|

HELBEST Û HELBEST
Welat Dilken
Heyv û roj, şev û ro
Ar û av û jiyan
fîstan e ji bo te.
Berf û baran
Erd û ezman
Kanî yî tu
Tîbûn im ez.
Keziyê gulan de tu
Çavê ewran de ez
Hejmara şîfreya
Ken û girî yî
Ez im lal
Zimanê dil î tu.
Evînperwer ez
Parizname tu
Azadî qiblegeh
Ez im şervan û eşqiya
Girtîgeh î tu.
Nav cîhan
Paşnav jiyan î
Li ser axa te, welat im ez.
Evîn tu, evîndar ez
Ba tu, li deşt û çiyan
Pel im ez.
Dohl û zurne
Govend û serkêş î
Di destê te de, destmal im ez.
Tu war û gund
Navnîşan û nasname
Li ber sînorê te
Penaber im ez.
Ez im derd û xem,kul û keser.
Ves û şadî,hevî û xeyal
Parizgeh û semayî tu.
Ez im tazî,ez im qefilî
Li ser bedena min
Kulav î
Tu helbest.
welat dilken
welatdilken@hotmail.com
|