Xelîl timî li ber çav û bîra
min e?!!
Dr. Ibrahîmê Mehmûd –Rojnamevan
… Bê goman ê ku vê sernivîsarê bixwênê, wê yekser di ber xwe
de bêjê.. çi dereweke mezin!! ( ez bim jî, ez ê wise bêjim!),
lê mirovê rêalîst û cedî zû bi zu hukim nake û dikare bi
pirse: çawa û ji bo çi li bîra te ye??
Bersiv pir hasane û ezê hewil bidim pir bi sadeyî jî çîrokê
ji we re bêjim, weke ku rudaye!! ( Ez hêvîdarim ku Kak Xelîl
ji min aciz ne bê )
„ … Sala 2001 ê me di çarçoveya çalakiyên kombenda Kawa bo
çanda kurdî de, a ku wê çaxê ez berpirsiyarê wê bûm; li
bajarê Bonn ê pêşangeheke giştî ji çend hunermendên kurd re,
di nav wan de jî Xelîl Abdulqadir, li dar xist… Di şeva
vekirina pêşangehê de, bi hazirbûna hunermendên ku razîbûna
beşdariya xwe nîşan dabûn û hejmareke mezin ji mêvanên kurd
û biyanî, û piştî axavtinên fermî û pênasîna hunermenda û
tabloyên wan, û di dema xwarin, vexwarin, suhbeta beşdaran û
xurmîna muzîka kurdî de… Gurmînî bi salonê ketibû ( ê ku
çûbe şevên wise di zane ku „dê weledê xwe davêjê“ )… Ji ber
rêkxistina şevê û berpirsariyê, weke „ Diya bûkê „ li min
hatibû… Di wê xire cirê de û ji nişkave Xelîl bi milê min
girt û ez kişandim quncekî salon ê… Bi kenekî bilind ji min
re got: kuro du (2) Lewheyên ( Tablo ) min îşev hatine
firotin…Min jî got, ez kelek kêfxwşim û xwezî hemû werine
firotin ê… Xelîl, dîsan bi ken û bi şêweyekî ecêbmayî got:
kuro na, na.. mesele ne firotina lewhaye, wê jinika hanê
herdukê xweşik neqandin ( helbijartine )… Bi çembilê min
girt û ez hinekî bi pêşde birim û destê xwe ber bi jinekê (
dûr westa bû ) ve kir û ji min pirsî: Ti vê jinka ha nas
dikê, Kurde, Erebe, Biyanî ye, ev kî ye..??? Bêgoman min
jinik nas kir.. Diya zarokên min bû! ( wê çaxê kek Xelîl ew
nas ne dikir )… Min jê re got bê ew jinik kî ye…Dîsan kek
Xelîl bi ken: yaxî bi xwedê me bazar kir û firot û piştî
pêşangehê wê ji wer e bin…Piştî ahenga vekirinê bi dawî hat,
hunermendên beşdar û gelek dostên din bûne mêvanê me..
Şeveke gelek xweş bi suhbet, ken û çîroka kirîn û firotina
lewhan (tabloyan) me bi hev re derbas kir…. Îcar, kî bahwer
dike û kî bahwer nake bi kêfa xwe ye… Lê ji wê çaxê de û
hetanî kêliya vê nivîsarê jî, ew her du tablo bi dîwarên oda
me a mêvanan ve daleqandî ne…
Ez gelek caran xwe hazir dikim, û ji xwe re dibêjim: xelas,
ezê îro tiştekî li ser herdû tabloyan binivîsim…Ez pir dirêj
li wan temaşe dikim…Bi dehan raman, bûyer û bîrewerî têne
bîra min û ber çavên min û her wise bi dehan pirs ji xwe
dikim ( yan jî di dilê xwe de ji hunermend dikim )…Dawî jî,
tiştekî ji hevudu dernaxim û derbirîna hesta xwe dihêlim
careke din ( ji xwe eve nehêniya - sirrê - hunera bilind e
)…Lê dema min faiyla hunermend Xelîl di malpera Tîrêj de dît,
min biryar da, ku êde ez vê firsendê ji destê xwe bernedim û
dilopekî li deriya (behir) gotinan di derheqa Xelîl û
hunermendiya wî de zêde bikim…
…Weke, ku ez têdighêm (fahm dikim) di xebatên wî de
bîrkirinên kûr û ji bo armancnên dûr hene; bêrîkirina
mirovan, gund, deşt û sirûştê, bi armanca nîşandana êş, azar
û ciwaniya bîranîn û serpêhatiyên xwe, bi taybetî di
kesayetî jinan de û reng û xemla ku ew li wan dike! Bêgoman
belavkirina rengan li ser tabloyê û li hevanîna wan, hunera
Xelîl û hostayetiya wî nîşan dide, ew bi zimanekî hozanî
rengan belawela dikê…Li cîna zelalin û li cîna jî tarî dibin;
sîka xwe, bi lihevhatineke bê sînor davêjin ser hev û
dikevin nav hevudû de…Ti dibêje qey Xelîl berî ku firça xwe
lêbixe bi mehan bîr kiriye ka çi reng li kîjan quncê yan
aliyê tabloyê be?!! Di encam de û ji yekî weke min re, ku
tiştekî ji wan fahm nake, bedewiyeke (sipehîbun, xweşikbûn)
bê sînor, ne tenê ji çavan re, belê her wise, ji ruh û mêjî
re jî tê ser qumaş yan jî kaxezê…
Bi dîtina min nehêniya (sirrê) hunera Xelîl di wê yekê de
ye, ku çav ji dîtina tabloyên wî têr nabin…Carina mirov
dikeve serkêjekê de û ji xwe dipirse: gelo Xelîl çi dixwaze
nîşanî me bide? Yan jî, ji me re bêje?! Piştî bîrkirin û
gengeşê bi xwe re û daneberheva bîr û ramanan, ez dibêjim;
ew li hêviya tiştina, yan jî kesna ye û hîn xewnên wî bi cih
nehatin e û ew bê westan li wan digere…Ez hest pê dikim, ku
ew k`ela di hinavê xwe de, û ramanên di mêjiyê xwe de bi
germî û gurrbûna rengan derdixe ber çavan; di qilafet û
qermîçonkên rû yan de, bi taybetî di ê jin ê de nîşanî me
dide…Kî zane, dibe ku ne wise be jî, tenê hunermend dikare
arê na bike!
Ji bilî wê jî, û li gor dîtina min, di pirraniya xebatên
Xelîl de, ên ku min dîtine, şopeke kûr a jiyana kurdewariyê
ji dûr ve, lê eşkira û zelal tê dîtin ê; ji ber wê jî, bi
dengekî bilind û bê tirs dibêjim, ku Xelîl û hunera wî milkê
kurd û kurdayetiyê ye! Li ber dost û naskiriyên xwe, ên
biyanî, ez vê yekê bi serbilindî nîşan didim û car carina jî,
ku gengeşe li ser her du tabloyên ku di mala min de ne
çêdibin „ Şûr simbêlên min na bir ê..“.
Ji ber wê, ez dixwazim tenê bêjim: Birayê hêja Xelîl
berdewam be.. Xweşî, şahî, hêsir, bêrîkirin û bîrkirin ê
bixe çav, dil, hest û hişên milyonan mirov yên cuda bi netew
û kultura xwe ve…
Bi rastî ez nizanim çi diyarî dosiya ( melef ) te bikim,
sipasiya xwe û hesta nava xwe ji te û xebatên te re pêşkêş (eşkira)
bikim?!
Xwezî min zanîbûna risman bikim, da ku min tê de hesta xwe
ji te re kiriba diyarî, lê welahî ti min daleqênê jî, ez
nizanim teyrikekî jî risim bikim..! Yan jî xwezî min
zanîbûna çend ristik ş’ir ( helbest ) bihûnim, da ku min ew
hest tê de diyar bikra, lê bilahî ez wê jî nizanim…! Tenê,
ez dikarim şehdebûnê (şahidiyê) li ser bûyerekê ji dehan
bûyer, ku li mala min rudabû bidim, û gotinên dostê xwe ê
eleman bi emanet û rastî bênim ser kaxezê û diyarî te bikim:
„ … Weke min li jor diyar kiribû, du tabloyên te li mala me
daleqandîne.. Gelek dostên min - kurd û biyanî – hene û car
bi car serdana me bi mêvanî dikin; bê mubalxe, babeta
yekemîn a gotinan, ya tabloyên te ne; sedemê wê jî gelekî
sade ye (besîte), ji ber ew di oda rûniştin ê de daleqandî
ne û bala mêvanan yekser dikşênin…
Gelek pirs, gengeşe, bîr û bawer li ser wan çêbûne; ne tev
dikevin bîra min û ne jî, ez dikarim wan binivîsim! Lê
bûyerek qet (tu carî) ji bîra min naçê:
…Şevekê dostên me, xêzaneke (Jin û Mêr) eleman Avokat (Mihamî),
bûne mêvanî me…Em li dor masê rûniştin; bi tesaduf cihê
rûniştina dostê min beramberî tabloyeke te bû…me xwar û
vexwar ( ti dizanê çawa ye ) û suhbet kir, qala gelek
babetan jî, hate ser masê „me ji aş û bajar da hev!“. Qasî 2
s’ietan me dom kir, lê di wê demê hemû yî de, dostê min her
kêliyekê bi çavên zeq li tabloyê temaşe dikir û x’ar dima (
dikete xeyala )…
Pirrê çaran jina wî û car caran jî, me berê wî ji tabloyê
diguherand û ew ji xeyalên wî derdixist û bala wî dikişande
ser suhbeta civatê…Lê carekê jina wî bi hêrs ket û bi
dengekî bilind, û bi elemaniya xwe, jê pirsî: „ …und hasstu
was verestandin…“ ?! yanî „ … êêê, te tiştek jê fêhmkir -
mebesta wê tablo bû - ?! „ Çavên mêrik hîn li tabloyê bûn,
wî dengê jinikê ne bire xwe ( heger yekî kurd ba, diqewimî,
ku li ser qîjê û dengê bilind û tew nexasime li mêvaniya,
jina xwe bikûştana jî..), serî di ber xwe de bi nermî hejand
û bi xwîneke sar, dengekî nizim û lêvkenî got: „ Nein, ich
habe nichts verstandin…Verdamt, was er (Künstler) damit
sagen will, habe ich nicht kapiert, aber ich genisse es zu
zukucken…“ Wergera wê: „ Na, min tiştek jê fêhm nekir…bêxwedîkê
(gotineke ji aciziyê ye yan jî pesindan e), ew (hunermend)
çi dixwaze bêje ez nizanim, lê ez bi meyzandina (nerîna ) lê
(tabloyê) vedihesim (rihet dibim, ji dîtina wê têr nabim…“.
Hevpeyvîn bi hunermend Xelîl Abdulqadir re
(ev hevpeyvîn di 25.06.1998 an de di radiyo a elemanî WDR,
beşê kurdî de hate weşandin ê)
Pirs (P): Kek Xelîl, ez kêfxeşim bi
razîbûna te ji bo vê hevpeyvîn ê… Bi rastî her çuqas pirsên
min sade bin jî, lê armanca min ewe, ku ez gelek tiştan ji
devê te bi bihêzim… Ti kengî û li kuderê hatî dinyayê?
Bersiv (B): Ez sala 1955 an li Kurdistana Sûriya hatime
dinyayê; ez di orta (navbera) hînkayîya Çiyayê Toros ê (
çiyayê Bagok ê - I.M. ) û germahiya çemên Dicla û Firat ê de
mezin bûme! Hîn ji piçûkaniya xwe ve, daxwaza min resim bû.
Min hertim rengên xwe weke têlên çeka ( kûncîle, cil û berg
) li ber çavan datanîn; û min bera ( bez, li peyçûn )
eçaçoka ku ber bi rojê ve diçû, di da!
Di resmê ( wêneyên ) min de, pîrek ( Jin ) galgala ( gotina
) min a hertim bû.
Min gelek cara dixwest bizanibim, ka gelo ez çi dikim? Lê
weke zarokekî min bîr ne dibir, min ji xwe re weke lêstikekê
dikir!! Lê piştî ez mezin bûm, min nuh naskir, bê wê çaxê
min çi dikir!
P- Başe tevî wê jî, tê bîra te, kengî
te bi zanebûn dest bi resim kirî ye? Bi gotineke din, tablo
ya te a pêşî çi bû û kengî bû?
B- Weke min ji te re got, min ji piçûkayî de resim dikirin,
lê lewha ( tablo ) min a, ku min daxist û xelkê dît, di sala
1968 an de bû.. Ew pîrekek ( Jinek ) bû… Belkî diya min bû…
Belkî xwişka min bû… Tê bîra min, qermîçonkê di rû wê de,
weke terkên kûr di çiyakî de… Tê de, bê çiqas ezab, t’ada û
t’aba ( êş û azar û mandûbûna ) wan gundan heye, a ku
pîrekên me dibênin, dihat xwyanîkirin!
P- Te çima ji destpêkê ve, Jin
helbijart?
B- Pîrek li cem min babeteke, wek, ez çawa bêjim.. Wek
sitranekê ye.. Wek lo lo, lo delal…wexta pîrekê dixwest
t’aba ( mandîbûna ) xwe a rojê gişî xilaskê bi wê sitrana
hanê, lê guhdar bike… û wexta, bi şerpa ( desmalk, çarik )
ku li sere wê girêdayî xwîdana aniya xwe a rojê gişî paqij
dikê… ( dikeve Xeyala ).
Piştre bi demeke ne gelekî dirêj, wexta min ber xwe dît, me
xwend, çavên me vebûn, em çûne mekteba û medresên resim û
fen ( hûner ) xwend, pêhtir reng li ber çavên min xwiyanê
kir, me, fêhmkir bê tûrasê ( kevneşopî ) dûnyayê di resim de
çi ye û ta’sîra ( bandore ) wê li me bû… ji xênî wê jî
ta’sîra çîrokên me, yên Kevin jî li me çêbûn; wek xelkê di
got, ku kurd tenê bi kevneşopiya nezerî (têyorî) rabûne, ne
wilo ye! Tiştên me yên Kevnare; wek resim, nehit ( pût,
peykersazî ) û kevneşopî yên bi hezar sala hene… Li ser wî
esasî ( li ser wê bingehê ) tecruba min a resim hate
avakirin ê û xwyanî kir!!
P- Te di nav gotinên xwe de, behsa
rengan kir. Kîjan reng zêdetir nêzîkî ruhê te ye? Yan jî
pêwendiya te bi rengan re…
B- Xelkên min, di tabloyên min de agirin… Rengê sor e..
Rengê şîn e, zer e, kesk e.. û gelk derba ( cara ) ne renge,
yanî bi ma’neya, reng gişin, tevlî hev dibin…
P- Yek ji tabloyên te li ser Helebçe
ye, û te behsa rengê kîmyaî kir! Çawa rengê kîmyaî? Ma
rengekî wise heye…
B- Esasê ( bingeha ) reng, madeyeke kîmyaî ye; ev tebî’etê (
sirûştê ) daye xwiyakirin. Kîmya vî rengî ji nav erdê
derdikevê, lê kîmya mirinê, ku ti xelkê raxê ( rêz bikê ) li
ser ristika û li ser têla…( dîsan kete xeyalên kûr de ).
P- Bi buhre, kek Xelîl, te ev reng berê jî bi kar anî bû,
yan piştî bûyera Helebçe, te dest pêkir?
B- Piştî bûyera Helebçe… Ma’redeke ( pêşangeh ) me li bajarê
Hisîça ( Heseke ) çê bû… Piştî ku kurd ji welatê xwe
derketin.. û ( bi dilekî xemkîn berdewam kir- I.M. ) piştî
ku teyarê Europiyan ji ezmana qotiyên sardîn, semûn û
ma’kerona ji wan re avêtin…
P- Erê, ez dizanim, ku ne hesane mirov
wê bûyerê bi gotinan resim bikê… Baeşe, hetanî vê kêliyê
çend pêşangehên te hatine li darxistin ê?
B- Li welat 12 pêşangehên bi tenyayî ( ên min bi tenê )
hatine çêkirinê; ji 1973 an tanî 1994 an; û piştî ez hatim
vir min du pêşangeh tevlî xortan çêkirine… heta vêgavê
firset çê ne bûye, ku ez yekê bi teniha ji xwe re çê bikim!
P- Başe, ti ji kîjan demê ve li
Elemaniya yî?
B- Ev sê sal û nîv e ku ez li vî welatî me…
P- Şertên karê hunerî li vir, ti çawa
dibênê. Gelo ferqa vir û welat…
B- Ferq geleke… Xweşî û nexweşî li her deverê hene… Mesele
dûr û dirêje…
P- Kek Xelîl pirsa dawî, nîv siyasî
ye, rastî ew zêdetir ji bo civandina bîr û bawera ye… Weke,
ku ti dizanî Hunermendên kurd jî, weke hemû kurdan ne li ser
hevin… Pilanekî me heye, ku em di çarçoveya rêxistinekî de
wan nêzîkî hev bikin, meselen: yekîtiya hunermendan ava
bikin!! Ti li ser vê yekê çi dibêjê?
B- Wella, di raya min de, yekîtiya Fenanê ( hunermend ê )
kurd di zatiyet û ananiyeta ( kesayetî û xweperistiya ) wî
de ye… Kengî wî hunera xwe bi pêşve bir û da millet, wê çaxê,
yekîtiya wî xwe bi xwe tê cih… Kengî, bi rastî karê xwe
derxiste meydanê, hinge daxwaza yekîtiyê dike!!
Yekîtî, ne meşrû’ê ( projeya ) hunermendê kurde… Proje ya
hunermend, tenêbûne, karkirine, ku ew xwe bixwe bimênê û
heta carina jî, ji der dora xwe birevê… Dawiya Hevpeyvînê