2008-05-10

 

 

Dosya ser Barzanî di sindoqa Stalîn ya polayî de- ya Wezîrê Eşo derket

Besam Mistefa- Hewlêr

Ji weşanên Yekîtiya Nivîserên Kurd-Dihok, bi jimara (106)ê ji rêza weşanên yekîtiyê, kurte pertûka bi navê (Dosiya Barzanî sandoqa Stalîn ya polayî da) ya nivîskarê Kurd Wezîrê Eşo derket.
Dosya ser Barzanî sandoqa Stalîn ya polayî da, kurtaya lêkolîn-pirtûka nivîser e ya bi heman navî ku niha nivîskar wê bicî tîne û dê paş du sê salan tewaw bibe, û nivîskar têde basa karûbarê Barzaniyê nemir û 11 salên mayina wî li Yekîtiya Sovyêtiyê Berê dike, û sedem û armancên çûyîna Nemir bi 500 çekdarên xwe re berev Yekîtiya Sovyêtiyê Berê, û derbaskirina efsanewî ya çemê Aras û rewşa siyaseta navneteweyî û kurdistanê wê demê, û nêrîna dewletên mezin yên cîhanê bi giştî û Rûsiyayê bi taybetî ji pirsgirêka kurdî.
Wezîrê Eşo di destpêka lêkolîna xwe de dibêje ku :"Her çiqasî jî ser jiyana Barzaniyê Nemir, ser kar û barê wî di warê rêvebirin, serkirdayetîkirina Tevgera Azadîxweziya Kurd da gelek lêkolîn û bîranîn hatine nivîsandinê û weşandinê, lê zemanekî kar û barê wî yê kifş bin siyê da maye, tam û temam nehatiye ronîkirinê û nemaze nirxandinê.Gotina min derheqa 11 salên Nemir dane li Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê."

Wezîrê Eşo kiye?

Xudanê vê biroşûrê nivîskar, dîrokzan, rojnamevan û wergervanê Kurd yê bi nav û deng Wezîrê Eşo sala 1934 a li payîtextê Gurcistanê-Tivlîsê hatiye cîhanê.Piştî temamkirina dibistanê ew di sala 1953 a fakûltêta dîrokê ya zanîngeha payîtextê Ermenîstanê-Yêrevanê da tê qebûlkirinê û gava wê temam dike salên 1958-1961 ê wek serokê dibistana gundê Pampê(niha Sîpan) li nawça Axbaranê kar dike.Salên 1961-1963 a li Lênîngiradê (niha Pêtêrbûrg) wek berendamê doktorayê dibe pisporekî dîroka Kurdistanê.Salên 1964-1994 a li Yêrêvanê weke berpirsiyarekî çapemeniya Ermenîstanê, redaktor-wergervanê beşa weşanên bi kurdî ya radiyoya Ermenîstanê kar kiriye.Werke 40 salan xizmeta van weşanên kurdî kiriye wek wergervan-rêdaktor, komêntator(şirovan), nûçegîran û asîstanê derhênanê şanoyên radiyoyê yên bi kurdî.

Wezîrê Eşo li Yêrêvanê 5 pertûkên xwe yên novêl û kurteromanan, lêkolîneriyê-wergeriyê dane weşandinê.Berhemên wî yên edebiyata bedew berevokên nivîskarên kurdan, rojname û kovarên edebî yên kurdî, ermenî û rûsî da ji sala 1958 da hatine weşandinê.

Wek rojnamevan bi sedan gotarên wî ser pirsgirêkên edebyet û çanda kurdî, ser dîroka kurdên Sovyêta Berê û Kurdistanê hatine weşandinê.Ewî bi eynî babetan bi sedan sêmînar dîsa li wan deran li dar xistine.

Wek karkirê civakî yê êgin û aktîv hatiye hilbijartinê wek cîgirê pirêzîdêntê Şêwira ronakbîrên Ermenîstanê yên kurd, pirêzîdêntê şerefê yê Rêxistina kurdên Kavkaziyayê li Bêlcîka.

Wezîrê Eşo yekemîn nivîskar û zaniyarê kurde, ku hêjayî xelata bi navê Erebê Şemo bûye.

Vê gavê ji bona çapkirinê amadene:du cildên çîrok û kurteromanên wî, kitêba bi sernavê "Edebiyeta kurdî li Ermenîstanê".Niha ser amadekirina pertûkeke zaniyariyê ya ser kar û barê Barzaniyê Nemir li Sovyêta Berê, her wa ser amadekirina bîranînên xwe, çend pertûkên berhemên edebiyeta bedew, çend pertûkên zaniyariyê kar dike.


 

 


 

 
 


 

 

 

 

kurdi@tirej.net