|

Ehmedê
Huseynî
Di
rojekê de 12e mehan ji te hezdikim
(bo 12ê Adarê)
Bîranînên te yên ji rîhanên eşqê, destên te
yên ji bîn û reng û tîna axê, gavên te yên
ji dastana nûpişkivî ya êşê û rexên hêviyê
yên ku li ser lêvên te dimirin, aniha ji min
û ji rûpelên xwînê dipirsin û wateyên xwe
yên gumanhilgir bi kêra bîranînê dikujin.
Rûyê xwe ji ber min neveşêre, reşgirêdana
xwe ya dilrevîn, bi tenê, di nav pencên
bagera şêt û şeyda ya rojhilatê de nehêle û
çavên xwe yên ji taristana sînoran bi
çîrokên talan û kavilan kil neke, ji min û
ji sersomiya demê nepirse û rexên xwe yên di
esmanê qederê de hilawistî, nespêre
qublenameya axînên min! li agirê buhara xwe
xwedî derkeve û di jehra dûrgehan de, navekî
nûtir pêşkêşî nasnameya jehrê bike!
Dilê xwe li ber lingên te radixînim, agir bi
temenê xwe dixînim û pirtûkên te di xwîna
xwe de vedikim, di sîberên nalîna te ya zuha
de; nalîn û bîranînên te yên ji rîhanê ji
bîr dikim.
xwe nêzî şewat û bîranînên min nekin!
Rondikên min ên ji oxira nîvçe ya karwanan û
ji şînîgiriya dayikên min ên ji rîhana
bendemanê, rûbarên bêdeng û velerzîna
giyanên min, teqîna ziman û şaneyên xewnên
min; di pênûsên xwe de dîl nekin,
tembînameya sorgulên adaran û wêneyên mirina
min, ji min nedizin û nefiroşin paytextên
dûr ên ji nifiran û berfê!!
Dîlama ewrên xwe di dilê min de ranewestîne
û sergovendê xwe di alên xwe yên veçiryayî
de bineqişîne! Nehwirîna xwe ya ji
çarenûsiya pasvanên çiyê, di sîmav û hibra
cegerdar a çîrokê de daçikîne û
agirperestiya xwe li min û li xwe û li
xwedawendên spî yên ji gunehbariya bargeh û
şûnewarên şevê, dabeş bike!
Şopezanê xwîna min, li ber destên çepel ên
reşebayan, di bêzariyê de, nehêlin! Û min jî
di zingîna goristan û kêl û di helkehelka
dizên pêlvedana kenê min de, bi tenê,
nehêlin! Şînê min yê tûj û ronak bi derewên
xwe şêlû nekin û berbi gustîlkên min ve,
berbi gerdenî û deryaçeyên bêrîkirina min ve,
berbi rasteqîniya sosreta min ve, bibezin û
evînê ji efsaneyê vedizin!
Rîhana te bi dudiliya van bûneweran dişewite
û ji bilî şînîgiriya te, ji bilî
mîrnişîniyên wêranbûyî yên hişê te û ji bilî
xweliya dengê te yê kevnare û sêwîmayî, ti
tişte di bêrîkên tavsorkê de nema ye hey
Adara minê!
Em baskên xwe ji boyî te bi ser keskê xewnê
de vedigirin..
Em şînê xwe yê çurisî ji boyî dîlana te bi
ser asîtank û pencereyan ve dirijînin..
Em neynikên xwe di spêdeyên lerzok de
dişikînin da ku em te di asoyan de geşbîn û
bînvedayî bibînin..
Em destên oxirê li pey xwe di mij û qonaxên
wendayî de dihêlin, da ku em di toza
bîranînê de, pêrgî hespên te yên sergerdan û
qehremanên te yên nenas û navên te yên ji
pûnga seferê bibin…
Em bi te dikevin û taveroja te di peravên
birîna te de, wek gumanê, dikujin!
Em bi xwe dikevin û di rojekê de 12e mehan
ji te hezdikin!
|