|

Evdile Koçer
Taya
faşîzmê û deh kurên pîrê
evdilekocer@yahoo.com
Taya mirinê bi wan ketiye.
Di goristaneke teng de ketine ber sekeratên
mirinê, îske îska wan e!
Lihêfa faşîzmê li serê xwe pêçane û wekî
dewarên ku moz pê ve vedidin xwe li dîwarên
kurdan didin.
Xuşexuşa dengê Kurdistanê yê ku ji Başûr tê,
wekî şûrekî tûj tê dikeve kerika guhê wan yê
kerrbûyî û ziravê wan diqetîne. Bi çiveçiva
bihara Kurdistanê ve nefesa wan diçike, ti
şemal li ser ruyê wan namîne, dikevin doşeka
mirinê, ezraîlê xwe li ber çavên xwe dibînin.
Di rojhilata tarî de bi barbarî û dek û
dolabên xwe ve têne nas kirin.
Li rojava bi zilamtiya xwe ya nexweş ve
meşhur in.
Ew zarokên wê pîra dêlegur ya keftar û
lanetkirî ne.
Di nav hêlîna faşîzmê de ji xwîneke gemarî
welidîne.
Di taştê, firavîn û şîv û paşîvê de çavên
wan her dem li Kerkuk û kewara kurdan e.
Xwîna zarokên kurdan –çi heyf!- hê jî di ber
diranê wan de ye!
Tava Kurdistanê ya ku dide ser her sê
perçeyên din jî xewa wan dişeriqîne.
Ji ber vê yekê jî dîn û har dibin. Kefşaleke
spî li ser devê wan dikeve.
Hemû zêf, siqêf, çêr, xeber, dijûn û nifirên
xwe wekî werîsan bi hev ve grê didin û dixin
serê serok û rêveberên kurdan. Rojê pênc
danan çêr û xeberan ji kurdan nekin sebra
wan nayê.
Ya rastî ti hêviyeke me jî ji van kurên pîrê
nedihat.
Em van zarokên pîra dêlegur xweş nas dikin.
Pêşiyên me xweş gotine: “Deh kurên pîrê
hebûn, yê herî baş qunek bû…!”
Meseleya me û van jî di vê gotinê de veşartî
ye ezbenî; de vêca bifikirin yên xirab çawan
in?
Heke ez bim, divê çavên me her dem li ser
yên baş bin; jixwe va ye em yên çêrker û
çavsor xweş nas dikin.
Zarokên pîra dêlegur yên baş, ji yên çêrker
bêtir zirarê didin hebûna kurdan.
Ji ber ku;
Ew li Amedê “kûrtçû”yên rengereng, lê li
Enqereyê “tûrkçû”yên dewleta veşarî ne.
Li Hewlerê ala Kurdistanê hildidin, lê li
Stenbolê ya Tirkiyê maçî dikin.
Li Ewropayê “kardeşçî”, lê li ser medyaya
tirk zirzirokên garana faşîzmê ne.
Di hilbijartinan de “solcu”, lê di
piştperdeyan de minafiq in.
Nexêr, ne dişibin Hîtlera Almanyayê ne jî
Musollîneya Îtalyayê. Dişibin xwe: Dersim,
Geliyê Zîlan, Newala Qesaban...
Hevîrê faşîzma xwe bi destê xwe distrên.
Şitlên faşîzmê yên ku di bedena xwe de
digihînin, bi çêrkirin û hezar awayên din ve
av didin.
Zaroka faşîzmê ya ku ev 80 sal in di zikê
xwe yî genî de mezin kirin, hêdî hêdî
diwelide û rûyê xwe nîşanî me dike.
Dil naxwaze binivîse, lê ev zaroka faşîzmê
dê her gez û boçan li kurdan bixe û dê
Tirkiye û Kurdistanê ber bi şerê navxweyî ve
vekişîne.
Jixwe ev çêr û xeberên ku ji me dikin jî –wekî
banga şeveqê!- gazîkirin û vexwendînameya
şerê navxweyî ye. Garana faşîzmê ya ku bi
ser me de tê, bi çêr û dijûnan ve provayên
biçûk dike. Faşîzm ketiye ser rê.
Kurên pîrê ketine tayê, reprep û teqreqa wan
e. Sergindorên pîrê bi çêran ve li kodika
faşîzmê dixin.
Ha ji we re antolojiya deh kurên pîrê:
1- Kenan Evren: Dema ku darbe kiribû temenê
Erdal Erenê 17salî bo ku bi dar ve bike
dirêj kiribû; lê niha dixwaze temenê dewleta
xwe dirêj bike. Camêr ji min û we aqiltir e,
sêdara ku ji Saddam re hatibû avakirin
dizane ku dê rojekê faşîzma wan dabelîne
nava xwe.
2- Mehmet Agar: Em behsa kuştin û 3 hezar
operasyonên wî nakin. Wekî hard-diska
dewleta veşarî tê naskirin. Kefenê
dapîra(dewlet) xwe bi çavên serê xwe dîtin.
Naxwaze çemê Botanê biherike ser Zaxo û
Hewlerê. Ev çem e ezbenî, ne hêstir e; ma
qey guhê xwe dide min û te!
3- Muhsîn Yazicioglu: Ferhenga wî ya kêl û
kefenan bi pêlava Hrant Dînk ve bi têra xwe
tejî ye. Heke ez niha bibêjim evî behleyî li
ser Hrantî helbestek jî nivîsand, belkî hin
kes bifikirin qey ez henekan dikim.
Xwezîîîîî… Jixwe karekterê faşîzma li
Tirkiyeyê jî tam tişteke wisa ne ezbenî. Lê
tişta herî trajî-komîk di helbesta xwe de
navê Hrant xistibû Firat: "Kan sızıyor
Fırat'ın delinmiş tabanından toprağıma /
Bağrındaki bütün Mehmetler ağlıyor / Oğlunun
adını Fatih koyan bütün Ermenilerle birlikte..."
4- Yaşar Buyukanit: Wekî zarokên ku ji
terbiya malbatê bêpar bin, ji her du gotinên
wî yek jê gefan li kurdan dixwe. Seneryoya
qetlîama Şemzînan bi destê vî zilamê me
hatibû vehûnandin. Niha ne bi ser xêrê
serokatiyê kewara mozebeşan dike.
5- Serdar Ortaç: Di şeva xelatwergirtinê ya
Ehmed Kaya de serkêşiya garana lînckirinê
kiribû. Her çi qas ku her tişt qeyîtkirî be
jî, lê berî çend rojan digot, “Ez demokrat
im, bi dengê Ehmedî ve mezin bûme neheqî û
bêbextiyê li min nekin…” Axxx û axxxxxxxxxx!
Heke mamosteyê min Michel Foucault hêj sax
bûya, belkî niha bigota ka çend kêlo faşîzma
veşartî di dengê vî Serdarî de heye. Ez ji
ezbeniyê xwe re bibêjim, evî devçakuçî bi
belgeyên sexte ve xwestibû ku xwe ji
eskeriya tirkiyê bişo! Ha ji we re "ölürüm
türkiyem!"
6- Edip Başer: Welleh bavoo xweş bazar e.
Hela ka li egîtê me binêrin heyran. Camêr li
xwe danayne ku tif bike rûyê me jî bavoooo.
Ez ê xwe ji qehran bikujim kurooo! Tu dibêjî
qey mad û miruzê wî bi destê wênesazê malê
Kenan Evren ve hatiye xêz kirin. Lê heke em
gotina Nazim ya ku ji Abîdîn Dîno re gotibû
piçekî biqulibînin û bibêjin: “Tu dikarî
resmê çêr û xeberan çêkî!”, dê dirûvê vî
kesî bête bîra me. An na??
7- Erkan Mumcu: Heke camêrekî li Kerkûkê
koxikekê bidayê, belkî wekî hin kurdan(?)
hemû gotinên xwe bialasta û bibûya tajiyê
malê. Gerçî pêşiyên me gotine, “belik hêşîn
nabin!” lê hema dîsa jî belkî hêşîn bû.
8- Ertugrul Ozkok: Li gorî tirkitî û
netirkitiyê nûçeyan dibijêre û datîne ser
bedena rojnameya xwe. Lê dema ku kurdek
bibêje, “Ez japon im!” di ser de diqîre û li
gorî ilmê xwe yê sosyolojiyê dijûnan dike û
dibêjê, “Nexêr ezbenî, tu tirk î!” La hewla
wela belaaaaa!
9- Fatîh Altayli: Dîplomeya wî ya çêrkeriyê
heye! Wekî kesên ku nûka fêrî zimanekî din
dibin, bi devê xwe yî xwar ve dema ku çêr û
xeberan ji me dike carinan ji xwe jî dike.
10- Yalçin Kûçûk: (Kurê herî baş!) Hûn ji
min çêtir nas dikin. Lê ez ê mizgîniyeke nû
bidime we: Yalçinê me niha li ser cihûtiya
malbata Barzaniyan lêkolînan dike. Lê heke
rojekê li gorî xwe vê cihûtiyê îspat kir û
xist pirtûkekê û heke ev pirtûk li Tirkiyê
pirrrrrrrrr hate firotin, dû re nebêjin
Koçero negotibû
|