kurdi@tirej.net

2009-09-24

 

 

 

Ya ku min nizanîbû
Wecîha Ebdilrehman Se`îd


yan hevalbend in
li ser mirinê
û yan jî
geşiya vî canî..
bi nebûna ezîtîyê ve derew e..!
di newalên ewran de..
birûskên şewata dilê xwe
dipêçim.
yan hevalbend in
li ser mirinê …
û yan jî…
emê li ber dergehên şewatê
konê xwe vedin…
û di sawîrên derengiya şevê xwe de
bimînin..!!!
mane te ez sotim…
mane tu bûyî yê ku
derîyê çavê xwe
li ber min kirin hesin
qet nikarîbûm…
derbasbim deryayê çavên te….
mane min dixwest ku tê de bijîm..
û hêsîreke ebedî bim
gelek şeva.. stêrikên asîmanê
bê aso.. min dihejmartin..
pêre di xew re diçûn..
evîndar bûm di xewnan de..
evîndar bûm..
di beyaniya rojê de.
bawerîyê..
min dabû herdû destê te
û lêvên xwe yên sor..
min ji te re kiribûn diyarî
sing û berên min …
hêlîna xewnên te bûn..
îro..
niha..
aniha..
dizanim min çiqas dilxweşî da te
û te ..
teşîya xapînokê dirist
mane ne dil sivik bûm
ji bo te…
evîna min germ bû..
û dilê min ji te hezkir
dibijiya bêhna te.. hilma te..
min dizanî ku evîna te..
ava şîpê ye..
wê min li ber xwe bibe..
lê nizanim ji bo çi
mame hêsîra du çavên te.