2009-09-24
 

Koletî
Rênas JIYAN


www.welat.com

ji Azadiya welat



Mirovê ne kole, nayê wateya ku serbest e; ji ber ku rewşên nêzîkî koletiyê yên weke hêsîrtî, bindestî û girtîtiyê jî hene. Bi tenê koletî dijbera serbestiyê ya giştî û tûj e, lê li aliyê din hêsîrtî, bindestî û girtîtî jî ji ber ku wersiyonên koletiyê ne dikarin di heman çarçoveyê de bên nirxandin; ancax ji ber ku ev diyarde di hundirê xwe de hinek kurtêlên serbestiyê dihundirînin carinan dikarin bibin sedema xwexapandina xwediyê xwe.
Kesê/a ku di jiyanê de ji hemû mafên xwe mahrûm û di asta mal û alavê de tê kirîn û tê firotin û ji sedî sed angajeyî xwediyê xwe an jî "xurt"ê xwe, di statuya koletiyê de ye. Ango Xwedê ji însên re çi be, xwedî jî ji koleyî re ew e. Kole, bêyî destûra xwedî an jî ezbeniyê xwe nikare serê xwe bixwirîne an jî bibêje, "ez misilman im". Kole ne kirde (suje), bireser (obje) e; bireserê ku gava ku dilê xwediyê wî bixwaze bikare wî bifiroşe, biavêje, bişikîne, biêşîne û bikuje. Erê ev tarîfa koletiyê ye lê gava ku mirov hinekî zorê bide wateya hêsîrtî, bindestî û girtîtiyê, ew jî dikarin di vê tarîfê de cih bigirin; lê li gel her tiştî dîsa jî ferqa wan ji hevdu heye.
Kole û bindest li gorî girtî û hêsîrî bêtir neyînî û bêrûmet in; ji ber ku hêsîr û girtî piştî şerekî an jî têkoşîneke bi "xurt"ê re dikevin asta hêsîrtî û girtîtiyê. Ango berî bi şerê xwe yê bi xurtan re hêsîr û girtî jî weke xurtê xwe serbest bûn; û heger wan şerê xwe winda nekira ew dikarîbûn hîna jî serbest bûna.

Koletî û bindestî li gorî hêsîrtî û girtîtiyê bêtir sosyolojîk û ontolojîk e; û hêsîrtî û girtîtî jî li gorî wan bêtir polîtîk e. Weke hebûn, koleyek an jî bindestek dikare kole an jî bindest ji diya xwe çêbibe; lê hêsîr û girtiyek tu carî na. Hêsîr û girtî ji ber ku pêvajo di aleyhê wan de şixuliye ketine wê rewşê.

Nuansa di navbera kole û bindestekî de bêtir hebûn û maf in. Bindestek ji koleyekî hebekî serbestir û heyîtir e. Koleyek nikare bibêje "ez misilman im", lê bindestek hem dikare bibêje "ez misilman im" û hem jî carinan dikare bibêje, "ez kurd û her wekî din im".

Nuansa di navbera hêsîr û gitiyekî de jî psîkolojî û bawerî ye. Li gorî hêsîrekî girtiyek ji bo ku dîsa serbest bibe bêtir bibawer û bi moral e.

Di sinifandina serbestiyê de kole li qonaxa herî jêr û girtî jî li qonaxa herî jor e, bindest û hêsîr jî li gorî sinifa xwe, navîn in û bindestî bêtir nêzîkî koletiyê û hêsîrtî jî bêtir nêzîkî girtîtiyê ye.

Sedema koletî û wersiyonên wê "stûxwarî" û xelasiyê jê jî "serîhildan" e. Tu koleyê stûxwar heta ku serê xwe rast neke û hilnede nikare ji koletî û ji wersiyonên wê xelas bibe. Koletî jî -heger bi awayekî mecbûrî be jî-, ew jî weke serbestiyê di dawiyê de tercîheke mirovî ye; ji ber ku heger mirov pê ne qayîl be, mirin jî di nav de dikare hemû xisar û maliyetê bide ber çavê xwe û ji bo serbestiya xwe şer bike. Du tiştên gelekî girîng ên xelasiya ji koletî û ji wersiyonên wê hene; yek jê "hiş-yarî" û ya din jî "mêranî" ye.

Newroza her kesî pîroz be, ji ber ku Newroz serbestî ye.




 

 

 

 

kurdi@tirej.net