2009-09-24

 

Hatine bask şikestî

Kamran Simo Hedilî
 



îro
firên awirên min
ne kêliyê
bîranînan digirin
cihên diçine
wir dikine warê bêdeng
bajar dibin
paytextên tenêtiyê
hatin dîmenên alreş
aso tarî
sitewr in kaniyên hêviyê
sil bûye
xwedawenda şadî ye
û
nabînim
dûmahiya janê
kenê pencereyeke vekirî
tiştekî xeyalan bihejîne
daxwaziyeke bi cih were
dilekî birçîtiyê têr bike
dirêjkirine destekî vekirî
zindîtiya çavan
jiyaneke biçe armancê
nabînim …
îro
ne kêlî
êşa bîranînan heye
awir
di masîdanka bêav de
diperpitin

22.03.2007


 






 

 

 

 

kurdi@tirej.net