|
Doh
17. 03. 2007, demjimêr 13.00
Li
Sandvikenê pêşengeha Şêwekar Mehmûd Hiso vebû
Swêd.
Sandviken. rojava.net. tirej: Doh 17. 03. 2007,
demjimêr 13.00 li bajarê Sandvikena Swêdê, berpirsê Hola
Hunerê li bajarê Sandivikenê Lars Wesleman
pêşengeha hunermendê şêwekarê Kurd Mehmûd Hiso vekir.
piştî
ku Lars wesleman hestên xwe derbarê pêşengehê
derbirîn û kêfxweşiya xwe eşkere kir, doz li berpirsa
çand û hunerê ya bajarê Sandvikenê kir ku derbarê ezmûna
Mehmûd bîrûboçûnên xwe bibêje.
Berpirsa Çand û Hunerê Åsa Wirén Jonsson bi
şêwazekî rexnekariyane derbarê tabloyan peyivî û di
serencamê de bal kişand ser şêwaz û naverok û teknîka
bikaranîna rengan û xwe pir bextewer dît ku ev pêşengeh
li bajarê wê li dar dikeve.
Piştî
wê, ji alî Kurdan ve jî Buhar Elî Bekir gotinek
derberê ezmûna Mehmûd Hiso pêşkêş kir û bandora êşa
kurdan û trajediya wan di tabloyan de ragihand, herwisa
ezmûna hunerî ya M. Hiso wek ezmûneke nûjen û serkeftî
li qelem da.
piştî
gotinan û pêşkêşkirinê, kemanjenê kurd Stêr Kurdaxî
bi hin parçeyên mûzîkê beşdar bû û seqaya Holê berbi
peywendiya di navbera rengan û ahengê û afirandinê de
anî bîra xelkê.
Hêjayî
gotinê ye ku jimarek e pir mezin ji hunermend û
siyasetmedar û rojnamevan û rewşenbîrên swêdiyan îro li
pêşengehê amade bûn û di gelek rojnameyan de der barê
pêşengehê hate nivîsandin.
Her
wisa, li gorî agahiyan, Carin Nilsson û Lars Nilson ji
partiya Çep a Swêdê, Zagrosê Hajo berpirsê gişti yê
Kovara Urkêş û hin endamên komeleya Kurdên Sandvikenê jî,
li pêşengehê amade bûn.
Ev
pêşengeha Memûd Hiso bi alîkariya welatparêzê kurd
Zerdeşt Bekir li KONSTHALLEN a Sandvikenê hate li
darxistin.
pêşengeha Mehmûd Hiso hetanî 15ê Nîsanê domdike.
Linkên Swêdî
Linkên Swêdî2
Link Fransî
|