|
Jiyana
bê ziman
Ronî
Elî
Dema lêvan dil vexwand
Ronya çavan hest kişand
Lehiyên şerpeze
Û bahozên bê derî
Govdeyê lal
Ji perwerdeya salan
Rahişt û revand
Û di koziya agirekî xemlan
dî de
Vejand
Û hejand
Û rijand
Bi bînvedana bêhna nazikan
Keftelefta sing û memikan
Sirûdên jiyana bê ziman
Hebûna bê zanav
Şepêlên evîna nenas
Li ser,
Koçkê bîr û bîrweriyan
Vîn û pêdiviyan
Bûne,
Penaber û siwar
Wê demê
Zar û ziman
Nêrîn û raman
Ji holea xwe bi dûr ketin
Û têkçûn
Ji ber,
Berî hebim
Evîn bû
Piştî bimrim
Evîn e
Serî, dawî evîne
Ezim ew e
Û ew,
Ez bi xwe me
10/2/2007
|