|

LÎSKEK LI SER OLEKÊ
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Di rojên derbasbûyî de, li Başûrê Kurdistanê, li herêma gelê
kurd ê êzdî li dijîn, bûyereke dilşewat pêk hat. Keçek êzdî
ji aliyê komek mirovên çavsor ve hat qetilkirin. Pişt re ji
aliyê komek çekbidestên îslamî erebeyek li ser rêka Mûsilê
hat rawestandin, girseyek êzdî jê daxistin û qir kirin.
Demek berya van bûyeran dîsa li vê herêmê gelê me yê êzdî bi
komkujiyê re rû bi rû mabû.
Dema mirov van bûyeran digihîne hev û li rewşa Iraqê ya her
roj ber bi şerê navxweyî yê olî ve diçe dinêre, ji bo gelê
êzdî xetareke mezin a jiyanê dibîne. Di tevahiya Iraqê de
gelê herî zêde bê xwedî û bê hêz hatiye hiştin, êzdî ne.
Gotineke bapîrên kurdan heye, dibêjin: “Filankeso him ji
dêrê bûye, him ji mizgeftê!” Êzdiyên me yên li Başûr dijîn
jî wiha bi serê wana hatiye; him ji hukûmeta Iraqê bûne, him
jî ji hukûmeta Herêma Kurdistanê.
Hukûmeta Iraqê ji xwe nikare li xwe xwedî derkeve û ne di
hundirê sînorê wan de ye. Hukûmeta herêmê jî ji ber ku êzdî
ne bi çavekî biyanî, ‘gayrî-muslîm’ li wana dinêre û bi vê
sedemê qasî tê xwestin, li wana xwedî dernakeve, ewlekariya
wana hilnagre ser xwe. Wê demê jî hêzên çekbidest, ên
derveyî xwe herkesî ‘dijminê dînê muhamed’ dibînin dadikevin
ser kolanan û kî tê ber wana qir dikin. Bê guman yên herî bê
hêz û lawaz ji ber ku êzdî ne, di rojên pêşiya me de diyar e
wê zêdetir jî werin qirkirin.
Keça bi navê Dua ya 17 salî ku dil ketibû kurikekî musliman
û reviyabû gel mala wî, ji aliyê malbata kurik ve, bi gotina;
‘Em keçên êzdî ji xwe re bûk naynin!’ radestî hêzên ewlekarî
yên Herêma Kurdistanê dikin. Pêşmerge jî tevî bergera keçikê
ku dibêje; ‘Min nedin dest malbatê, ger hûn bidin, wê min
bikujin!’ radibin bi çepilê wê digrin û didin malbata wê.
Pişt re komek ji merivên wê tên wê ji malê derdixin û didin
ber keviran heta ku jiyana xwe ji dest dide. Ev awayekî
recimandinê ye û tê zanîn ku di ola êzdîtiyê de recimandin
nîne. Recimandin çalakiyek li dijî êzdîtiyê ye. Wê demê
kesên di vê bûyera recimandinê de cih girtine, her çiqasî
zilamên êzdî bin jî, di hundirê xwe de ji êzdîtiyê dûr
ketine û bi gumaneke mezin bi muslimanan re hevkariyeke wana
heye. Ji xwe bûyera kuştina keça êzdî tev ji aliyê
recimkaran ve girtine vîdeo-kamerayê û niha dibêjin ku
kirine CD û li her derê didin temaşekirin. Gelo bi vê
kiryarê hovitiya recimandina xwe didin temaşekirin, ango ji
îslamiyan re peyamê rêdikin, dibêjin; ‘Binêrin, em jî li ser
kesên ji rêzikên me derketine, pîvan û rêzikên şerîata
îslamî pêk tînin!’ Di êzdîtiyê de bi avêtina keviran lêdan û
kuştina mirovekê tê çi wateyê her êzdî dinase.
Tê zanîn ku ola êzdîtî berya ola îslamî li ser van xakan
hebû û wekî oleke berdewamiya ola Zerdûşt dîroka wê digihêje
kevnahiyên dîrokî yên berya zayînê bi hezarê salan. Ola
êzdîtî oleke dinyewî, ola îslamî oleke ezmanî(semawî) ye. Li
gorî pîvanên ola êzdîtî her tişt li vê cîhana em tê de dijîn
diqewime û bi dawî dibe; ji bo vê divê mirov di vê cîhanê de
bixebite, ked bide û hilberîne. Lê îslamiyet berûvajî, vê
cîhanê weke qonaxeke demborî dibîne û cîhana xeyalî ya din
esas digre. Li gorî îslamiyetê mirov ji bo di ezmûnê re
derbas bibin hatine ruyê vê dinyê û karê wan ê li vê dinyê
tenê îbadetkirin e.
Bi vê sedemê her du ol dijber û alternatîfên hev in. Ji xwe
ji ber vê ye ku dema îslamiyet xwe vegirt derûdorê û ji
nîvgirava Ereban, çekbidestên îslamî herikîn Kurdistanê şûr
dan ser stuyê kurdan û gotin; “An hûnê eşhedê bînin, an wê
serê we bifire!” Kurd bi vî awahî kirin musliman. Kurdên
teslîm nebûn qir kirin. Kêmek kurdên ji ber devê şûrê îslamî
filitîn jî bi sedê salan di şikeftan de û di warên binerd de
bi dizî jiyana xwe û perêzîna xwe domandin. Niha komek ji
wan kurdan li derûdora çiyayê Şengalê dijîn, dixwazin di
qirnê 21ê de tişta berya hezar û sêsed salan kiribûn bi
encam bikin, him jî bi destê kesên ji wana.
Bi vê sedemê, divê mirov wekî bûyereke adlî ya ji rêzê li
qetilkirina bûyera keça êzdî nenêre. Ger mirov binê vê
bûyerê vekolê ji xiyaneta li hember ola xwe, gelê xwe, çanda
xwe û dîroka xwe bigir, heta plan û komployên qirkirina
gelekî û olekê mirov dikare tê de bibîne. Ji ber vê yekê di
serî de gelê me yê êzdî û pê re tevahiya kurdên welatparêz û
mirovhez divê vê bûyerê şermezar bikin û piştgiriya xwe ji
gelê êzdî û jiyandina ola êzdîtiyê re xurt bikin. Rayedarên
hukûmeta herêmê jî divê polîtîkayên xwe yên ji feodalî û
îslamiyetê tên, biterikînin û polîtîkayên hemdem ên
demokratîk esas bigrin ku di vê çarçoweyê de li ola êzdîtî
xwedî derkevin û kurdên êzdî biparêzin. Wana ne wekî ol û
mirovên dijberî xwe, wekî dewlemendiyeke çandî û olî ya xaka
Kurdistanê bibînin û hemû mafên kurdên li Başûr jê sûd
digrin, rê bidin ku êzdî jî jê sûd bigrin û bi biratî bi
hemwelatiyên xwe re di nava aştiyê de bijîn.
|