2009-09-24
 

 

Di cografya cîhanê de NEWROZ
Kakşar OREMAR

www.welat.com

ji Azadiya Welat

19 Adar 2007
Netewe bi adet û orfên xwe tên naskirin. Kultur û çand, dîrok û huner di nasnameya neteweyan de xwedî cihekî bilindin. Dîroka pîrozkirina Newrozê di nava gelên Arî de pir kevine. Hem sala nû ye bi wê wateyê ku sirûşt dest bi liv û lebateke nû dike û hem jî di jiyana mirovan ya manewî de bi awayekî otomat guherandin çêdibin.

Evîna mirova bilind û nûxwazî jî di jiyanê de dibe armanca herî pêşîn. Newroz cejna dêrîna gelên Arî îro di welatên: Îran, Kurdistan, Azerbaycan, Kazakistan, Afganistan, Kirgizistan, Tacîkistan, Ozbekistan û Turkmenistanê her sal di 21’ê Adarê da bi awayên hinek ji hev cuda tên pîrozkirin. Her wiha li herêmeke bi navê Zengbar ku dikeve Afrîkaya Rojhilat ku cihwarê jiyana îraniyên mihacir e jî Newroz tê pîrozkirin. Dema destpêka sala nû piştî deqeya yekê di yekemîn roja biharê de ye.

Li gorî baweriya Zerdeşt jî meha yekê ya biharê (Adar) ew deme ya ku cîhana madî di rojên xwe yên dawiyê de rastî guherînên giştî tê. Ji ber wê jî di jiyana Zerdeştiyên Îranê de heta roja îro jî deh rojên destpêka biharê pir pîroz in û di van deh rojan de ji bo şadkirina ruhê mezinên xwe tirba wan tê ziyaretkirin. Di dîroka Îranê de jî nav û wateya Nerwozê bi roja tacgûzariya hinek padişahên mîna Keyxusrev û Cemşîd Pîşdadî ve tê girêdan. Lê detayên pîrozkirina Newrozê heta destpêka desthilatdariya padişahên Hexamenişî zêde aşkera nîne. Di serdema hakimiyeta Partî û Sasaniyan de pîrozkirina Newrozê xwedî bihayek taybetî û di wê rojê de padişahan xelatên mîna: zêr û zîv, şûr, tîr û keman, pênûs an jî gul ji mêvanên xwe re pêşkêş dikirin. Hilkirina agir di çaxê êvarê de yek ji wan adetên dêrîne ku çaxê Newrozê di nava gel de karekî giştî bûye. Heta roja îro jî agirê Newrozê tê wateya felsefeyek kûr. Yanî şerê ronahiyê li dijî tarîtî û zilmê ku di roja îro de bitaybetî jî ji xebata kurdan a ji bo azadiyê re pir watedar e.

Newroz cejneke ku pîrozkirina wê ji hemû minasebetên din dirêjitir e. Yanî di roja çarşema dawiya salê de bi hilkirina agir, pêşwazî jê tê kirin û di roja sêzdehan de jî bi derketina derve û seyranê re xatir jê tê xwestin. Bi derbasbûna dem û sedsalan re di pîrozkirina Newrozê de jî guherîn çêbûne.

AMADEKARIYÊN BERIYA NEWROZÊ

A - Paqijkirina Malê: Bi qasî ku ez dizanim di nava kurdên Rojhilat, Fars û neteweyên din yên di erdnîgariya Îranê de 10-15 roj beriya hatina Nerwozê hemû tiştên malê tên paqijkirin û atmosferê jiyanê hezar bêhnên xweş jê tên.

B - Hevdîtinên Malbatî: Heta dawiya roja 12’an endamên malbatê tên dîtina hev, lê di yekemîn roja Newrozê de ji serê sibê hemû kes berê diçine dîtin û destmaçîkirina bav û dê, bapîr û dapîr, xwesû û xezûr, xalet û xal, met û mamên xwe. Rojên piştre mêvandarî û hevdîtina xizmên dûrtir dest pê dike. Di sala nû de kesên ku di sala derbasbûyî de ji hev qehirîbûn careke din li hev tên û rojên wiha derfeteke mezine ji mirovên xêrxwaz re ku di navbera kes û malbatan da aştiyê pêk bînin.

C - Rêvîngî: Bi destpêka bihar û hatina Newrozê re heta 14 rojan xwendingeh girtî ne û gelek malbat bi hev re diçin rêvîngiya riyên dûr ji bo dîtina xizm û kesên xwe li bajar û herêmên din yên Îranê.

D - Şandina kartpostalên pîrozbahiyê jî di roja îro de bûye adeteke berdewam. Bi nivîsandina helbestekê an jî gotineke xweş li ser kartpostaleke rengîn dilovanî û evîna di navbera mirovan de germtir dibe.

Helbet di sedsalên derbasbûyî de resim û şêweyên pîrozkirina Newrozê ji yên îro zêdetir bûne. Mesela: Li Mehabadê resmek hebû ku jê re digotin: Mîr Newrozî ku di 5 rojên dawiya salê de îdare û fermandariya bajar didane destê kesekî ji çîna herî jêra civakê. Wî jî bi riya çend kesên derdora xwe ferman û destûrên mîna standina dirav û tiştên din ji dewlemendên bajar didan. Di wan pênc rojan de ew azad bû ku hemû tiştekî bike û hemû kes jî bê kîn û nerehetî neçar bûn ku destûrên wî cih bi cih bike.

DI ROJA ÎRO DE NEWROZ...

Li ba me kurdên bakurê Kurdistanê di roja îro de ji hêla siyasî ve Newroz yanî mayîn û hebûn. Çimkî bi riya Newrozê ye ku kurd li pey mafên xwe yên herî sirûştî digerin: Azadiya bîr û ramanên siyasî-civakî, serxwebûn û azadî û diyarkirina mafê qedera xwe ya siyasî. Yanî îro di nava kurdan de êdî Newroz xwedî wateyeke din e. Bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê kurdan agirê Newrozê wisa gur kirine ku heta sîstema kemalîstên înkarger û desthilatdar jî neçar man ku bêjin Nevruz ( ne Newroz) ya me ye jî. Hemû armanca wan ew bû ku di germahiya Newrozê de kurd behsa xwestekên xwe yên siyasî, mafên wekheviyê, bi fêrmî nasandina nasnameya wan ya milî û serxwebûna Kurdistanê nekin. Lê dîsa jî ew di vê plana xwe ya çewt ango guherîna dîrokeke çend hezar salî de bi ser neketin. Kurdan Newroz û agirê wê yê bêdawî kirine aleteke dijberî, kîn û nefreta xwe ya li dijî dagirkerên hemû bakurê Kurdistanê. Gihîştina bi wan xwezî û hesretên dîrokî zêde ne dûre.

Cejna Newrozê li we hemû rêvîngên riya azadî û doza Kurdistanê pîroz be.
 






 

 

 

 

kurdi@tirej.net