Li rojeke germ û samal yên meha tebaxê, ji
heftiya yekem ji rawestandina cenga heşt
salî, berpisyarên dewletê daxwaz ji gişt
yekêtîyên kar kiribu ku li gorepana parêzgeh
ê kom bibin. Li pêşiyê siruda niştîmanî ya
welatê di navbera Durûbaran da hat xwendin û
di piştra sirudên serketina cengê bi
bilindgoyan bi ser her çar kinarên kelha
ÇiwarXoda da diçun. Ew çend roj bun Imamî
perdaxa jehrê vexwaribu welê hêşta pê ne
miribu.
Welatî bi temamî di wan sirudan ne di
gehiştin, ji berku hemî bi zimanê Erebî bun,
welê hest û fêhm dikirin ku nîşanên ceng bi
dawîbunê ye û hêrîşên leşkerî ew çend roj
bun li deverên sinorî hatibun rawestandin.
Arayê jî gîsên xwe yên weke biskên kahran û
bi ser milên xwe da berdabun û di nêv rêzekî
jinan da rawesta bu, serê xwe şor kiribu û
li jêr mêze dikir.
Ji nişkê ve mamostayek ku di çaxê xwe da
hevala wê ya xwendingehê bu bi rex ve
rawesta û destê xwe dana ser milî.
“Aaa… Aşna, ev tuyî, tu çawayî?!”, Ara lê
zivirî, bi dengek aram di nav wê xwelkî da
axivî û got.
“Ez başim, tû çawayî…Ara!”.
“Ez ne başim!”.
“Fêhm dikim!. Hun niha li kurin?!”.
“Pîrmam!”,Arayê destên xwe yên bi qirêj û
qeşavgirtî di ser hevda birin û êdî xwe
bêdeng kir.
“Niha çi kar dikî?!”.
“Te ez qet nedîtime li ser cadeyên Pîrmam!”.
“Na, nê ji mêjde ez ji wir çume û niha li
Şeqlawa dersan didim!”.
“Ihmm… lewra min tu ne di dîtî!”, Arayê serê
xwe hinek şor kir û dibin burhên xwe da li
dorên xwe mêze kir û dengê bilindgoyê guhên
wan pir kiribun.
“Te xwendin temam nekir?!”.
“Na, diya min mir, li goristana Pîrmam hat
veşartin, û piştî hîngê kawdanên min yên
derûnî û aburî pir xirab bun”.
“Pa tu li cem babê xwe dijîyê!?”.
“Nexêr, li cem meta xwe. Jinbaba min ez
derxistim û got: nabê biçî dibistanê, divê
tu karê malê bikî, û ji min ra pir
destnexoşî çêdikirin”.
Piştî wê hevpeyîvînê hestên şermê di naxê
Arayê da xurt bun, û li himber hevala xwe ya
zaroktiyê hest bi kêmatiyeke bê hempa kir.
“Dihêt bîra min di çaxê xwe da û demê li
dibistanê tu ji buyî xwendin û nivîsînê
gelek çalak û ba hoş buyî, û di wan hersê
salên qonaxa navincî da li ser xwendingeha
me di pileya yekem derçuyî… pa te çira dest
jê berda?!”.
“Eger her ew bun yên min bas kirîn…Aşna!. Ez
çi bikim ji kawdanên xwe yên bedbext û
kembax min dest ji xwendinê berda!”.
Piştî wê hevpeyîvînê Aşnayê xwe bêdeng hişt,
û çi pirsên din ji Arayê nekirin, belku
tenha hinek li ser buyerên rojane axivîn.
Ara dijiyê xwe yê weha xurt da, yeke bejin
bala û barîk bu, hergav qemîseke zerkî û li
ser pantelonekî jeans î şîn li ber xwe dikir.
Pora wê weke avrîşmê reş weha nerim û dirêj
bu, rûxsar jî hinek tenik û spî bu û rengê
çavên wê mîna keskatiya darên kajan bun.
Bi hoşmendî karê xwe dikir û li ser wan
cadeyan pakêtên cigaran ji xwera di frotin.
Piraniya pakêtên cigaran ji firoşgahê Mam
Îsayî babê Alan hevpolê xwe yê xwendingehê
yê kevin di krîn û dibirin ser cadeyan ji
buyî firoştinê digerandin.
Hinekcaran Alan bi tenê diçu ber dikanê û
demê Ara diçu wir bi hevra gengeşeyên civakî
û ramyarî dikirin. Roj bi roj hevaltiya wan
xurttir bu û li hev bistehtir bun.
Rojekê Arayê hinek poster û raport li cem
Alan dîtin, welê nizanî naveroka wan li ser
çiye, gava Alan hinek bi bazarkirinê ve
mijûl bu, furset peyda kir ku wan posteran
hinek vexwîne. Piştî ku vexwendin careke din
bi dizî ve hêdî dihev pêçan û kirin di cihê
wan da dibin maseyê ve.
Naveroka wan posteran kênceke gelek mezin li
hest û hizrên wê kirin û kêfa wê pir jêra
hat. Êdî baweriya wê bi Alan bi hêztir bu û
kêfa wê jî pitir jêra hat. Hinek caran demê
hevpeyvîn di kirin êdî bê perde û potrak di
axivîn û bîrên wan baştir ji hevra aşkira
dibun û hevpeywendiyeke giyanî xurt jî di
navbera herduwan da payda bu.
Bi berdewamiya wan peywendiyan, êdî bun
hevalên hev yên yek doz û yek rêbaz, û her
du meha carekê raportên xwe li ser kawdanên
ramyarî û rêkxistinî amade dikirin, bi
hêceta cigarefirotinê dibirin Soran û li wir
di gehandin destê hevkarekî din û bi nihênî
di şandin komîta deverê.
Êvarekê ji rojên gulanê yên gerim li Soran,
hinek posterên ramyarî dibin sindoqa wê ya
cigaran ve bun û du sîxurên asayîşê li
himber rawestan, her yekê pakêteyek jê kirî,
û dest havêtin bêrûkên xwe dravdankên xwe
desrxistin û bihayê wan da.
Diwî demî da rengê wê weke cangî spî bu,
xunaveke hûrik di rûyê wê da havêt, lêvên wê
zuha û hişk bun, û sawanî bi têhneke dijwar
kir.
Diwan serûbendan da her diwê rojê da malxurê
meta wê yê ku ew çend sal bun esker di
şerekê da li Sefînî bi destên PŞ hat êxsîr
kirin û wê vetîreyê kênceke mezin li
kawdanên xêzanê yên aburî kirin û barê wan
girantir kir.
Piştî hîngê eger her roj sê demjimêran
pakête firotiban, kirin heşt demjimêr û êdî
bu karê wê yê rojane.
Meta wê ji buyî azad kirina mêrê xwe ket
bizav û xebatê, welê hemî hewildanên wê bê
serencam derdiketin û car din hîvîyên wê di
temisîn, dilşikestî û bê zar dima.
Ara pê agahdar bu ku mêrê meta wê li kur
hatiye girtin û zindan kirin, welê xwe bi
ser tiştekê ve ne dibir.
Rojekê meta wê hew dît mêrê wê ji nişkê ve
hat ber dergehî bêyî, ku bizane kê ew daye
berdan û kesê nizanî egerên berdana wî çawa
û çi bun ji Arayê zêdetir.
Barûdoxên wan yên aburî her berew lawazîyê
ve diçun û rawestandina cengê bu yek ji
egerên bê kariyê di nava gel da.
Piştî demekî dirêj ji xebat, têkoşîn û
çalakiyên nihên, Arayê û Alanî biriyar girt
ku bi hevra bi zewicin. Piştî ku bi hevra
zewicîn, bi çaxekî dirêj man bê zarok, û
miraza herduwan ew bu ku zarokek hebe. Bi sê
salan piştî zewicîna wan hêzên leşkerî yên
Îraqê welatê Kuwêtê dagîr kir.
Ara û Alan herdu cotên xort, baş agahdar bun
li ser buyerên rojane yên ramyarî, her
demûçax guhên wan bi êzgê dengê Kudistanê ve
bun û li benda agahdariyan bun.
“Cengê destpêkir û hêzên hawpeymanan
gehiştin Fao, û gelê başur jî wê li dijî
rijêmê rabuyî ser xwe”, bi vê gotinê rojekê
spêdê zû Ara li hindav serê Alanî rawesta û
ji xew rakir.
“Çi mizgînîyeke xweşe serê vê sibê!”, Alanî
çavên xwe vegemirandin û jêhel li hevjîna
xwe nihêrî.
Çend rojan paştir êdî agirê serhildanê berbu
bin lingên Kurdan jî û dawiyê dor gehişt
Pîrmam. Yekemîn car Ara û Alan bi hevra û li
gel komeke din yên serhildêran gehiştin
avahiyê asayîşê, gelek karmendên wê têve
kuştin û yên mayîn sax jî bi destan jê
derxistin û çekên wan jê standin.
Piştî hîngê bi demekî kurt li trombîlan
siwar bun û hirişî ser stexra fihrisê ometê
kirin li Serê Bilind, piştî şereke kurt ew
jî stand, gişt karmendên wê jî kuştin û dîl
kirin.
Di dawiya wî şerî da Alanî kaşê tifenga xwe
kişandibu welê fîşek ne teqandibu, belku
hema weke xwe mabu li ber û ji bîr kiribu ku
inyet bike.
Weha ji xebat û bizavê herdu pir wastiya
bun, di êvarê da hatin malê û hinek bêhna
xwe vedan. Spêdê zû ji berî hemî tiştî, Alan
ji mereqe mezin ji xew rabu, hinek bi
radiowê ve mijûl bu, lê paşî dana û rabu
hinek av ji buyî çayê germ kir û ma li
hêviya Arayê û dayîka xwe ya pîr heta ji xew
rabin.
Demê hemî ji xew rabun çavên xwe şûştin û li
dor sifra têştê veniştin. Alan xwarin zû bes
kir, peyaleyekî çayê ji xwera dagirt û xwe
pê mijûl kir. Paşî peyala xwe hêşta nîv vale
dana di binkaskê da û rabu tifenga xwe ya bi
dîwêr da helawîstî ji kelemî vekir, dîsan
venişt himber Arayê û di tifengê xebitî.
Lûleya tifengê ketibu sîngê Arayê û li herdu
rexan li hev di qulipand û lê mêze dikir.
Dawiyê engoşta wî ya nîşanê ket ser lolebê,
û ji nişkê ve bu qirêna wê û Ara dibin agirê
xwe da di xûnê gevizand.
Alanî her di cih da tifeng havêt û xwe
hevête serê termê wê, ji pişt ve destên xwe
dan qulicên wê û devê birînên wê girtin,
welê êdî bê mifa bu, pêlên xûnê weke
heriyeke gerim û tîr di nêv pencên wî da
hilavêt. Hindî li dorên xwe gera tiştek bi
dest neket ku di birînên wê bi pêçe, hema
şaş bibu û hemî der li ber çavan tarîk bibun
û hizir di serî nemabun, mîna şêtan her li
dorên xwe vedizivirî û destên xwe yên bi xûn
li serê xwe di dan û kincên xwe di xûnê ra
sor kirin.
Dayîka wî ya pîr jî her li cihê xwe weke
mirîşkekî serjêkirî vediperpitî û dawîyê li
kurê xwe kir qêr û got:Bu nexoşxane…pizîşk.
Bi hawarkî gehandin nexoşxana Pîrmam, welê
êdî bibu dereng, Arayê şerenîxa dawî bi
jiyanê ra dikir û henaseyê dawîn weke
hilmekî gerim bi ser lêvan da çu.
Rojên paşin diktor jî ketin dûvçun û
pişkinînan li ser egerên wê rûdanê. Demê
pizîşkan ceste kelaştin ku azmayîşên zanistî
li ser bikin, dît Ara ne bi tenê ye, belku
ew şeş meh bun dayîka zikê xwe bu, ku yek ji
miradên wê yên serekî bu.
Rengê Arayê, şêwazê peyîvînê, kenî û
girnijînên li ser lêvên wê êdî bi şev û bi
roj ji ber çavên Alanî ne diçûn. Herdem
hizirên wî li ser wê rûdan û windabuna wê ya
bi nişkvîn belav bun. Êdî şev û roj lê bibun
yek û hedara wî li derekê nedihat.
Piştî burîna salekê di wî halî da Alan bu
jiberbêjer, pergende, dêwane, şevger û
kolangerê bajêrkê xwe yê havîngeh, çi dota
dîtibaye gazî dikirê: Araaa… meçû canim…
meçû, û Arayê di kûratiya siruştî da
dengvedida, her diçû, diçû û ne di zivirî.