|

Wêjeya bêzar…
Sîyamed Sîpan
Çanda Kurd,
reha wê Wêjeya Kurd, kaniyek
jenggirtî û veşartî ye, ku
heta roja îro zêde lêgerîn
li ser çênebûye. Lewra kanî
bêzar maye…
Kanîyek ku
bahr û okyanusan ji şaxên
xwe ber dide.
Tu çiqas ji
vê kanîyê vexwî, tu yê
nikaribî hesretiya dîroka
tepisandî di gulpekê de bera
nav newalên nirxên xwe bidî
û bihêle ku bêzarî di
newalên nirxên te de bêzar
bimîne. Tu yê nikaribî dizên
wêjeyê li ser ar ê dilê xwe
bifetisînî, tu yê nikaribî
bibe rist û xwe di nav ava
kanîya wêjeyê de berdî.
Dizên Dîrokê,
dizên Çandê her ku di Welatê
Agir û Rojê, Welatê
Kurdîstanê de derbas bûye,
destvala neçûye, bê hudûd
paxlên xwe yên gemarî tijî
xemla çanda welatê min
kirîye. Bi sedan dîwan,
stran, gotar û gotinên
pêşîyên me niha di zimanên
biyanî de tên hejandin û di
nav qîlên qirêj de tên cûtin
û di devên xwînî de tên bi
kar anîn.
Lewra min got
ez xwe berdim nav vê bahrê,
ji vê kaniye vewxim û min
dest pê kir:
Geh
„Cîgerxwîn“ dibim, geh
„Dilbirîn“ dikevim nav
bêbextiya dîrokek bê rehmê
fetisîyê rastîyan. Carna
dibim Baba Tahirê Uryan,
dîlê nirxên hestên xwe û
carna jî dibim Feqîyê Teyran
û bi zimanê çivîkan ristên
hesretiya bêhnek bayê azad
dinihirînim. Carînan jî
dibim stran û di devê Evdalê
Zeynikê de li ber bayê
dîrokê têm xistin…
Netewek bi
nirx û çanda xwe tê nasîn,
ku ev tunebe cûdabûn di
navbera gelan jî tune ye, ku
ev tune be hebûna civakî jî
tune ye, hemû tişt bê wate û
lal dimînin. Nirx mirov
dikare bi wêje, bi ziman û
bi çandê bi lêv bike. Wêje,
ziman, çand amûrê xwe
naskirin û nasîna civakan e.
Di jîyanê de „ziman“ alavê
ku mirov xwe pê tîne ziman,
lê belê di wêjê de ziman
zêdetir wek amûr ji bo
armancê tê bi kar anîn.
Derxistina
holê ya berhemekê, neku wek
axaftinê wek peyvê bi kar tê
anîn, peyv û hevokan li nav
hev dixe û nûjenîyek, nayê
ji bîr kirin diafirîne,
mirov dikare wek Wêje di nav
de Helbest bîne ser lêvên
xwe. Helbestvan gotaran,
peyvan û hevokan hemûyan li
nav hevdû dixe û di dawiyê
de dihûnîne mîna keziyên
Wêjeyê. Li ber ba xistina
kezîyên Wêjeyê jî xebat û
liva Lêkolîneran e.
Wêjeya Kurd
mirov dikare bi du pajan bi
şax bike,
Beşa Wêjeya
nivîskî û Beşa Wêjeya Peyvkî
yan jî devikî.
Ji bo ku
dagirkeran çavê xwe bera axa
Kurdîstanê ya zêrîn daye bi
sedan salan peynûsê dapîrên
me asteng kirine, Wejeya
Nivîskî zêde pêş de neçûye.
Zêdetir Wêjeya devikî ango
peyvkî xwe li hemberî hemû
qedexe û astengkirinan
parastiye û xwe bi pêş de
xistiye. Nirxên dapîrên me û
wêneyên dîrokê wusa ji hezar
salan hatine heta roja îro.
Bi vî awayî
Helbest, Çîrok, Serpêhatî,
Destan, Stran û Gotar mirov
dikare wek şaxê Wêjeya gel a
nivîskî bîne ziman. Ji bo ku
nivîskarên wan ne dîyar in,
dikeve nav bahra berhemên
gel.
Dîwanên, ku
piştî hemû tinekirin û
asîmlebûna li ser ziman û
nasnama wî, heta roja îro
gihiştiye destê me, gelek
kêm û ne beşabeş e. Ev jî li
gor qalibên nivîs û
pêşketina zimanê erebî
hatine honandin û dikeve bin
şaxê Wêjeya dîwanî ya gel bi
nivîskî.
Piştî ku ola
îslamyetê belav dibe, ev
bandorek mezin li ser çanda
kurd dike, bi taybetî li ser
ziman û wêjeya kurd. Wek
mînak çiqasî erebî di gotarê
de bihata bi kar anîn ewqasî
nivîsar bi bandor dibû û
qalibê ne pêşketî yê zimanê
erebî bê gûman bi bandor bû.
Ji bo ku Nûserên Kurd wek ku
min anî ziman li gor qalibên
zimanê erebî berhemên xwe
honandine, di pêşketinê de
jî qels mane.
Gelek
Helbestvan û Nivîskarên Kurd
bi zimanê biyanî nivîsandine
û ez bi hetikî dibêjim ku
xizmet ji Wêjeya biyanîyan
re kirîne.
Ev agahî û
zanista li ser Wêjeya Kurd
em hemû deyndarê Lêkolîner û
Kurdologên biyanî ne, ku li
ser Wêjeya Kurd lêgerîn pêk
anîne. Zanyarên Kurd ên ku
li ser wêjeya Kurd serê xwe
êşandine bi daxbarî dibêjim
ku kêm in.
Li Gel hemû
zext û zordestiyên li ser
çand, wêje û zimanê wî jî,
Kurdan xwe parastine û
nehiştine ku bibe qurbanê
derewên dagirkeran.
Cegerxwîn li
ser agir rist dixist dîlanê,
Elî Herrîrî dilê xwe dixist
devê xwe ji bo gotarên Kurd
bigihêjin roja îro, Melayê
Cizîrî xwe kir mêvanê şevên
kûr û dirêj da ku kaniya
wêjeya kurdî ya bêzar di nav
jengê de winda nebe, Ehmedê
Xanî hezkirin li xwe tobe
kir, ji qêndî evîna
nivîsandina helbestan.
Lê rastiyek
mirova matmayî dike, ev jî
ne eleqedarbûna Kurdan a ji
bo nivîsên kurdî ne.
Helbestvan û nivîskarên me
yên ku bûn sedemên avakirina
nirxên kurdîtîyê, çima di
nav rûpelên pirtukên
tozgirtî de lal dimînin? Em
çima zimanê zêrîn
diguherînin bi paxirên genî?
|