kurdi@tirej.net

Mirovên ku ba û esman têra dînbûna wan dikin, mirovine bextewer in. Jimara wan kesan têra wêrankirina her tiştî dike(R. Şar) ► Arezû ji êşa dil kûrtir e(Nitşe) ► Kê navê evînê kiriye evîn!? Pêwist bû mavê wê kiriba mirin(Gyoyohara)  
 

 

 

Berzan Birîvî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

S

 

 

têra min
 

 




Stêrka şeva min
Ka destê xwe bide min
Xwe têxe bin çengê min
Ez ê bi baskan te biparêzim
Em ê bidin ser rêçek e
Dirêj û dûr û bê dawî û bê veger
Ta em tê de winda bibin
Heger tu westiyayî
Serê xwe li ser sînga min deyne
Ez ê tiliyan ji porê te re
Bikim şeh
Ji bo xewnên te
Bibin alên li ber ba
Ji bo çav hêsiran nenasînin
Dêm û lêv
Şîniyê ji xwe bi dûrxînin
Şînî li wan bigere wan nebîne
Dema ez û tu
Peyala evînê li hevxînin
dê heyva çarde şevî
Ji perîşanî.. ji fediyan û duxmê
dê ..
xwe bide ser hev
Û bi hêsiran
Newalên li pêş me
Bike deryayek
Em ê li beravên wê
Bi tiliyên xwe gunehan bişon
Û bedena xwe
Li ber tava heyvê raxînin
Em ê hungiv
Ji kewaran binoşin
Ta dilop tê de nemîne
Sînga xwe ji min re
Bike berqef û min tê de hilîne
Bi nenûkan
Li ser bejna min binivîsîne
Ev goriyê evîn e
Ne evîndarê zîn e
Evîndarê jîn e.
 

 

 

 

 

 

Banga Kovara Urkêş

Piştî çend mehan ji derçûna jimara 1ê, aniha desteya nivîskarên Kovara Urkêşê dest bi amadebûnan dike, daku jimara 2ê ya kovarê çap bike.
Desteya nivîskarên Urkêşê, banga xwe digihîne rewşenbîr û nivîskarên zimanê kurdî ku berhemên xwe yên teze û nuh ji boyî vê jimarê li ser emaila Urkêşê, di hundurê du hefteyan de bişînin.
Desteya Nivîskaran vê bangê wek derfetekê dibîne ku, spasiyên xwe yên germ pêşkêşî bike ji hemî rewşenbîr û welatparêzên ku alîkariya belavkirin û firotina jimara yekê ya Urkêşê kirin.
Her wisa Desteya Nivîskaran, helwesta Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Tayê Duhokê, ya ji boyî berdewamkirina Urkêşê, helwesteke rewşenbîrane û cihê serbilindî û şahnaziyê dibîne.
Em li bendî lêkolîn, werger, çîrok û helbestên we ne!
urkes@rojava.net
www.rojava.net

 

 

 

 

 

 

 

 

TÎRÊJA KURDÎ

kurdi@tirej.net

 

ARSHIV 2006

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006