
Kavilên nenas
Ehmedê HUSEYNĪ
24 Sibat 2007
www.azadiyawelat.com
Dahênan, afirandin, berhema
hêja û nivîsandina wêjeyeke nirxdar, bêyî zimanekî
bejinbilind, spehî, dewlemend, dê nikaribin, di kêlîkên
tirsnak ên hebînê de, çemk û astên bîreweriya ramyarî û
sincî yên civakê biparêzin.
Îro, di rewşa vê kurmanciyê de, tu kes ji bilî nivîskaran
nikare zimanê me ji qirêja derbirîna çewt û nivîsandina nizm
û ji şêwazên têkçûyî yên xweragihandinê rizgar bike.
Naskirina kavilên giyanî yên vê çanda buhujî û sûreta hest û
nestan, bi tundî li pêşberî keysperestiyê rawestan û
çesipandina behremendiya nivîskêr, berfirehiya asoyên
têgihiştina wî û hûrbînî û dûrbîniya wî, têkoşîna li dijî
nêçîrvanên di ava şêlû de, destnîşankirina pêdiviyên qonaxê
û di naveroka sînor, zarav, devok, rêxistin, zimanên
dibistan û perwerdeyê û di radeya dabirana di navbera me û
hişê me yê dîrokî de ronîkirina metirsiyên duweroja vî
bûnewerê kurd û bercestekirina taybetmendiyên wî û wateyên
îroyîn ên nasnameya wî, hindek erk in.
Erkên ku peydakirina felsefeya wan ji nivîskaran tê xwestin.
Di vê çarçoveyê de, çendîn bahane ji aliyê nivîskaran werin
pêşkêşkirin, çendîn gazin ji dîrokê û ji rewşa kurdan û
dabeşlirinê jî werin kirin, qet nayê wê wateyê ku nivîskarê
kurmanciyê neşê desthilatê zimanê nivîsandina raman, bîr û
boçûn, hizir û hestên xwe be. Nivîskarê hêja û giranbuha ew
nivîskar e yê ku zimanê xwe roj li pey rojê payebilindtir
dike, yê ku roj li pey rojê gencîneyên nû di kesayetiya
zimanê xwe de vedike, yê ku roj li pey rojê giyanê xwe,
ramanên xwe, xewnên xwe û bûneweriya xwe di bûneweriya
zimanê nivîsandina xwe de dijî, yê ku roj li pey rojê dilê
xwe, mêjiyê xwe, hesten xwe û hişê xwe ji zimanê kuçe û
kolanan, ji zimanê dijûn û çêran, ji zimanê keriyê talanbûyî
paktir dike û ber bi samana pîrozmend a derbirîna bêsînor ve
dice.
Bi tenê em dikarin bibêjin ku di vê kêlîka ronak bixwe de,
nivîskar wateya xwe ya rasteqîne di hişê dîrokê de werdigire
û dikare bibe pasvanê taybetmendiya min û te.
Wek mirovekî taybetmend ku hêjayî rehdaçikandin û kûrkirina
asta zimanê min û te ye, ez û te jî wê astê bi hişmendî
dinirxînin û nasnameya nivîskariyê diyarî wî dikin.
Di dawî de jî pêwist e em xalekê ji bîr nekin:
Trajediya ku em tê de jiyan û niha tê de dijîn, dijwar,
piralî, kûr û yekta ye; di gotina wê de, di bilêvkirina wê
de, di bibîranîna wê de, di nivîsandina wê jî, zimanekî
hêjayî kûrahiya wê pêwîst e.
Zimanê ku vê û wê trajedyayê hilgire, hewcedarî behremendî,
dilsojî, dîroknasî, xweperwerdeyî û lixwemikurhatinê ye.