|

Bîraninên Xewneke Lal
Hoşeng Osê
Cejnek dihat…
û welatek li ber sînorên
şevê, mirar dibû.
stiranek dihat…
û xewa wateyên şîn nedihat.
sawêrek dihat…
û tvîznokên peyvên har diçûn.
* * *
Hîna kela dilê jina kevrî,
ji kuştina siwarê avê, sar
ne bibû, careke din, siwarê
ku xwe bi oxira axê pêçabû,
deh carên din kuşt.
* * *
Kê ji bêdengiya vê şevê re
gotibû: ez ê pêrgî gunhên
xwe bêm…?!
Kê ji bê re gotibû: xweliya
min di nava memikên jina
kevirî de, veşartiye…?!
Kî naxwaze navê min li
têkçûna xwe ke…?!
* * *
Wê bê…
Eger ne vê êvarê, bi êvara
girî re, wê bê.
Bi vegera hechecîkan re…
Bi rêwîtiya birînê re…
Di gel qêrina dawî, di
kêlîka dawî de, wê bê.
Mîna şîna çemekî sêwî, ber
bi goristana pêjna ve
biherike, da xwe bavêje
bextê pêjneke mê, wê bê.
Dizane ji bo kê, lê, nizane
ji bo çi, wê bê.
* * *
Dengê xwîna wî, bengî bûye,
û hîna şopa pencên dînbûnê
di xemên wî de diçirisin.
Palevanê bê ye, kilîta
sawêrên xwedê ye, xwê ya li
ber berfê ye, berfa li ber
xwê ye, xema li ber kêrê ye,
cenga li nav tozê ye, toza
peyvên çiyê ye, rextên avê
li wî ye, gewdê wî li milê
şevê ye, û mîna xweneke lal,
berê wî li dumahiya kenê
çavên wê ye, waye tê… û tê…
û tê…
Lê, neweke berê…tê.
Şam / 6/4/2007
|