|

Dabeşbûna tevgera me li Rojavayê
Kurdistanê bi destên me bû,
û hêzkirina bizava me jî bi destên me ye .
Dr Ebdilmecît Şêxo
Ramangirê Ereb Prof.Dr.Burhan Xelyon dibêje;
" ÇARENÛSA ME NE LI SER ENIYA ME HATIYE NIVSÎN;
LÊ EWA BI DESTSÊN ME ÇÊ DIBE:"
Bê serdorên dirêj dixwazim yekser li ser çarenûsa gelê Kurd
û welatê me Kurdistanê rawestim. Di pêvajoka dîrokê de ji
ber dewlemendî û samanên Kurdistanê,yên li ser erdê û bin
erdê, welatê me her dem bi destên neyaran, dagîrker bû ye.
Ewa bi destên neyaran çend carkî hatiye dabeşkirin û bi
destên dijminan samanên welatê me hatine dizîn, ta niha jî
li sê beşên din jî ji aliyên destladran de têtin dizîn, gelê
Kurd bê vîna xwe û bi darên zorê ji dewlemendiya xwe bê par
ma ye.
Çarenûsa gelê me ta roja îro bi giraniyek pir mezin bi
destên biyaniyên dirawsê û paşê bi destên koledarên ewropî
hatiye destnîşankirin, ango mîna ku li jor Dr. Burhan Xelyon
nivisiye; "Çarenûsa me ne li ser eniya me hatiye nivisîn ;
lê ewa bi destên me çê dibe ..". Yanê çarenûsa gelê Kurd jî
li ser eniya gelê Kurd û li ser eniya Kurdistanê ne hatiye
nivisîn, ewa bi destên dijminan, koledaran hatiye parvekirin
û bindestkirin, lewra divê ewa bi destên me jî bête
azadkirin.
Gelê Kurd di jiyana xwe ya siyasî û netewî de ji hemû
miletên hawîrdoren xwe û ji gelên cîhanê re mêlg kiriye ku
ewî bi destên xwe, bi hêzên xwe, bi xûna xwe pir ji bo
çarenûsa xwe berxwedan kiriye û hîn jî ew bi hemû kanînên
xwe di vê riya pîroz de bi pîdarî berdewam e . Di nirîna min
de riweşta herî giring û baş ku mirovê Kurd kane xwe pê
serbilind bibîne ew e, ku ew yekcarî nikane zor û setemê
bipejrîne û ewa bê sênor baweriya xwe bi azadiya xwe tîne,
ev rastiyên erênî dîroka gelê me xemlandine, lê pirsgirêkên
herî mezin li nik me, ne başbûna karên rêxistinî û
dabeşkirina trevgera me ne.
Di vir de ez naxwazim li ser aloziyên rêkxirawî li beşên din
ji Kurdistanê rawestim, lê ez niyaz dikim ku bi çend rêzkên
sakar dîsan rewşa tevgera me di warê rêxistinî de di ber
çavên me re derbaz bikim. Yanê cerkî "Partî dêmkoratî
Kurdisanê li Sûriyê di sala 1957 an de hatiye damezrandin,
ne bi xêr cara yekem partiya me di sala 1965 an bûye du beş,
di sala 1972 an de bû ye sê partî û paşê her çend salan her
patiyek ji van partiyan dubare an sêbare bi destên me hatiye
perçe,perçe kirin,li dawiyê mîna ez zanim hejmara wan bi
partiyên biçûk ve gihane 14 partiyan.
Me berê ji gelê xwe re digot; ev partiya yemînî ye (rastgir
e) ya din yesarî ye (çepgir e), ya sisiyan berzanîst e, ya
çaran serbixwe ye. Belkî di wê demê de pir kesan dikanîn bi
hêsanî baweriya xwe bi vê partiyê an bi wê partiyê
bihanîna,lê piştî ku her yek ji van partiyan bû ye çend beş,
vê carê gelê me bi sanahî jî riya xwe di warê rêxtinî de şas
dike, bi sed hezaran Kurperwer ji hev û ji endamên partiyan
vekirî dipirsin û dibêjin; eger partiyek rastgir e, ya din
çepgir e, ya sisiyan berzanîst e, ya çaran serbixwe ye, lê
partiyên din çin e ???? Vê carê berpirsiyar, kadêrê û dostên
partiyan destên xwe li sîngên xwe dixistin û digotine gelê
xwe; em çepê li ser riya zanistiyê ne, çepên din keysebaz in
û ji riya Lênîn û Markis derketine.
Partiyên din jî digotin; ev partiya bi dewleta Sûriyê ve
girêdayî ye, û pêwendiyên pêşengên wan yekser bi dezgeyên
asayêşên Sûriyê re henin, hin partiyan jî li ser partiyên
din digotin; ewanan bi Berzanî ve besta ne, ewanan bi
fermana wî li Sûriyê dixebitin. Li vê dawiyê jî dîsan hin
partî hatine holê û ewanan li ser yên din dibêjin; evan
partiyan li Kurdistana Sûriyê naxebitin û ewanan nikanin
pirsgirêka Kurd li Rojavayê Kurdistanê çareser bikin.
Lê weke her kesek îro dizane piştî rûxandina sêstêma
sosyalîstiyê baredoxa siyasî li cîhanê pir hatiye guhartin,
heyama nûh bandora xwe li ser hemû têkoşînên siyasî kiriye,
lewra jî hin partiyên me nav û bernamên xwe jî guherîn,
dîsan h.w.d.û niha partiyek bi ya din re nikane bêje; tu
rastgir î an tu çepgir î, ango ev astengiya ramanî,
eydeliyocî ji holê rabû ye .
Lê tevî van guhertinên nûh, dîsan partiyên me pir bûn, ez
dixwzim li vir çend sedemên serke hûnim zimên 1-Ez bê peraw
û vekirî dibêjim; nizimbûna pileya rewşenbîriyê û ramanê li
nik pir siyasetmrdarên tevgera kurdî.2-Ezeziya bilind, yan
xwehezkirina pir mezin li nik gelek rêvebir û kadêroyên
partiyên me .3-Gelek pêşeng û rêberên partiyên me, ji ber
nexwşiya ezeziyê nikanin yan naxwazin fersendê bidin niweyên
îroîn û ewanan bawer dikin ku ew herdem mamoste û zana ne,
tevî ku ji me hemûyan re baş diyar e, pir endamên partiyan
di rêxistinên xwe de di rêzên paşîn da ne, lê ewanan ji
rêberên xwe yên rêxstinî pir şehrezatir û ronakbîrtir
in.4-Gelek caran pêşengên partiyên me çavtengiyan li
rewşenbîrên siyasî, yan li pisporên pêşeyan dikin û naxwazin
wanan li rex xwe, yan car caran jî li jor xwe bibînin
..5-Pir ronakbîr û bîrewerên me jî hene bê dadmendî xwe di
ser partiyan, yan xwe di ser tevgera xwe re dibînin, xwe ji
partiyan dûrdixînin û newêrin rexnên xwe jî vekirî arastî
tevgerê bikin, an destên xwe aşkere deynin ser nexweşiyên
keysebaziyê, nezaniyê, ezeziyê, an dîkteturiyê û h.w.d.6-du
sê partiyên me li Rojavayê Kurdistanê henin, belkî ta
radeyekê li ser tektîkên xebat û çalakiyên rojane di hundir
Sûriyê de ne lihev bin, lê dîsan jî bi ya min be cudabûnên
pir mezin di navbera wan de tune ne.7- dijwarbûna sirûşta
doza Kurd bi awakî giştî.
Eger serok û merokên me kanibin xwe ji van rûdawên neyinî û
zor tirsdar rizgar bikin, belkî tevgera me kanibe xwe ji
gelek aloziyên rêxistinî rizgar bike, dê hejmarên partiyan û
martiyan li nik me kêmtir bibin, dê baweriya gelê me bi
tevgera xwe xurtir bibe û dê bizava me di cîhana siyasî de
kanibe pirtir û rindtir xebata xwe bidomîne .
Tu kes ji me nabêje; bila hemû partiyêm me bibin yek partî,
ne xêr!lê em bi hezaran welatparêzên kurd bi dengên bilind
bang li partî û kesayetiyên ku mîna hev diramin, bi zûtirîn
dem xwe bigînin hev, dema me niha pir nazîk e, pir giring e,
xebat ji bo dêmokratiyê, azadiya gelan û mafên mirovan
berdewam e. Li aliyê din, rûya zordarên gelê me di nav
siyaseta Rojhilata Navîn û cîhanê de reştir dibe, lewra jî
divê partiyên me, kesayetiyên me yên rewşenbîr, rêzanzanên
serbixwe li xwe vegerin û bi kêmasî yên mîna hev diramin, bi
tenderustiyeke ramanî û siyasî baş û bê nexweşiya ezeziyê û
kursiyê dîsan werin cem hev û hejmarên partiyên gelê Kurd
kêmtir bikin. Lê divê ez vê rastiyê jî bêjim û li
gor ez dibînim, cerkî ku rêjîma sedamî hatiye rûxandin,
stêrka gelê Kurdistana Başur geştir bû ye, helwesta herêma
Kurdistanê ya netewî bi seroketiya pêşmergê qehreman serok
Mesud Berzanî xurtir dibe, serok M.Berzanî namên yekser û ne
yekser ji cîhanê û dewletên derdora me re pir bi zelalî
dibîje; mafê netewa Kurd heye ku dewletke xwe serbixwe hebe,
û her weha jî dîsan dibêje; emê piştvaniya xebata siyasî ya
gelê Kurd li her sê beşên din jî bikin. Ev tun helwesta
berpirsiyarene wireya siyasî û netewî li nik gelê Kurdistanê
û li nik hemû welatparêzên Kurd bilind dike, baweriyên pir
partî û cemawerê Kurd li her çar beşên Kurdistanê hîn bi
serok Mesud Berzanî hêztitr dibin, cimkî Mesud Berzanî û
P.D.K li ser binaxa rêbaza siyaseta welatparêziya hişmendî
ya nemir Mistefa Berzanî têkoşanên xwe netewî, têkeliyên xwe
mirovane bi gelên dirawsê re dajon, û serok Mesud Berzanî
rastiya rêbaza serokê nemir Mistefa Berzanî ji
niştimanperwerên her çar beşên Kurdistanê re mêlag kiriye û
ewa(rêbaza ) bi sedên nimûyên jîndar li Kurdistanê, li
Bexdadê, li Rojhilata Navîn û li nav dewltên "Yekitiya
Ewropî " çespandiye.
Li ber roniya van sedemên jorîn, pir partî û rewşenbîrên
Kurdên Kurdistana Rojav jî careke din li xwe vedigerin û
dixwazin berjewendiyên gelê Kurd biparêzin û vîna miletê xwe
derbibirin, lewra jî em niha dibînin hin partî û ronakbîrên
Kurdistana Rojava vedigerin nik partiya xwe ya dayik û hin
jî niha li ser riya vegerêne, ewanan dibînin ku P.D.K
El-partî bi seroketiya têkoşerê navdar Mihemd Nezîr xawên
helwesteke siyasî cîwest e, partiyeke cemawerî ye,
pêwendiyên xwe bi pir partiyên beşên din ji Kurdistanê re
xurt in û bi taybetî ewa xwe mîna partiyek bira ji PDK li
Kurdistana Başur dibîne û li ber sîtava nirîn û felsefa
siyasî ya M.Berzaniyê pakrewan siyasetên xwe li Kurdistana
Sûriyê û siyaseta xwe ya dervayî jî dimeşîne.
Bê ku ez navên hin partiyan an hin kesayetiyên ku li partiya
xwe ya dayik vegeriyane û yên dixwazin vegerin hûnim zimên,
ezê bê dudilî bêjim; ewanan gavên pîroz avêtine û davêjin,
ewanan xwe ji hin pirsgirêkên saykolocî, siyasî, rêxstinî
rizgar kirine, dixwazin hêza gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê
xurtir bibe û roja serketin û azadiyê ji miletê xwe re
nîzîktir bikin. Ji ber vê jî ez dixwazim bi bûneya van
xwelêvegerînên siyasî û rêxistinî gelê me û P.D.K –El -Partî
li Rojavayê Kurdistanê pîroz bikim.Li aliyeke din ez hêvî jî
dikim ku hin partiyên me, hin serok û sekretêrên me yên ku
mîna hev diramin û şêweyên çareserkirina pirsa Kurdî mîna
hev dibînin, bê dudilî refên xwe bikin yek, ji berku
pêşeroja gelê Kurd tenê di van gavavêtinên erênî da ye, ew
kesên ku niha ji ber sedemên ne rewa û diyardeyên ne
tenderustî li pêş yekitiya hêza Kurd radiwestin, em neçar
dibin ji wan re bêjin; ku ewanan ji bo kursiyên xwe nikanin
ji çar serokan, serokekî tenê derxin holê. Di vê derbarê de
ez hez dikim nimûnekê ji welatê Ereban hûnim zimên, dibêjin;
ji şalyarekî siyasetmedar pirsîn; te berê pir li ser
yekitiya hêzan, yekitiya partiyan û yekitiya dewletên Ereban
dipeyvî û te derbarê vê mijarê de dinivîsand, lê cerkî tu bû
ye şalyar, em gotin û nirînên te yên berê ji nabîhsin ??
Siyasetmedarê Ereb weha pir eşkere û bi mêranî bersivand û
got; ma ez dînim niha li ser yekitiya hêz û partiyan û
dewletan bipeyvim, eger dewletên erebî bibin yek, cihê min
dê li ku bimîne ? Vêca ez pir ditirsim ku pir serokên me jî
weha biramin, lê ewanan nikaninbin weha mîna şalyarê Ereb
bersivên xwe vekirî bidin gelê Kurd. .!!!
Elmaniya ,18.04.2007
|