|
Gulan meha şkestinê ye
Siyamed Sîpan
Ji dema KKK, li ser pêşnîyar
û daxwaza Rêberê KKK
Abdullah Öcalan agirbest
îlan kiriye oparasyonên
lêşkerî ji beza xwe nexwarine
û ji salên ku şer di demên
xwe yên germ de jî zêdetir
bûne.
Serokê artêşa tirk Yaşar
Buyukanit xwîn ji gotinên wî
diherike. Gefê li hemû
aliyên demokrat û raya giştî
dixwe û îlana şerê li
hemberî hemû Kurdan dike. Di
heman demê de, bêyî ku şerm
bike, nijadperestiya ku bûye
kelem li pêş çavê biratiya
Kurd û Tirkan, diparêze.
Gotinên Buyukanit tê wateya,
„kerr be tiştekî nebihîze,
lal be tiştekî nebêje û kor
be tiştekî nebîne“.
Yaşar Buyukanit bûye mîna
gurê ku here seyda mîhan: di
wê baweriyê de ye ku ew ê
karibe dest li paş, li ser
hev, têkeve Başûrê
Kurdîstanê, di wê kinyatê de
ye ku dê karibe xeyalên
hevkarê berî wî, ev 30 sal
in xeyal dike, pêk bîne,
xeyala îmhakirina Hêzên
Parastina Gel, xeyala
tinekirina PKK.
Li dû qûna xeyalên xwe
digere û ji bo wan xeyalên
xwe pêk bîne dê çi bikeve
ber wî biheciqîne.
Xwedêgiravîn dibêje: „Ez ê
herim pirsgrêkên Başûrê
Kurdîstanê çareser bikim“.
Dema mirov tişten wusa
guhdar û temaşe dike,
matmayîbûn dibe neçarî. Li
welatê te bi hezaran
pirsgrêkên ku hîna li bende
çareserkirinê ne, îja tew ew
ê pirsgrêkên Başûrê
Kurdîstanê çaraser bike.
Pirsgrêk-çareserkirina
Buyukanit dibêje jî bi tanq
û topan e. Bûye ku dixwaze
Tirkiyeyê di ser zinarekî de
biqelibîne. Heta roja îro
Rêberê Gelê Kurd Abdullah
Öcalan û gelê Kurd li
hemberî qelibandina Tirkiyê
ji ser zinarê bû, lê belê
xûya ye ku ji meha Gulanê û
şûn de gelê Kurd jî yê dahfa
xwe bide teqilbûna Tirkiye.
Serokwezîr Erdogan û
Serokomar Sezer jî nakarata
ji strana Buyukanit dûbare
dikin û heman nakaratê
distirên.
Erdogan ji xwe çavkorê
paldanka (qoltixa)
Serokomarîyê bûye. Li ser
gotinên xwe yên ku gotibû:
„Pirsgrêka Kurd heye û
Pirsgrêka min e“ niha
dibêje: „Min got û min
negot“.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah
Öcalan ev xeter hîna ji mêj
de didît û hişyarî dikir. Lê
belê aliyên pêwendîdarên
eskerîya tirk xwe li keriyê
datînin û ew nêzîkbûn hîna
jî berdewam dike.
Dewletên Ewrupî,
xwedêgiravîn parazvanên
mafên mirovan in, jî kerbûna
xwe didomînin. Ewrupa
kiryarên li Tirkiyê
diqewimin ji nedîtî ve tê û
dema gotin tê ser pirsgrêka
kurd, dikare hemû zagon û
qanûnên xwe bin pê bike.
Dema mijar dibe Kurd, ne
Ewrupa ne Emerîka û ne
dewletek din, hemû ji nedîtî
ve tên, hemû derî û şibake
tên girtin.
Ev rewşa asayî wusa bimeşe û
jahrdayina Birêz Öcalan neyê
rawestandin, mirov dikare
bêje ku nokta teqînê meha
gulanê ye. Serokomarê ew ê
qaşo were hilbijartin gavên
ber çav navêje dê Tirkiye ji
latên mezin bigindire. Rewş
dê ji bin kontrolê derkeve û
gelek xwîn ew ê birije û êdî
kes dê nikaribe rawestîne.
Ku mirov rastiyên heyî
bigîhîne ser hev, wêneyekî
gelek tevlihev û xwînî
derdikeve holê. Wêneyekî ku
kes ê nikaribe lê temaşe
bike.
Di rewşa mijara gotinê de
divê Kurd li ser xêza
stratejî netewî hevdû bibîne
û nirxên xwe yên netewî
derxîne pêş. Tenê li ser
qeta netewî dê Kurd karibin
êrîşên li hemberî xwe vala
derxînin û destxistinên xwe
zêdetir bikin.
|