
Bagera
stemê
Ahîn Zozanî
Xakê!
bawer neke
tucaran durî te bikevim..!!
Xakê!
dûrî te dil windayî me..
helbesteke nexwendî,
di pirtûkek bê nav de me..!!
Dareke pel weşiyayî
li daristaneke jibîrkirî me,
deşta gundekî bêkes im..!!
Xakê!
heger ne roka te ba
kî dê min bibîne?
Xakê ger li bin roniya te
bim;
bi çavên kor tême dîtin…
Bi zimanê lal tême xwendin.
û bi guhên kerr jî, tême
bihîstin..!!
Xakê!
tu bi bihna xwe
şalê zivistanê
ji min re dirêsî...!!
Bi wê evîna pak û boz
ji serma demtariyê
min diparêzî..!!
Bi ciwaniya siruşta xwe
bi keskesora awiran tu min
dipêçî..!!
Xakê!
di gulistana jiyanê de gulek
bûm
destê nezan min ji dilê darê
çinî;
di tuneleke tarî de
di guldanke teng de
bicîkirim..
Ba ji ser min birrî..
û rengê rokê ji min dûr
kir..!!
Matmayî dimînim,
ko bi çavên tûj dinere û ji
min dipirse:
gulê çima tu diçilmisî?
Xakê!
dema çav li te ketim ;
şahî ji min re bû çeng pê
firyam;
Mîna kevokê bi asmana ketim..
Firiyam û firiyam
nema li sînor û asoyan
rawestiyam..!!
Li xwe hay hatim,
min li dora xwe nerî
min naskir;
ko basikên min
bi henaseyên evîna te hatine
girêdan..!!
Xakê!
nema ditirsim..
ez jî weke te
bi hêz im,
li ber bagera stemê nalivim..!!
29.10.2006