|

Qubadî li
Tirkiyeyê xelata xwe ya ewil
wergirt
26’emîn
Festîvala Fîlman a
Navneteweyî ya Stenbolê bi
merasima xelatdayînê bi dawî
bû. Xelata mezin a festîvalê
“Laleya Zêrîn” derhênerê
norwecî Joachim Trier bi
fîlmê “Dubare” girt.
Derhênerê kurd Behmen Qubadî
jî bi fîlmê xwe “Nîvê Heyvê”
di warê Pêşbaziya
Navneteweyî de Xelata Gel a
Radîkalê girt.
Şeva xelatdayîna festîvalê
ji aliyê Ozge Ozberk û Halît
Ergenç ve hate bi rê ve
birin, hunermend Zuhal Olcay
jî stranên xwe
pêşkêş kirin.
Îsal “Xelata Rûmetê ya
Sînemayê” dan derhêner,
fotografkêş, muzîkar û
nivîskarê amerîkayî Gus Van
Sant. ÎKSV û Konseya
Ewropayê jî bi hevkariyê
îsal yekem car xelateke
binavê “Xelata Sînemayê ya
Konseya Ewropayê (FACE)” da.
Xelata ku êdî her sal dê bê
dayîn, îsal ji bo fîlmê
"Bamako" dan derhênerê ji
Malî Abderrahmane Sissako.
Komîserê Mafên Mirovan a
Konseya Ewropayê Thomas
Hammarberg Xelata FACE ya
Sînemayê ji bo bigihîne
derhêner Sissako da
Dîrektorê Beşa Fransî ya
ARTE Michel Reilhac. Reilhac
got, “Li ser navê hemû
hunermendên li Parzemîna
Afrîkayê ku ji bo hunerê
têdikoşin em vê xelatê
digirin.”
Xelata Gel a Radîkalê ku bi
dengdayîna temaşevanan tê
dayîn jî, di warê Pêşbaziya
Navneteweyî de derhêner
Behmen Qubadî bi fîlmê xwe
“Nîvê Heyvê”, Nurî Bîlge
Ceylan jî di warê Pêşbaziya
Neteweyî de bi fîlmê xwe “Î
klîmler” girt.
Qubadî da zanîn ku ji ber di
heman kategoriyê de ew tevî
N. Bîlge Ceylan xelatê
digire gelek kêfxweş e. Bi
vî awayî Qubadî yekem xelata
xwe ya li Tirkiyeyê girt.
Her wiha di şevê de herî
zêde Zekî Demîrkubuz xelat
girt. Demîrkubuz bi 3 xelata
bû xelatgirê şevê.
Xelatên 26’emîn Festîvala
Fîlman a Navneteweyî ya
Stenbolê
Beşa Pêşbaziya Navneteweyî
*Laleya Zêrîn, Joachim Trier
bi fîlmê “Dubare”,
* Xelata Juriyê ya Taybet a
Laleya Zêrîn, Tom DiCillo bi
fîlmê “Bi dînikî”
Beşa Pêşbaziya Neteweyî
* Fîlmê Herî Serketî yê Tirk,
“Îklîmler”, N. Bîlge Ceylan,
* Derhênerê Herî Serketî,
Zekî Demirkubuz bi fîlmê
“Kader”
* Lîstikvana Herî Serketî,
Ozgul Namal bir ola xwe ya
di “Beynelmilel” de
* Lîstikvanê Herî Serketî,
bi rolê yê di “Takva” de
Erkan Can û bi rolê xwe yê
di “Kader” de Ufuk Bayraktar
* Xelata Taybet a Jurî bi
fîlmên xwe derhêner Sirri
Sureyya Onder û Muharrem
Gulmez
Xelata Konseya Sînemayê (FACE)
* Xelata FACE, bi fîlmê
“Bamako” Abderrahmane
Sissako
Xelata Fibresci
* Di beşa Pêşbaziya
Navneteweyî de, Peter
Schønau Fog bi fîlmê xwe
“Hunera Girînê”
* Di beşa Pêşbaziya Neteweyî
de, Zekî Demîrkubuz bi fîlmê
xwe “Kader”
* Xelata ku ji bo bîranîna
Onat Kutlar tê dayîn jî Zekî
Dêmîrkubuz bi “Kader” girt.
Xelata Gel a Radîkalê
* Di beşa Pêşbaziya
Navneteweyî de Behmen Qubadî
bi fîlmê xwe “Nîvê Heyvê”,
* Di beşa Pêşbaziya Neteweyî
de Nurî Bîlge Ceylan bi “Îklîmler”.
Çavkanî :ANF/diyarname
|