
Firne
Mehmûd Badilî
Çilê zivistanê ye, qir û
qeşayê xwe berdane hinavê
kolan û dîwarên bajêr, şev
nîvîyê xwe yî mayî dirêse, û
sibê çarşeme, firneya taxê
di vê rojê de xwe vedihêse.
Dilo di navbera lûbelûba
bayê kur û jina xwe û
pêdivîya anîna nên de mat
mabû, divê ku ew here nan
bîne .
Bi kotekî, xwe ji malê berda,
serê xwe xist berxwe û bi
pêlika ve daket, çirqeçirqa
çaqmaqê wî tarîya pêlikên
koşkê vediceniqand, li ber
firnê kete tev, te digot qey
xelkê bajêr tevde li ber
pencereyên wê kombûne,
mijûlbû ku divê didorê keve,
yan bi kesayetîya eskerekî
xwe bide xuyakirin, lê ceger
nekir,divê ku nasnameya wî
hebe, "esker û jinên vî
welatî tenê li ber firnê bi
kesayetîya xwe hestdibin,
çimkî pencereyek taybet bi
wan heye".
Dilo jî xwe berda dorê, bi
dehê kesan di pêşîya wê de
hebûn, li derdora wî hebûn,
hevdû dehfdidan, bi ser
hevde diketin, qîr û
qerebalixa wan bilind dibûn,
xwe di ber hev de radikirin,
hinek sîpe hebûn, zendên wan
hilkirî, sînga wan vekirî,
ruwê wan reş, tenê sipîka
çavên wan xuyadikir, evên ha
kesekî nikarîbû di sîka wan
de dahê, li tu kesî
nedipirsîn, nizanîbûn dor
çiye, ta xwedîyê firnê jî ji
wan ditirsiya, hema ku hazir
dibûn nanê xwe distandin,
yan na ku astengî li wan
dibû, şerekî ne ji tiştekî
li dar dixistin.
Dilo di dorê de wenda dibû,
carê di dilê xwe de digot:
ev çi hale em têdene,
buhabûna nan nebese, îcar bi
ser de jî em bi kezebreşî
distînin, dibê qey birçîyên
vî welatê ha tevde li ber
pencereya vê firnê civiyane.
Kombûna wan kesan li ber
dergehê firnê serma zistanê
û bayê kur di nav xwe de
fetisandibûn, tenê bêhna
xwêdan û qîreqîrê hildibû.
Di vê kêlîkê de Dilo bi
hestekî biyan dihesa, ku yê
li pey wî xwe di qûna wî de
dide, xwe pêve pelçîmkiriye,
qûna wî dipelîne, gava li
paş xwe zîvirî hinekî xwe jê
vikişand, ji xwe re got eynê
vîya dixwaze min bidize, qet
nema zanîbû wê gavê çi bike,
dora wî jî nêzîk bûye,
hinekî xwe ragirt, xwîn bi
xwe ve sarkir û wîna jî pirr
pê xweş hatibû, hema hindik
mabû ku bi xwe xweşbîne.
Gava Dilo nanê xwe stand,
bilez û qehr meşiya, pêkek
dikir du pêk, nanê germ
sînga wî ji sermê diparast,
hema nedî ku wî xortî destê
xwe li milê wî da, veciniqî
û di cihê xwe de qerisî.
Xort jê re got:
- bibûrîne ... ku min hinekî
tu acizkirî .. lê tu karî ..
Dilo bi acizbûn û tirs peyva
wî birrî.. û gotê:
- Ez bi xwe li liv û tevdana
te mat bûbûm, şerme ku
xortên weke te dizîyê bikin.
Xort lê vegerand û gotê :
- Xwedê ji te razî be,
xuyaye tu pirr kawikî, ku tu
min bi dizîyê tewanbar bikî.
Dilo bi peyva wî sar ma. Yê
xort gotina xwe berdewam kir:
- Ne hingî hûn ji xwe razîne,
hûn li me guhdarî nakin,
keko ez nedizim, ez mirovekî
ta tu bixwazî paqijim, lê
xwestekek min ji te hebû, bê
acizî, ruwê xwe ji yê vî
asmanî tirştir neke, tu
dikarî îşev werî kêfa xwe bi
min re bikî, her tişt li cem
min heye, xwarin, vexwarin,
dendikê kundir û cebeşan,
nok, fisteq, mey, ez li ser
hesabê teme ji niha ta bi
sibehê..
Piştî wilo got, Dilo nema
dizanî berê xwe bi kuderê
veke, hema bêdeng ji cem wî
da rê, dîs yê xort xwe
gihandê, gotê ez heyrana
tebim dilê min neşkîne, min
rûsar venegerîne, tu çi
bixwazî ezê bidim te ... ez
jî mirovim, divê ku bijîm,
wek tu ji jiyanê hezdikî ez
jî jê hezdikim, xwedî hestim,
ku tu neyî wê yekî din bê
mêvanê min, heger ez vî karî
nekim qet nikarim bijîm..
qet bi hebûna xwe hest nabim.
Dilo gotê: bibûrîne keko, ez
heyrana teme t'ê xwe ji ber
rêya min bide alî, niha jina
min li hêvîya min şewitîye..
Dilo nanê xwe da ber sînga
xwe, germa nên tirs û
fehêtbûn di hindirê wî de ne
dihedand, hêsir ji çavên wî
ber bi bê de diket ...
bi pêngavin lerizî da rê û
ji xwe re got: çi pepûke..
çi gunehe..
û ji nişkave, li dûv xwe
zîvirî û serê xwe hejand:
lê xuyaye îşev ne şeva dizan
bû, belê şeva qûnekan bû .