kurdi@tirej.net

2009-09-24

 

 

 

 

Hijmara (28) an ji kovara /Hawara Nû/ derket
Hewlêr/Kurdistan

Hijmara nû(28)ya meha Nîsanê ji kovara Hawara Nû, ya ku Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî wê li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistana federe derdixe, kete ber destê xwendevanan de.


Hijmara nû gelek babet û mijarên hizrî û çandî yên giring hewandin tevlî jimarek gotar û lêkolînên bi herdû zimanên erebî û kurdî. Ji bilî sergotara bi navê "Beşdar be...tê bizanibe" ev navnîşan di kovarê de cîh digirin: Dosya hijmarê bi navê"Kurd û Ereb" ya Selah Bedredîn, Federalîzmên Iraqê û gengeşa ser nasnameyan ya Dr.Ebdulhusên Şe`ban, Paşeroja dêmokirasiyê li Filistînê di dema niha de û rola hêzên çep ya Xazî Soranî, Pirsgirêka kêmneteweyan li ser xaka Islamê:sekûlarîzm garantiya hevwelatîbûna tevav e ya `Efîf Exder û Tepeserkirina Qubtiyan ji dema hatina Islamê ve ya Şenûde Hîlal.


Di beşê kurdî yê kovarê de, jimarek ji gotar û lêkolînên hizrî û wêjeyî cî digirin: Teknîka seridandinê di romana jinê de -semînera Rêwas Ehmed, Ji Mihabad ta bi Mihabad: Xewna Kurdiya şêrîn ya Besam Mistefa, Dosya ser Barzanî sandoqa Stalîn ya polayî da-ya Wezîrê Eşo, Bêkes îşkenca hebûneke bê dawî ye-ya Kerem Yûsiv, Lêkolîna ser "Helbestvanê kurd şêx Memdûhê Birîfkanî " ya Besam Mistefa, "Ax Dayê!" çîroka nivîskar Mîrhac Mistefa, "Be Çirpewe" gurzek helbestên Zana Q.Dizeyî, û lêkolîna ser zimanê Kurdî ji aliyê birêz Hesen Huseyîn Denîz "bûyera ketina tîpan-beşa 5" .Navnîşana kovarê ya ilktronîk jî ev e:

www.hevgirtin.net
 

Sergotar:


Beşdar be...Tê bizanibe
Weke hercarê, dema ku wextê şanogeriya hilbijartinên wêneyî(sexte) yên Sûriyê nêzîk dibe, deng bilind dibin û nêrîn û helwêstên partiyên kurdî dikevin pêşbirkê de. Alîgirên beşdarîkirinê di hilbijartinan de, li benda"xêrek"êji serokomar dimînin-weke ku di serdema Hafiz Esed de pêkdihat-dema ku hinek kes ên ku biriyar bi tevahî bicî tanîn tanî di şêweya rûniştin û danûsitendina bi dostan re û ezberkirina pesindan û naznavên serokayetiyê-di parlementoyê de dihatin te`în kirin. Pirsgirêka van alîgirên kilasîk ewe ku şansê wan nîn bû ji ber gelek sedeman weke derketina alîgirin dinê ku di nava xwe de hesreta ketina parlementoya rêjîmê ji mêj ve vedişêrin, yên ku heye bibine pêşbirikên wan di warê pêşkêşkirina xizmetan bi taybetî rawestandina kolana kurdî û aramkirina wê û dûrkirina"tundrewan"!!ji wê.


Bandora pilanên rêjîmê van rojan di gorepana kurdî de diyar e, bi taybetî ser girûpên partiyên me, yên ku weke zîbeqê bi şev beşdar in û bi roj ne başdar in, bêyî ti guhdana balkêş ji aliyê cemawer û welatparêzên kurd ve. Ev jî nîşaneke din e ku hilbijartinên ku dê di dawiya vê mehê de–Nîsanê-pêkwerin ne ciyê baldariya welatiyên kurd e nejî welatiyên Sûriyê bi giştî-ji xwedî ezmûn bipirse ne ji hekîman!-


Van rojan em note û awazeke nû dibihîzin ji hinek kesên ku ji rastiya pirsgirêka kurdî tênagihin, û li dirêjahiya jiyana xwe ya siyasî têkçûyî û binkeftî bûne, ku dixwazin navdar bibin. Bi rengekî nedîrekt, bang û awazên wan dikevin xizmeta berjewendiyên desthilatdariyê de, bi taybetî cidakirina tevgera siyasiya kurdî ji tevgera opozisyona dêmokiratîka Sûrî bi hincet û behaneyên ne reel û çewit dema ew dibêjin ku pirsgirêka kurdî dikare çareser bibe bêyî bicî anîna rêjîmeke dêmokiratîk, û bazarê bi rêjîmê re ji pişt opozisyona Sûrî ve ya ku nikare desthilatdariyê bidest bixe li gor wan, dikin.


Ecêb e ku hinek kes rastiyan bi vî rengî tevlîhev dikin: Çawa beşdarîkirin di bangewaziyên rêjîma ku ji xwe venasînê bi hebûn û doza milletê kurd nade dibe?!.Çawa beşdarîkirin di hilbijartinên ku di bin saya yasayên `urfî û û awarte û desthilatdariya partiya serdest–ya ku serokatiya dewlet û civakê dike-û tunebûna yasayeke hilbijartinan ya dêmokiratîk û modêrin û yasayeke ku karûbarên partiyan û ragihandin, medyayê birêve bibe, dibe?Ji vê wêdetir, gelo çi sûdeya beşdarîbûna girûpên kurdî di hilbijartinan de, di vê atmosfêra parçebûna partiyan-jimare wan aniha 24 girûp e–û parçebûna mezin di tevahiya tevgera neteweyî kurdî û maytêkirin, desttêwerdana alavên ewlekariyê di laşê wê de, heye?