|
Hêviya Lawirekî
Ronî Elî
De lêxe …
Di lîwana gewriya ziwa de
Di zimanê welatkî lal de
Di hinavên birçî û vala de
Û çirûska hêviyên lawaz de
De lêxe …
De lêxe …
Di qermoçkên civilî de
Kovanên dev vekirî de
Memikên zeke kirî de
Û hembêza dil çekrî de
De lêxe …
De lêxe
Di dîwarê gora min de
Di sînorê hola kul de
Di xetîra roja kin de
Û silogana tîrêj hilda
De lêxe
De lêxe
Bi pîlanên dijberan
Bi zincîrên rikberan
Termê evîndarê serkeftinê
Li ser pişta danştoka serekiyê
Weke xelat
Ji neviyên Mekafîlî
Û lehengên ezeziyê re
Diyar û rêke
De lêxe
Û lêxe
|