
Êşa Peyvê
Ehmedê HUSEYNĪ
28 Nîsan 2007
www.azadiyawelat.com
Nivîsandina helbestê, di aliyekî xwe yê bingehîn û rasteqîne
de, nivîsandina rojçêbûn û dîrok, jikuhatin û gencîne,
guherîn û çêj, dengvedan û hestdariya li hemberî peyv û
wişeyê ye. Bi kurtî, zeftkirina kaneyên peyvê yên seretayî
ye û di mîratgiriya ferhengî de jî, ronîkirina pêvajoya
dîrokî ya peyvê bi xwe ye.
Di berhema wêjeyî û deqên nivîskî de, bi taybetî di helbestê
de, wişe, gotin, peyv û derbirîn bi giştî, sînorên xwe yên
naskirî derbas dikin û xwe ji wateyên xwe yên di zimanê
rojane de rizgar dikin, hewl didin xwe ji nav destên ferheng
û devokan ber bi asoyên nîgaş û hestan û vejîneke teze ve
ragihînin.
Dema ku di vê qonaxa malkambax de, em li serencama
çewisandin û qedexekirina zimanê xwe û li hewldanên serkeftî
yên şûştina mêjî û hestên xwe temaşe bikin û em hewl bidin
bi hûrbînî xwe ji hundirê xwe ve bixwînin, em dê bikaribin
berpirsiya helbestkarê kurd, wek pasvanê derbirîna herî kûr
û berfireh ê peyva kurdî, ji nêzîk ve bişopînin, binirxînin,
teqez bikin û biçesipînin.
Di kêlîka ku helbestkarê kurd bikaribe guherînekê di peyvê
de durist bike, ango wê peyvê bi şêwazê xwe biafirîne, bi
bîna xwe tevbide, bi rengê zarotiya xwe dawerivîne, bi
rengvedana hebûna xwe ya giyanî û derûnî birengîne, bi
henasa dîroka xwe wek bûnewerekî taybetmend ku xawen êş û
eşq û xewn e bilerizîne, di wê kêlîkê de, helbestkar hizr û
hestên berpirsiya xwe geştir û gurtir dike û ber bi
ravekirina têgehan ve, wek bûnewerekî dahêner, diçe.
Di çûyîna xwe ya berpirsyane de, helbestkarê kurd bi hêsanî
dişê pêrgî hişê peyva kurdî bibe, dikare di cih de bigihêje
baweriya ku hişê vê peyvê ne ji valahiyê hatiye, çunkî di
çûyîna xwe ya dilsoj û destpak de, dê xweber li pêşberî
Cizîrî raweste û dê qublenameya helbestkêr ber bi rexên
ronak û dewlemend û berhemdar ve bilezîne. Her wisa dê
careke din û ji nû ve bizanibe ku hevbeşê wî yê vê peyvê ne
Firdewsî û Mûtenebî ne, lê di pileya yekem de, bi tenê,
Cizîrî, Feqî, Nalî û Mehwî ne. Ta ku em û ew, li bin
sîwaneya peyvê, nebin hevbeşên afirandin û dahênan û
vekirina asoyan, em dê her û her serencamên herî dilsojane
yên buhujîn û asîmîlekirinê bin.
Ger helbestkarê kurd ê nûjen, nikaribe di êşa peyvê de, di
asoyên bêdawî yên derbirîna peyvê de, di renckêşan û firîna
peyvê de, di hest û nest û narîniya peyvê de, di xewn û
mebest û arezû û dînbûna peyvê de, di velerzîn û rêberî û
xilwetgeha peyvê de, ger neşê bi Cizîrî re bijî û dîroka wê
peyvê, qublenameya wê, bîra wê, bîrewerî û bûneweriya wê, di
navbera xwe û wî de hevbeş û dabeş bike, dê nûjenî lawaz û
kêmendam be, dê hewldan sist û kelê be û dê tu carî nikaribe
xwe ji bandor û akam û kartêkirina zimanê serdestan rizgar
bike. Ango dê nikaribe derbirînê peyvê di asta wê ya
dahênane û ciwan de ragihîne, bibêje, li qelem bide.