|
Jêrhişa kulturî û
aîdiyata ‘me’
Omer DILSOZ
22 Adar 2007
www.welat.com
Li
ser bîrmendiya civakî bîr û boçûnên Erîc
Fromm gelekî balkêş in. Ew, ‘me’ ji me
wêdetir dibe û digihîne ‘bîr û herzêla
civakê’ û dibêje jêrhişa kulturî bingeha her
tiştî ye. Li gorî wî, kes û kesayet teşeya
‘xwe’yê ji kultura civakî, bi protîpê ku
civakê jê re amade kiriye û navê ‘me’ lê
kiriye digire. Ango em berî ku bi xwe
bihesin û jîngeha tê de binasin, dibin aîdê
malbat, hoz, eşîr, grûb, etnîsîte an jî
qewmekê.
Berî ‘hebûna’ xwe, berî ‘naskirina hebûna’
xwe ‘em’ di bîrmendiyekê de hene jî. Wê demê
bi ‘hebûna xwe’ em reng û dirûvê wê civakê
pêl bi pêl –heye ku bêhemdê xwe be jî-
kartêkeriyê lê dikin û diguherînin.
Pêvajo û heyama guherînê bi serê xwe
qewimîneke gelekî mezin û bi heybet e.
Serpêhatî û çîrokeke gelekî aloz e. Teql û
lêkdaneke jandar û kovandar e. Wek milet, em
kurd jî, hişmendiya me ya tomerî jî bi ber
pêleke guherînê ve sernişîv bûye. Bîrmendiya
me ya kulturî ji tûvilê xwe derketiye û ji
derbirîna gotinrêsiyê ber bi ya nivîsrêsiyê
ve gêr dibe.
Kurdî di nav cîhana derbirînê de hêdî hêdî
lîsê xwe datîne. Hêlîna xwe çêdike. Hafiza û
bîrmendiya vî miletî hêdî hêdî ji nav rêzik
û beytên dengbêjan derdikeve û li ser rûyê
kaxizan tê dariştin û di pirtûkan de
berceste dibe.
Hêjayî gotinê ye ku di serpêhatî û
qewimînekê de heyama berguherînê çep û fetla
herî girîng e. Hemû enerjî û şiyana
gotinrêsiyê ber bi nivîsrêsiyê ve diherike.
Termên vegotin û derbirînê ji serî de
serobin dibin û deng û pêjna zimanî di nava
hev de dişiliqe. Ev teql û şiliqiyan bi serê
xwe qewimîneke xweser e ku heyecaneke mezin
di hest û nestên mirovî de pêk tîne. Ev
heyecan kakila dengvedaneke nû ye; ji ber ku
hêz û dînamîzma herî mezin a ku mirovî berev
dahênan û hilberandinê ve pal dide, her ev
heyecan e. Heta ku motora guherînê her ji vê
heyecanê ye; heyecana ku ji heyama
teşegirtina derbirînê peyda dibe.
Hingê ev heyama ku me wek ‘heyama
berguherînê’ pênase kir, çawa ku kakil û
berikê dekakekê di binê axê de dipeqe û çîl
û ajên xwe berdide dilê axê û hêdîka di
malzaroka wê de dibişkive, her wisa civak jî,
term û şayesên zimanê wê jî, eynî, bi wî
şiklî dibişkivin. Ev qewimîna bişkiftinê ji
ber ku sava û nexiyê wî zimanî ye, hemû
xweserî û hêvênê ku ji wî zimanî meyandiye,
di xwe de dihewîne û dide der.
Mebesta min ji vê pênasekirinê ew e ku nifşê
bi çîrokên Memê Alan, Hemzeyê Pehlevan,
Rostemê Zal, Mem û Zînê û hwd hînî
melevaniya xewn û xeyalên derbirînê bûye,
êdî çîrokên xwe di pencereya serdemê de
dibînin û pê re jî, qewimîn û serboriyên xwe
bi destê xwe vedihûnin.
Êdî bi kurdî jî em hînî hemû vegotin û
dariştina serhatiyên xwe bûne. Me jî êdî
gotineke xwe heye ku bişên di dîwana cîhanê
de raber bikin ku wê dîwanê heta vê gavê ji
lewnê vê çîrokê qet nebihîstiye. Ji ber vê
ye ku her hilpekîn û vewejîna nû
dengvedaneke nû jî çêdike.
Ji bo vê yekê bi dilxweşî em dikarin bibêjin
ku heyama peydabûna jêrhişekî nû yê civakî
li bal me kurdan qewimîneke gelekî mezin û
cegerdar e. Bo nimûne, Newroz jî ji encama
bîrmendiyeke wisa peyda bûye. Bêyî –hilbijartin
û biryara- xwe em bûne ‘yên’ Newrozê; an jî
Newroz bûye –pîrozmendî-ya me.
Newroza -borî- li we xwînerên dilsoz pîroz
dikim!...
|