2008-05-10

 

 Dê kî li Êzîdiyan xwedî derkeve?
17 Nisan 2007
TARIQ HEMO

Di nava kurdan de gelek ol, mezheb, zarav û devok hene. Ev rastiya me kurdan e. Li Başûrê Kurdistanê piraniya kurdan misilmanên sunî ne. Lê beşekî mezin feylî( şîy) û êzîdî jî hene.

Her çiqas ku agahiyên pêbawer li ser hijmara kurdên başûr ji aliyê olî û mezhebî ve tune be jî, lê ji kurdên başûr nêzî 700,000 feylî ne û 600,000 jî êzîdî ne.

Ji aliyê feylî û êzîdyan ve gelek gilî û gazin tê kirin.

Em dizanin ku herema şingal(êzîdî) û Xaniqîn( feylî) dê îsal têkevin ber xala 140 ya di distûra Iraqê de. Li gel Kerkûkê dê isal çarenûsa Şingal û Xaneqîn ji bête diyar kirin. Bi giştî hijmara nişticihên van herdo bajaran ji 700.000 mirovî zêdetir e.

Êzîdî heya niha ji prosesa siyasî ya li başûr ne razî ne. Êzîdî dibêjin “me mafê xwe li Kurdistana azad bi dest nexistî ye”.

Tevî ku pirraniya êzîdiyan û bi dirêjahiya dîrokê bi Tevgera Azadîxwaz ya başûr re bû, lê vê dawiyê hin êzîdî partiyek serbixwe û li ser bingeha olî ava kirin. Kurdên feylî jî partiyek ava kirin û di bin navnîşana “bidestxistina mafên olî/netewî yên feyliyan” de tevdigerin.

Em dikarin weha li neqşeya siyasî ya başûr binêrin:

Êzîdî 12% ji hijmara gelê kurd li başûr in.

Ji 111 endamên perlenana Kurdistanê 3 kes êzîdî hene.

Ji 43 wezîran 2 kes êzîdî hene, ew jî mina “wezîrên dewletê” ne.

Ji 57 parlementerên kurd di perlemana Iraqa federal de tenê yekî êzîdî heye, ew jî li ser nave partiya êzîdiyan ya nû hatiye hilbijartin.

Bi gotinek din, ji 110,000 dengên ku “Lîsteya Kurdistanî” ji şingal û şêxanê wergirt, tu kesê êzîdî wek “perlemanter” nehate bi nav kirin.

Ji 5 wezîrên kurd li hikûmeta navendî kesekî êzîdî nîne.

Niha tirs ew e, ku xelkên şingalê xala 140 red bikin û tevî Kurdistanê nebin. Sedem bê guman gelek in. heya niha rêviberiya siyasî ya başûr psychologiya êzîdiyan feh nekiriye.

Hevalekî ji min re got: Dema rûxandina rejîma Sedam, xelkê şingalê derketin kolanan û şahî li dar xistin. Li pêşiya pêşmergeyên PDK govend girêdan û bi dehan pez gurandin. Lê çaxê hatin û pêşmerge vexwendî ser xwarinê kirin ev gotin ji wan bihîstin: “ biborin, em nanê êzîdiyan naxwin”!!!.

Bûyera şêxanê jî rolek mezin di prosesa bidûrxistina êzîdiyan ji Kursistanê de list. Êzîdî mirovnî hesas in, ew tu carî êrîşên wan kesan li dijî mezargehên xwe ji bîr nakin.

Em li vir weha bi dawî bikin: Êzîdî li başûr dikarin bibin hêzek baş eger werin bi rêxistinkirin. Ew ji nav hemû partiyên kurdan xwe nêzî Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi rêbertiya Ocalan dibînin. Ji felsefa kurdewer a li ser esasê tekoşîna nûjin û dûr eşîr û mezhebê, êzîdî gelekî kêfxweş in.

Gelo çima Tevgera Azadiya Kurdistanê li wan xwedî dernakeve?.

Gelo Partiya Çareseriya Demokrat ya Kurdistanê PÇDK heya niha chi ji bo êzîdiyan kiriye?.

Çend berpirsên êzîdî yên payebilind di nava vê partiyên de hene?.

tariqhemo@hotmail.com

 

www.yeniozgurpolitika.org/?bolum=yazi&yid=2604




 

 
 


 

 

 

 

kurdi@tirej.net