
Zilamên Qederê
Ehmedê Huseynî
Ew jî zilam in, wek
hemû zilamên ku em giş wan ji nêz û ji dûr ve nas dikin. Hin ji
wan zirav û dirêj û hinek ji wan qelew û kin in. Dikarin reş,
spî, zer û genimî bin. Lê taybetmendiya wan gişan ew e ku
zilamên qederê ne. Bîrtûj, dûrbîn, biryarmend û jixwebawer in.
Ji qederê dest bi jiyanê dikin û di qederê de jî jiyana wan bi
dawî dibe.
Ew jî zilam in, wek stêrkên ku ji nişkê ve ji pêxîra esmên
dirijin, ew jî, ji nişkê ve ji hişê dîrokê dirijin û di raman,
bîr, hizr û hebûna mirovan de diçurisin. Xelk ji wan hez dikin,
didin pey wan û rêbazên wan hembêz dikin, baweriyê bi bizav û
tevgera wan tînin û xwe ji bo peyam û nameyên wan dikujin,
dişewitînin, têdikoşin, şer dikin û jiyana xwe, şadî û şîniya
xwe, man û nemana xwe û kûrtirîn wateyên kesayetiya xwe bi
çarenûsa wan ve girêdidin.
Ew jî zilam in, wek sîmiran, piştî mirineke sedsalane, ji nişkê
ve, ji xweliya şewata xwe jidayik dibin û dema ku baskên xwe
vedigirin ronahiya heyî zeft dikin. Wek lêmişt û lehiyan her
tiştî didin ber pêl û pêlvedanên xwe, her ku diçin berfirehtir,
dirêjtir û xurtir dibin. Her ku mezintir dibin dijminên wan jî
pirtir dibin, her ku dijiminên wan pirtir dibin, bawerî û
rêbazên wan, al û wêneyên wan berên xwe sortir dikin, qadên xwe
germtir, bajarên xwe amadetir dikin, zingînê bi paytextan
dixînin, gundên dilerizînin, çiyayên xwe li ser milên xwe dikin
û ber bi sirûda ji kevir a azadiyê ve dibezin.
Ew jî zilam in, lê ji hemû zilaman zûtir derbasî dilên xelkê
dibin. Hest û nest û xewn û bûnewerî û mêjiyê xelkê dagir dikin.
Gotinên wan bend û ayet in, ramanên wan pend û şîret in.
Helwestên wan qublename ne, armanc û mebestên wan saman û çame
ne. Di tirsê de dijîn da ku xelk nema bitirsin, sedan caran
pirsên xwe dubare dikin û dizanin xwe çawan ji bersivên nîvçe
yên dîrokê biparêzin û li dîroka ku dijminan ji wan re
nivîsandiye, zû bi zû, ewle nebin. Bêyî ku tu kes li bendî wan
be, tên û piştî ku bi milyonan ji wan hez dikin dîsa ji nişkê ve
diçin.
Zilamên qederê ne. Bi hêminî tên jiyanê û jiyan jî bi dijwarî tê
wan. Hin ji wan re dibêjin xayin in, dîn in, nexweş in û
tirsonek in, lê wateyên xwe û nêrînên xwe, bîn û reng û deng û
rêçên ku ber bi azadiyê ve diherikin li pey xwe, di nav xelkê de
dihêlin. Şopa wan û tûjahiya bîr û boçûnên wan, jena dilê wan û
pêjnên henasên wan zû bi zû kevin nabin û gelek caran piştî wan
jî hetahetayê berdewam dikin.
Zilamên qederê jî wek me gişan zilam in. Lê hawara wan, banga
wan, qîrîna wan, gazî û feryada wan û çarenûsa wan jî ne wek a
me gişan e. Di wexteke kin û kurt de, dikarin diweroj û çarenûsa
xwe û ya xelkê bi hev ve girêbidin. Dikarin kêlîk bi kêlîk, gav
bi gav, xule bi xule, di xwîna neteweya xwe de tevbigerin û ji
nû ve serkêşiya dîroka neteweya xwe bikin.
Dibêjin ku di dîroka neteweyan de zilamên wisa pir kêm in, belkî
her 100 salan yekî wisa derbikeve. Lênîn ji wan re dibêje:
Qehreman. Û yekî wek Andre Marlo dibêje ew zilamên qederê ne. Lê
ew çi bin bila bibin, çawa bin jî bila wisa bin, a herî balkêş
ew e ku dîrokê ji bo neteweya xwe ji nû ve diafirînin. Ango
zilamên dîrokê ne.
Zilam in û qedera dîrokê ne.
Zilam in û ji dîroka qederê ne.
Tişta hevbeş a di nav van zilaman de ew e ku, navên xwe yên
pêşîn winda dikin û bi paşnavên xwe tên naskirin û tenhatiya wan
payebilindiya wan a herî pîroz e.