|

Li xwe
vegere
Yasîn Hisên
Şeş stiran
di bedena xwe de veşartibûn
Stirana heftan
Ji dilê min re hiştibû!
Û
Ew, Ji her heftan,
min diafirîne
Bê helbest…..
Li xwe vegere
Û
Min jî bi xwe re bibe!!1
Nevviya keştiyên ters
Dapîra goncalên zindiyan…
Û ez mina gemîvanekî bê xwedî
Li benda bayê te bûm…
De bimeşe…. here
Ê me, em xwediyê şûr û mertalê textikî ne..!!
Em xwediyê zuhayê ne
Gavên me ji yê yezdanan dirêjtir in….
Tê bîra te
Dema te şeş stiran ristin
Û avêtin ser pişta min?
Min jî li gel a heftan hemû striyên cîhanê
Di laşê xwe de radikirin…
Dema çavên te
Mina stêrkan seyran dikirin
Û
Lêvên te
Şepol li min
Gur dikirin…
De ka bêje
Bê li xerîbiyê
Kî ji te re li tembûrê dixe…?
kurdi@tirej.net |