2009-09-24
 
 

QAMIŞLO

Mesûd Xelef


Her roja înê were, tasek şeraba Midyadê li ser gora min bireşîne û cigareyeke qaçax pêxîne…

Xatirxwestin giran bû
Kêlî sar bûn
Helbestê çav digerandin
Şopa te dûr… dûr bibû
Û jiyanê li dora min
Bo cara dawî li defa hevdîtinê dida

Em qûrbaniyên kêliyên jiyaneke nedîtî ne
Em xwediyê dilên qerisîne
Tenêtî para me ye
Girî ji çûkan kom bikin
Awazan ji kaniyan re bibêjin
Û çiyayên me şiyar nebin
Bo daweta sibe..

Bo cara dawî ji dûrketinê hez dikim
Bo cara dawî ji hevdîtinê re digirîm
Ne raman tên, ne jî wêneya te zindî dibe
Tu ..
Erê tu..
Hêdî hêdî were
Û gotinên xwe bi dizî bibêje
Mezin nebe
Da ku sibe bêriya te bikim

Ji bîrkirin hawara wijdan e
Ji bîrkirin kuştina giyan e
Ji bîr neke
Îşev jî ji bîr neke
Û gotinekî li ser sinbilekî genim binivîse
Çavên xwe jî diyarî axê bike..
Em nedibine welat, ne jî welat xewnên me têr kirin

Naa naaaa tu van gotina nebêje
Nebêje…
Sibe şahiye.. sibe hezkirine
Em xwediyê janên şîn in
Em bihna şevê nîvço ne
Em helbestên serxweşiyê ne
Û dengê me naçe gora xwedayên serjêkirî…
Em çend hêvîne
Di ferhenga sedsala ji bîrkirinê de..

Hê destên xwe îşev dirêj bike
Destên xwe îsev hine bike
Tiliyên min serxweş ke
Îşev mêvanê bajarê xwe me..
Îşev nenasê navê xwe me
Min xwe û xwe û ez ji bîr kirin
Min nav.. dewlet.. sînor.. gund ji bîr kirin
Kesî navên me nenivîsand
Û destanên kundan hatine mezinkirin
Destanên kundan di hemêza Qamişlo de kedî kirin
Hoo Qamişilo..
Nasnama hejarên axê…
Bajarê qamîş û xwînê
Û gorên bela wela….

Îşev jî bi tenê mam
Û kenê te dûr
Dema ku dibûme
Goristan
Dibûme helbestvanekî nexweşiyên mirinên te
Rabe û îşev gunehê hezkirinê neke
Rabe û gotinekî bibêje
Ger te sibe jî ez nedîtim
Roja înê were ser gora min
Û qedehek şeraba Midyadê bîne
Û cigareke qaçax bipêçe
Bêriya dîtina te dikim
Bêriya sebra dilê xwe dikim..

Dereng… dereneg mayî
Di dema ku min jiyan difirot
Û nanê hezkirinê hişk dikir
Hêsir jî dimirin di nava dûmanê cigarê de dimirin…..

Tu dibûy alaya min
Tu dibûy welat
Di wexta ku welat dibû nesrînek ser perên şeva min
Min nema xwe û te nas dikir
Difirîm… dibezîm… direvîm
Dibûme çem û dirêj dibûm
Dibûme evîn û xeman serê helbesta min dixwarin

Tu ..
Navekî nûbûy
Hezkirineke nûhatî bûy
Pelê dareke neçandî bûy
Şadiya dilekî parçekirî bûy..
Hêdî derkeve hêdî were
Bibe heyv di vê şevê de
Û hêsrên min paqij bike
Da ku navê te binvîsim
Da ku desmala te bikim xelata sedsala xwe û xwe û te veşêrim
Ji gulan re ji dilan re
Bê derew bê qeder bê hinase bê jiyan
Em ê bibin Qamişilokê
Sibe emê bibin mêvan
Sibe emê bibin zarok û xewnên xwe ji nû ve bibarînin

Dizanim ooooooooo Qamişiloooooo
tirênên reşkan zikê te diqetînin diçirînin
Nema tîrêjên rojê sebra evîna te tînin
Gotinên min jî viyana dilekî sar in
Çend kaniyê avekî lal in
Û navê yarekî bi mirad in di hêsirên te de

Bê te neraza hezkirin
Bê te nehate nivîsandin helbest
Bê te kesî nema kenê min anî
Bê te nema kolanan hevaltiya helbestvanekî dîn kirin
Dînê qurtek jiyan bûn em
Dînê axaftinekî rast bûn em
Derewbûn ew gotinên li hev badayî
Derewbûn ew hêviyên ji sala rijyayî
Derewbûn ew meşên bê pirs
Di ferhenga hebûnê de….
Derewbûn.. derewbûn..

Ji bîr kirin nebû
Ne jî axaftinên te dûr diketin
Ne jî li vir bûm
Li gel te bû hezkirin.. sînor nebûn
Sînor dibûne xulî
Zû vegere…
Berî helbest were kûştin
Berî tu bibî goristana min
Zû were
Hîna sinbilên genim ne seridîne û pala dawet nekirine
Heger tu hatî
Mistek ax bi xwe re bîne
Dilopek av bîne
Tîpê bajarekî bîne
Kenê zarokekî bîne
Û helbesta hezkirina me hemêz bike
Da ku wêneya xwe û te ji dawiya romanê azad bikim


 

 

 

kurdi@tirej.net