|

Newroz Da û Çû...*
Besam Mistefa
"Yadîgariya Silêman Adî "
Xort bû
Şermende bû
Nezan bû
Zane bû
Bi dil bû
Bê war û cil bû
Xwedî bar û kar û ...
Kurd bû !
Nebêjin em wî nas nakin ....
Ew ê ku zarokekî çav şil bû
Ji Xweda û hem ji pelîdan jî sil bû !
Nebêjin em wî nas nakin
Ew ê ku bi jan û dil bû !...
*
Nebêjin em wî nas nakin
Ew ê ku her sal –ji sala mêjîkor ve –
Li ser dengê çivîk û tilûran
Ji xew hişyar dibe ....
Têt û cejna we pîroz dike
Toza ku her sal li cihwarê êşê li ba dibe ,
Ji we dûr dixe
Kevirên ku her sal li eniya xweşiya we
dikevin
Par par dike .....û mîna goyînekî –lê ji
kêfa –
Zar zar dike
Nebêjin em wî nas nakin
Ewê ku her Avdar ji xew hişyar dibe
Têt û cejna we pîroz dike û ...
Dîsa radize
Na ...nebêjin em wî nas nakin !
*
Wî tiştek ji tiştekî dernedixist !
Nizanibû du gotinan li ser hev bibêje !
Di wê roja kezîşor de –
Dît ku 'alem li kolanê li hev kom bûye
Qerebalix û hawar bi serê ketiye
Dunya û 'alem bi hev ketiye ......
Dema çavên wî ji dûr ve
Bi hevalên wî ketin
Tiştek hate bîra wî û
...Ew jî çû wir !
*
Li wir çîrok tev nas kir !
*
Zikreş û çavsoran jî çîrok dizanîbûn
Dizanîbûn ku .....ew ......Kurd e !
*
Xort bû navê wî Silêman bû
Ti hudhud û Belqîs pêrgî wî nehatin wê rojê
...
Gulle û hûravêjan ew hembêz kirin ....wê
rojê !
*
Her sal ji nav wê xwînê
Ji nav wê gola sor
Radibe
Mînanî sîmirekî ji nav wê axa kor
Di pengize
Ji nav wê gola sor
Ji nav toz û xweliya mor
Bi per û bask dibe
Her sal
Ji bo roja nû
Ji bo sal û cejna nû
Ew radibe
Ji xew hişyar dibe ....
*
Ji êşê pêve tutişt wenda nekir –
Ji rûmetê pêve tutişt qezenc nekir !
Wekû Kurdekî jiya û mir .....û .....
Ji vê mestir
Keskî nekir !
*
Na na wî tiştek nekir
Newroz da û çû
Ji vê pêve
Wî tiştek ne kir !
*
Kurd bû Silêman û
Xwe ne Kurd nekir !!...
9-2-2006
Kurdistan.
*Ev helbest Newroza
par de hate belavkirinê, ez dîsa wê belav
dikim, û pêşkêşî giyanê şehîdê Newrozê yê
herdemî, ku sal bi sal, mîna sîmiran sax û
zindî dibe:Silêman Adî, dikim.(B.Mistefa)
|