Îşev Newroz li mala Hesenê Şanbaz e, ha ji xwe hebe.
Ji kesî re nebêje, destmalekê li rûyê xwe bipêçe,
bila kes te nebîne û nasneke.
Piştî wê, em ê herin agir li ser Girê Hemdûnê
vêxînin. Netirse, me teker amade kirine, dê Şêxo me
bi cîpê bibe.
Kêlîkên ku di navbera mala me û xaniyê Hesnê Şanbaz
de, kêlîkine bi qasî ku dijwar bûn wisa jî watedar û
taybetmend bûn, bawer nakim mirov bişê wan derbibire,
bi zimanekî hêsan bibêje û bi nîgaşên sade
binivîsîne. Her wisa bawer nakim di hişê min de, der
barê Newrozê, ji wan kêlîkên di navbera mala me û
mala Hesen de xweştir, çêjbartir, tirsnaktir û
kûrtir hebin.
Lê dawî ez giham sere kolana wan!
Sala 1975’an e. Êvara 21’ê Adarê ye. Em şikestî,
xemgîn û bêhêvî ne. Em sê kes in. Ez, Yûnis û Xêro.
Em li mala Xêro Newrozê pîroz dikin. Her yek ji me
bi awayekî rûniştiye û di hizrên xwe de bi tiştekî
mijûl e, lê em bi hev re li Tehsîn Taha guhdarî
dikin û bi hev re jî bi dûya cigareyan xewnên xwe û
temenên xwe dişewitînin.
Ji nişkê ve bavê Xêro derbasî odeyê bû, ji dûya
cigareyên me baş nedihat dîtin. Beriya ku dest bi
girî bike û me jî bi xwe re bigirîne, ev hevoka han
got û derket:
- Hêviya me Berzanî bû law, wa ew jî çû!!
Di wê kêlîka ku em digiriyan, Tehsîn Taha Bihêre
Destar Bihêre digot.
Niha jî em ê Newroza xwe li mala Wehîdo pîroz bikin.
Lê niha em şagirdên salên kutayî yên xwendexaneyê ne,
her rêxistinek hewl dide belavokên xwe bigihîne me,
her rêxistine hewl dide ku me bike hevalê xwe.
Hewşa mala Wehîdo pir mezin bû û odeya mêvanan bi
sere xwe di koşeya hewşê de dûrî odeyên din hatibû
avakirin. Ode mezin bû. Sobe dadayî bû. Eliyê ku di
nav me de hevalê Partiya Çep a Kurd bû, der barê
rewşa şoreşa başûr dipeyivî û ji nişkê ve mijar
guherand û behsa Kawayê Hesinker û Zehak û ziyamaran
û mêjiyan û serkeftinê kir.
Deriyê odeyê vebû. Şêxoyê bejindirêj û zirav derbas
bû. Kum û koloz, şal û şap û di dest wî de jî ala
rengîn. Jixwebawer, serbilind, ber bi me ve hat, lê
bi gavine tund û hêmin, bêdeng û ji dil. Em giş
rabûn ser xwe. li pey Şêxo ketin rêzê, me destê xwe
yê rastê bilind kir û di odeyê de me dest bi marşeke
leşkerî kir.
Welatê me Kurdistan e
Cê meskenê me kurdan e
Şêxo bi dengekî kûr, tûj, ji hinavan derçûyî li
pêşiya me dibêje û em jî li pey wî vedigerînin.
Ala rengîn a ku di destê Şêxo de û bi serê şivekê ve
hatibû girêdan, Şêxo ew ji çend terîşên kesk û sor û
zer û spî çêkiribû, yeko yeko dida destê me, yeko
yeko em li pêş dimeşandin û yeko yeko ji me re digot:
Ev ala Kurdistanê ye, pêwist e herdem li jor be!
Min
hetanî niha, ji kolana mala Hesenê Şanbaz dirêjtir
nedîtiye
Hetanî niha min li stranekê guhdarî nekiriye ku bi
qasî Bihêre Destar Bihêre ya Tehsîn Tahayî ez xemgîn
kiribim.
Hetanî niha min aleke rengîn ji wê ala ku Şêxo bi
terîşan çekiribû, spehîtir û şêrîntir nedîtiye!