|

Nîşanên
Herifandinê
Emîn Osman
2007.05.12
Îro, piştî van
salên dûvdirêj ên desthilata yekalî ya Bassiyan, dema ku em
li Sûryayê dinêrin û hewl didin derbasî naveroka jiyana wê
ya siyasî, civakî, aborî bibin, em ê ji bilî zordarî û
dîmagojiyeta ku peywendiyên sexte yên şexsî xurt dike, dizî,
sextekarî û talankirina aboriya welêt nebînin.
Wek serencama vê
siyaseta desthilata sûryayê û serencama ji holêrakirina
mafê mirovan di xwederbirîn û pêşkêşkirina ramanên azad, em
dibînin ku olperestî, taîfeperestî û malbatperestî bi
awayekî berfireh belav dibe û siyaseta dewletê bi wan vet ê
girêdan.
Lewra em bi çavan
dibînin ku çawan hemwelatiyên sûryayê, roj li pey rojê
kesayetiya wî ji hundir ve diherife û hasten wan ên ku
welatê xwe biparêzin û xwedî lê derkevin dimire û lawz dibe.
Îro wek ku her kes
dizane, desthilat bi dare zorê û bi alîkariya hêzên
ewlekariyê li ser piyan maye, hêzên ku aniha hene, bi hemi
rengên xwe ji bo desthilatê kar dikin, her wisa berpirs û
serleşerên van hêzan jî yan ji malbata serokê sûryayê ne yan
jî ji Taîfa wî ne. Rola van hêzan jî bi tenê berfirehkirina
qada zordarî û stemê ye, gemkirina millet e, û dirêjkirina
temenê vê desthilatê ye û binpêkirina demokratiya ku miletê
sûryayê gelek qurbaniyan ji boyî bi destxistina wê dide.
Bêguman, çi dengê
ku derkeve û hewl bide maskê ji ser rûyê vê rejîmê hilîne û
berjewendiyên Sûryayê biparêze û pêşeroja wê eşkere bike,
şerê wî bi dijwarî tê kirin û cihê wî yê dawî yan reva ji
welat e yan jî girtîxaneyên desthilatê ye.
Jixwe li gorî
raporên saziya lêbûrîna navnetewî, di zindanên sûryayê de,
işkence û şerên dijwar li dijî girtiyan tên kirin û ziyaneke
mezin hem ji alî laş ve û jî ji alî derûnî ve digihêje wan.
Di bin siya
vê rejîmê de, 3 melyon kurd dijîn. Ji derveyî pêkanîna
projeyên taybet li dijî kurdan yên wekî bêparkirina wan ji
hemwelatiyê û bi cihkirina ereban di navçeyê de û destanîna
ser erd û milkên kurdan, em dibînin ku desthilata suryayê
hetanî aniha li xwe mikur nayê û hebûna kurdan wek neteweyek
e taybetdi warê ziman û kultûra xwe de napejirîne.
Berevajî vê
yekê, stem û zordariya xwe dijwartir dike û hewl dide ku
pirsa mafê kurdan bincil bike û xwe li pêşberî hemî
hewldanan nebihîstî dike.
Ji derveyî
vê yekê, em dibînin ku çavsoriya ereban li dijî kurdan
gurtir dike û erebên herêmê bi çek dike daku kurdan
bitirsînin û kurd jî newêribin bi hêz beşdarî xebata xwe ya
ji bo mafên xwe yên mirovane bibin.
Di baweriya
min de, ev desthilat bi hemî prensîp û armancên xwe êdî nema
dikare pêşroja sûryayê û pirsgirêkên wê çareser bike û nejî
dikare Sûryayê deyne ser riyeke rast ji boyî avakirina
welateki azad û demokrat ku mirov di hundirê wê de hêjayî
jiyaneke bi rûmet bin.
Dizî,
talankirina welat û aboriya wê, kûrkirina desthilata Taîfê,
xurtkirina hêzên ewlekariyê, ev giş nîşanên ku ev sistên
berbi herifandinê de diçe.
|