|
 |
Hijmara (25-26) ji kovara Hawara Nû
derket
Hewlêr/Kurdistan |
Hijmara nuh ya (25-26)an ji kovara Hawara Nû
ya meha Rêbendan û Reşemehê ku ji aliyê
Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî her meh li
Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistana federe
derdikeve, kete ber destê xwendevanên xwe de
.
Hijmara nuh gelek babet û gotar û lêkolînên
cida bi herdû zimanên erebî û kurdî
vehewand.Sergotara hijmarê bi
navnîşana"Lîstikvanekî sereke ye... lê di
peydekirina nakokiyan de" tevî mijarên
weke"hevdîtinek bi Selah Bedredîn re"û
gotara nivîskar Ronî Alî " Ronakbîrê Kurd di
navbera rol û erkan de" û "veşartina
têkçûnên siyasî di riya bikaranîna
nijadperestiyê"ya Burhan Xeliyon û "Gelqiriya
Ermenan û Kurd"ya Dr.Ismaîl Hessaf.
Di beşê kurdî yê hijmara nuh a (25-26)an ji
Hawara Nû , deqên semînerên heftane yên ku
ji aliyê Kombendê ve têne lidarxistin ciyê
xwe di kovarê de digirin weke semînerên :
Qerenî Qadirî, Ihsan Hemawendî, Zeynilabidîn
Zinar û Rêwas Ehmed.Herweha, gotara Selah
Bedredîn "Rehendê Kurdistanî yê projeya
rojhilata navîn a nû-beşê yekemîn" û" Em
taybetmendiyên zimanê xwe binasin ku
bikaribin lê xwedî derkevin"ya nivîskar
Hesen Husyîn Denîz û " Civaka Sivîl" ya
Ferîq Ebdilrehman û lêkolîna nivîskar Besam
Mistefa derbarê"Seyfiyê Şoşî:jiyan, berhem û
helbestên wî"tevî rexneyeke wêjeyî ji aliyê
nivîskarê genc Kerem Yûsiv ve . Ji bo
agahdariyên bêtir :
www.hevgirtin.net
Sergotar
Lîstikvanekî sereke ye ..lê di peydekirina
nakokiyan de
Di hevpeyivîna xwe ya televêziyonî de bi
kenala-ABC-ya amerîkî re, serokê Sûriyê
bersiva pirsekê derbarê nêrîna rêjîma wî ji
pirsgirêka Iraqî da û wiha got:“gelek
lîstikvan di kirîza Iraqê de rol digirin, lê
Sûriyê lîstikvana sereke ye”, angu mîratgirê
serokatiya Sûriyê mikur dibe ku rêjîma wî
para here mezin ji tawan û kiryarên terorîst
yên ku rojane li Iraqa belengaz dibin, bi
xwe didgire.Di heman demê de, gelek nameyan
ji layên pêwendîdar bi karûbarên Iraqê
nexasime dewletên yekbûyî yên amerîkayê re
dişîne têde amadebûna rêjîma xwe ji girêdana
misaweme û hevpeymanan derbarê Iraq û herdû
kirîzên filistînî û lubnanî, bê şerm
derdibirre, bi şertê ku rêjîma wî ya tepeser
were parastinê û têk neçe û mijara dadgeha
navneteweyî derbarê tawana destkuştina serok
Herîrî were rawestandinê...ta radeya
pêşkêşkirina destjêberdanan ji Israilê re di
dema gotûbêjan de derheqê zeviyên Sûrî yên
dagîrkirî de, tiştê ku di navgînên
ragihandinê de di van herdû hefteyên dawî de
hate diyarkirinê.
Eger ku niyaza rêjîma Sûrî di warê
piştgirtina hewildanên rawestandina terorê
di Iraqê de safî be, hewcehî bi daxuyanî û
bi lîstina rola sereke wesfkirin nîn e, lê
bi qedexekirina derbasbûna çek û teroristan
berev Iraqê ve di riya sûriyê de, û
rawestandina gurkirina ragihandinî lidijî
hikûmeta lêgal û venasîndana bi makezagona
iraqî û federasiyona herêma kurdistanê û
proseya siyasiya demoqrata heyî piştî
rûxandina dîktatoriyetê, lê wekî dixuye ku
rêjîmê tevlîbûna xwe bi hevbendiya Îranî re
çesipandiye û biryara dijminahîkirina rewşa
nuh ya Iraqê bê veger daye, û hertiştê hate
gotin di dema seredana şandeya fermî bi
serokatiya serokkomar û sozên ku hatine
birîn bi seredana şêxê teroristan-Haris
Darî-re yê ku weke şandeya fermî hate
pêşwazîkirin, hatine sekinandinê.
Berjewendiyên tavilê layên ku çarenûsa xwe
bi prsoeya guherîna demokratîk di navçeyê de
ji Iraqê heta bi Filistîn û Lubnan tevlî
Sûriyê girêdane, avakirina eniyeke yekgirtî
bermaberî hevbendiya dijayetîker ya ku ji
herdû rêjîmên tepeser yên Îran û Sûriyê
pêktê tevî komikên islama siyasî yên
tundrew, pêwîst dike.Her weha , pêdiviya
rêkxistina rêjîmên tolerans yên ziyandîtî ji
niyazên hevbendiya behskirî ya ku tovên
nakokî û pevçûna mezhebî û nijadperestî di
seranserê rojhilata navîn de, dadixe holê.
|