|

Newroza we pîroz be lê di 21’ê adarê de
Firat CEWERĪ
www.welat.com
ji
Azadiya welat
Heke carina bihar bi derengî bikeve jî, dîsa
21’ê adarê li welêt destpêka biharê ye.
Êdî zivistan li dû dimîne, bihar xwe dide
pêş, xweza xwe ji nû ve vedijîne, mêrg û
zevî bi kulîlkên rengîn dixemilin û keç û
xortên kurdan ji bo pîrozkirina Newrozê -bi
tarîfa Xanî- derdikevin seyrangehan. Her
çiqas em li Swêdê hê jî di binê berfê de
bin, ew germahiya welêt dilê me şa dike,
zivistanê li me dike bihar û tîna agirê
Newroza welêt me germ dike.
Ez ê di vê kurtenivîsê de, zêde bi kûraniya
dîrokê de neçim û nekevim nav cîhana
mîtolojiyê. Li ser Newrozê bi kurdî û tirkî
gelek nivîs hatine nivîsandin, gelek helbest
û stran hatine hûnandin û nihurandin, gelek
wêne û hêkelên bi mijara Newrozê ve girêdayî
hatine çêkirin. Kêm zêde em hemû li ser
dîrok û naveroka Newrozê hemfikir in.
Her çiqas em Newroza xwe ji ya afgan, belûcî
û îraniyan vediqetînin û her çiqas naveroka
Newroza me, celebê pîrozkirina Newroza me ji
ya wan cuda be jî, dîsa em eynî navî lê
dikin û di eynî rojê de pîroz dikin. An jî
divê em di eynî rojê de pîroz bikin. Lê na,
em di eynî rojê de pîroz nakin. Qet nebe, ev
bîst û pênc sal in ku kurdên li derveyî
welêt, Newrozê ne bi tenê di 21’ê adarê de
pîroz dikin, lê ew, hema bêje ji destpêka
adarê ve dest pê dikin û heta meha nîsanê,
carina heta destpêka gulanê jî cejna Newrozê
pîroz dikin. Cejna Newrozê li ba kurdên
derveyî welêt carina di 15’ê adarê de,
carina di 3’yê nîsanê de, nizanim carina di
çendê gulanê de tê pîrozkirin. Ez dibînim ev
şaşiya ku kurdên derveyî welêt bi salan e
dubare dikin, kurdên bakur jî ketine eynî
şaşiyan. Ew jî êdî ne bi tenê di 21’ê adarê
de lê di meha adarê de, di rojên cihê cihê
de Newrozê pîroz dikin. Ev celebê
pîrozkirinê li bejna cejnên dînî, dîrokî û
mîtolojî nayên. Çawa ku mirov nikare cejna
Remezan û Qurbanê di dîrokên din de pîroz
bike, çawa ku mirov nikare cejna Noelê, an
jî cejna Êzîdiyan û dîn û baweriyên din di
roj û demên din de pîroz bike, divê mirov
sadiqî cejna Newrozê be jî, pê nelîze, wê di
roja wê de bihêle û di roja wê de pîroz
bike.
Cejn xweş in, bi taybetî ji bo kurdan ku ew
qasî êş û azar kişandine, xweştir in, lê
gava her roj cejn bin, ew cejn êdî balkêşî û
kelecana xwe winda dikin, ji mahneya xwe ya
dîrokî û mîtolojî derdikevin û dibin qalikên
vala. Loma, divê em Newrozê ji pîroziya wê
ya dîrokî û mîtolojî bi dûr nexin, naveroka
wê vala nekin, siyê nexin ser semboltiya wê,
wê di 21’ê adarê de bihêlin û di 21’ê adarê
de pîroz bikin.
Newroza we pîroz be, lê di 21’ê adarê de.
|