kurdi@tirej.net

Mirovên ku ba û esman têra dînbûna wan dikin, mirovine bextewer in. Jimara wan kesan têra wêrankirina her tiştî dike(R. Şar) ► Arezû ji êşa dil kûrtir e(Nitşe) ► Kê navê evînê kiriye evîn!? Pêwist bû mavê wê kiriba mirin(Gyoyohara)  
 

 

 

 

 

 

Besam Mistefa

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

K

 

 

erkûk:Dilê Kurdistanê ye!
 

 



 




Roj û meh bi lez berbi dawiya sala-2007-an ve diçin, sala ezmûna Kurdiya zehmet û dijwar hinde ko referanduma destnîşankirina çarenûsa Kerkûkê, li gor benda 140 î ji makezagona Iraqê, dê li dar bikeve.Kerkûk, ev bajarê pirreng û dîmenê piçûk yê Iraqê, di rê de ye ko li hembêza xwe ya rastî vegere, ji ber ku ew berê û niha jî Kurdistanî bû, dil û qiblegeha Kurdistanê bi agirê xwe yê geş ku qet nayête vemirandin, bû.Lêbelê, rê bi şax û dax e, bive û asteng pir in, û dijmin ji asoyê çavdêriya liberbabûna ala Kurdî ya rengîn di asîmanê Kurdistanê de dikin, û bi dûrbînên kîna xwe, sînorên welatê Kurdan yê birîndar, dipîvin!
Di destpêkê de, divê kar şev û roj were kirin ji bo bidestxistina armanca xwestî û bicihanîna dadmendiya ku di serdema tarî û dîktatorên jinavçûyî de, hatibû perçiqandin.Pêşî, kampaniyeke berfireh û birêxistî ji aliyê millet û serkirdayetiyên siyasî bi taybetî herdû partiyên sereke di herêmê de, were destpêkirin.Her weha, ev kampaniye di rastiyê de were xuyakirin.Di vî warî de, her kar û tevger û xwepêşandanek dikeve çarçoveya armanca lêgal, angu vegerandina Kerkûkê berbi hembêza wê ya Kurdistanî ve, û veguhastina herêmê bo workşopeke bê rawestan di riya girêdana konferans û semîner û heleqeyên lêkolînî nemaze yên di derbarê dîroka Kerkûkê û berzkirina nasnameya wê ya Kurdistanî û balkişandina berbi gel û etnîkên wê yên pir ve, ta radeya ko ev mijar bibe ya sereke di seranserê herêma Kurdistanê de, tanî lidarxistina referandumê di dawiya vê salê de.
Berbi dilê Kurdistanê ve, divê kampaniyeke ragihandinê ya berfireh û giştî were meşandin.Tevahiya navgînên ragihandinê, bê rawestan divê tevlî wê bibin.Kenalên asîmanî û radyo û rojname û kovar û malperên ilktronîk yên Kurdî divê beşdariyê di kampaniyaya gotî de, bikin.Pêwîst e ew beşê mezin ji dem û bername û rûpelên xwe ji mijara Kerkûkê ya here giring û çarenûsî re terxan bikin.Cemawerên Kurdistanê nexasime li Kerkûkê amade bikin û bala wan bikşînin ser giringiya mijarê ya dîrokî û katî û paşerojê.
Kerkûk, tevî hemû konevaniyên erebkirin û guherandina demografîk, bajarekî Kurdistanî ye û pirsa wê pirsa tevahiya milletê kurd e.Ew ne pirsa partiyek anjî rêxistineke taybet e....Kerkûk pirsa 40 milyon Kurdî, li her çar parçeyên Kurdistanê ye.Kurd, li parçeyên dinê Kurdistanê divê ko–li gor imkanên xwe-beşdarî vê ezmûna Kurdî bibin, bi herman şêweya ku dewletên dagîrkerên Kurdistanê li parçeyên din, maytêkirinê di pirsgirêkê de dikin, nemaze Tirkiyê-serpêhatiya wê di Qibrisê de li bal e !-ya ku ro bi nîvro dijminahiya xwe ji Kurdan re diyar dike, gefan li Kurdan bê havil dixwe....weke nimûne rojnameya (Qel`e) ya Tirkmenî berî çend rojan serjimareka provokatîv belavkir ko xwedê giravî ji % 86 ji erebên Mûsil û Kerkûkê piştgiriya maytêkirina Tikriyê di karûbarên Kerkûkê de dikin!Li milê din, daxuyaniya lîderekê kurdên bakur/Tirkiyê di cihê xwe de hat, dema ku wî got:Êrîşkirina Kerkûkê, êrîşkirina Amedê ye!Bi gotineke din, divê hemû navgînên ragihandinê bikevin xizmeta doza dilê Kurdistanê...Kerkûkê!
Di heman çarçoveyê de, babeta Kerkûkê bibe ya here giring û pêşîn li nik nivîskar û rewşenbîrên Kurd tanî pêkanîna referandumê di dawiya salê de.Di vî warî de, her karek, gotarek û tîpek dikeve xizmeta armanca xwestî de, û dibe beşdarê bicihanîna mafê gelê kurd yê rewa û adilane.
Kurd li hemberî ezmûneke mezin û dijwar in ji ber gelek asteng û behane û hincetên bê kok û ji rastiyê here dûr derbarê "destdanîna"gelê kurd ser bajêr!Pirsa Kerkûkê zelal e û li gor madeya 140 î ji makezagona Iraqê tê çareserkirin.Diyar e ko makezagona Iraqê ji aliyê tevahiya gelê Iraqê ve hatiye pijirandin û li serê hatiye lihevkirin.Berevajî tiştên ko hindek şovonîst û zikreşên ereb û tirkmen...htd dibêjin ku destûr ji aliyê Kurdan ve hatiye nivîsandin!.
Dema niha, dema şiyarbûna Kurdiya mezin e.Dema têkçûna dîktatorên bednav û kîndar yên ku li ser dilan û singan bi salan veniştî man e.Kurd berbi rastiyê ve diçin.Ala Kurdî ya sê rengî û şêrîn asoyên welêt dixemilîne û li bilindahiya asîman li ba dibe.
Lêbelê....!
Kurdistan bê dilê xwe radize!Agirê herdemî yê Babagurgur vîna kurdên azad û serfiraz tev dide:Kerkûk dilê Kurdistanê ye....dilê Kurdistanê Kerkûk e!!


 

 

 

Banga Kovara Urkêş

Piştî çend mehan ji derçûna jimara 1ê, aniha desteya nivîskarên Kovara Urkêşê dest bi amadebûnan dike, daku jimara 2ê ya kovarê çap bike.
Desteya nivîskarên Urkêşê, banga xwe digihîne rewşenbîr û nivîskarên zimanê kurdî ku berhemên xwe yên teze û nuh ji boyî vê jimarê li ser emaila Urkêşê, di hundurê du hefteyan de bişînin.
Desteya Nivîskaran vê bangê wek derfetekê dibîne ku, spasiyên xwe yên germ pêşkêşî bike ji hemî rewşenbîr û welatparêzên ku alîkariya belavkirin û firotina jimara yekê ya Urkêşê kirin.
Her wisa Desteya Nivîskaran, helwesta Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Tayê Duhokê, ya ji boyî berdewamkirina Urkêşê, helwesteke rewşenbîrane û cihê serbilindî û şahnaziyê dibîne.
Em li bendî lêkolîn, werger, çîrok û helbestên we ne!
urkes@rojava.net
www.rojava.net

 

 

 

 

 

 

 

 

TÎRÊJA KURDÎ

kurdi@tirej.net

 

ARSHIV 2006

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006