Turkiye, bê pîvanên
hişmendî û bê rêzgirtin ji
sinciya siyasî re davêje.
Turkiyê beşekî mezin ji
welatê me dagîr kiriye ewê
gelek raperîn û şoreşên
kurdî bi hovane aşbetal
kirine û rûya xwe ya siyasî
di dîrokê de pir reş kiriye.
Di sala 1973 an de dîsan
Toranperestên Turkiyê bi
mebesta parastina
hemwelatiyên Turk li girava
Qubirsê, beşek ji wê giravê
dagîr kir û dewleteke xwe li
wir ava kirî ye û ewê carek
din rûya xwe di mêjoya
Rojhilata Navîn de û li qada
cîhanê hîn reştir kiriye.
Mîna min li jor gotiye; di
bin sîbera niweya siyasî ya
nû li cîhanê gelên Îraqê û
Kurdistanê rêcîma Bexdadê di
nîsana, 2004 an de bi
alîkariya hêzên hevpeyman
hilweşandin. Dagîrkerên
Kurdistanê û dijminên
dêmokratiyê bi vê bayê nû re
serxweş bûn, ewanan ji wê
rojê de û ta roja îroîn pir
bi awayên ne mirovane û
têrorane dixwazin dîwarên
gelek bilind li pêş
pêşveçûna Îraqê û Kurdistanê
dînin.Turkiyê herdem bi
zelalî li dijî Kurdistanê û
dêmokratîkirina Îraqê mîna
segeke har xwe dide xûya
kirin. Di vê mehê de dîsan
dewletaTurkiyê gefgurên
mezin li dijî hukumeta
herêma Kurdistanê ragîhandin,
û ewa dibêje; emê girîleyên
PKK ji holê rakin û emê
hemwelatiyên xwe Turkmanan
li Kerkukê ji zordariyê
biparêzin ...
Lê mebesta rastîn ya
dewletaTurkiyê têkbirina
hukumeta Kurdistanê ye û
dagîrkirina dilê Kurdistanê
(Kerkokê ) ye.
HukumetaTurkiyê ji pêkanîna
biryara 140 î ji destura
Îraqê derbarê kêşeya Kerkukê
pir ditirse; ewa baş dizane
ku eger ev biryara140 î pêk
were, yanê di warê siyasî de
jî Kerkuk dikeve çarçewa
Kurdistana Îraqê û di pişt
re hukumeta Kurdistana Îraqê
dê jiTurkiyê û ji pir
welatên Rojhilata Navîn
dewlemendtir û hêztir bibe û
Turkiyê vê rastiya pîroz jî
dizane ku hukumeta herêma
Kurdistanê dê di pêşerojê de
piştvaniya gelê xwe li beşên
din jî bike û ji bo wan
beşan jî têkoşanên xwe ji bo
zadiyê gelê Kurd li her sê
beşên mayîn jî berdewam bike.
Lewra jî ne Turkiyê, ne
Îranê û ne Sûriyê dixwazin
dewleteke kurdî xurt li
Îraqê were damezrandin.
Cîhana siyasî rind dizane ku
çiqas serokê nemir
M.M.Berzanî rêz li dewlet û
gelên cîran dikir û ewî
herdem ji bo çareserkirina
astengan li hindir Îraqê û
li dervayî Îraqê bi şêweyên
aştiyane amede bû. Serokê
herêma Kurdistanê, pêşmergê
serok, rêzdar Mesud Berzanî
jî bi hişmendiyeke bilind û
pir bi mêrene bersiva
dewletaTurkiyê daye, ewî bi
bersiva xwe vîna gelê Kurd
li her çar beşên Kurdistanê
derbiriye. Gelê Kurd li
welatê Kurdistanê tucarî
hêrişî gelên din an dewletên
ne kiriye, ewî herdem
berevaniya xwe kiriye,
herdem bi qehermanî li dijî
hêrişên dagîrkeran rawestiye
û ew hîn jî di bin siya
pêşengên Kurdistanê û bi
rêbertiya serok Mesud
Berzanî amede ye ku li dijî
hemû gefgur û hêrişên
nijadperestan raweste. Di vê
derbarê de "Baregeha
navbendî ya hêzên berevaniya
gelî û kurdistanî" di
13.04.2007 an de helwesta
xwe ya netewî bi
berpirsiyerke bilind daye
xûya kirin û gotiye; "Em
rêdanê nadin ku gelê me li
Kurdistana Îraqê û hemû
desketinên netewî ziyanê
bibînin û emê bi hemî hêzên
xwe wanan ji hêrîşên
leşgerên Turkan biparêzin."
Lê piştî rûxandina rêcîma
dîktetur li Îraqê û
damezrandina dewleta fêderal
ji Kurdistanê û Îraqê heyama
siyasî bi rengekî din e, li
gor yasa û desturên dewletên
fêderal herdu herêmên
fêderal neçar in bervaniyên
hevûdu li dijî hêrişên derve
bikin. Ango berevaniya
Kerkukê niha ne tenê ji
erkên gelê Kurd de, lê gelê
Ereb divê li gor desturê û
li gor berjewndiyên xwe yên
samanî berevaniya Kerkuka
kurdistanî û ya îraqî bike.
Lewra jî em dibînin ku çawa
serokê perlemanê Îraqê birêz
Mehmud Meşhedanî bi vê
watayê ji raya giştî re
dibêje; "Emê li helwestên
serok M.Berzanî xudî
derkevin û hîn jî ewî gotiye;
ew destên ku xwe dirêjî
karên navxweyî yên Îraqê
bikin, dê ew destenan bên
jêkirin." Û herweha jî
serokê encumena wezîrên
Îraqê rêzdar Norî El malikî
jî ragîhand, "Em xwe tevlî
karên cîranan nakin û bila
cîran jî xwe tevlî karên me
nekin."
Ez pir texmîn dikim ku
Turkiyê di gefgurên xwe de
derewan dike, erê ewa hêzên
leşgerî ber bi sînora
Kurdistanê ve dilivîne, lê
ewa dixwaze bi van tektîkên
xwe tirsê têxe dilên Kurdan,
hukumeta Îraqê û hukumeta
Kurdistanê, û helwestên
hukumeta Îraqê li hember
biryara 140 î sist bike. Ez
hîn nikanim bawer bikim ku
Turkiyê nizane, ewa dê di
şerê xwe de li dijî Kurdan û
Îraqê bisernakeve, ji bilî
vê rastiyê jî, faktoreke din
giring heye, ewa jî ev e;
koma netewên yekgirtî ,
yekitiya ewropî, hêzên
hevpeyman yên navnetewî,
hemû rêxstinên mafên mirovan
li cîhanê li dijî
destdirêjên Turkiyê ne, û
rûyaTurkiya ya berê reş dê
hîn di nav qada navnetewî de
tarîtir bibe û dê gelek
berjewendiyên xwe yên din
winda bike.
Di her hal de divê dewleta
Turkiyê yasayên pêşketina
civakan baş têbigêhe û xwe
ji nexweşiyên zordestiyê û
hêrişên berberyane rizgar
bike û bila ewa xwe bi
pêşvebirina doza dêmokratiyê
li Turkiyê û li Kurdistana
Turkiye xerîk bike, asteya
aboriya xwe bilind bike û
civaka xwe ji belengaziyê
rizgar bike.Li aliyê din
divê hêzênTurk yên dêmokrat
û aştîxwez, kesayetiyên
ronakbîr û dêmokratîxwaz jî
li dijî destlata xwe ya ne
dêmokrat û şerxwez rawestin
û divê ewanan mîna pir hêz û
partiyên Erebên Îraqê destên
xwe bidin hêzên kurdistanî û
bi hemû alav û awayên
aştîyane dêmokratiyê ji
Turkiyê û azadiya netewî ji
Kurdistanê re pêkbînin, eva
tenê rêyên pêşketina Turkiyê
û Kurdistanê ye.
Ma ye ez di vê çarçûvê hîn
bêjim; bersiva gelê Kurd ya
herî xurtir ew e, ku hêzên
gelê Kurdistanê, hemî
saziyên ronakbîrî,
kesayetiyên serbixwe bi
yekdeng gefgurên turanîstên
gewr şermezar bikin û bi
yekdeng piştvaniya helwesta
serokê Kurdistanê, têkoşerê
mezin, berêz Mesud Berzanî
bikin, çimkî rêzdar Mesud
Berzanî dengê 40 milyon Kurd
e, dengê rizgarbûna
Kurdistanê ye.
Tutlingên,15.04.2007
|