|
 |
Gêreyek nîvçe
ji bîrweriya rengan
Mehmåd Badilî |
" pêşkêşî Xelîl
Ebdilqadir dikim, digel ez wî nasnakim, lê
ez giyanê wî nasdikim di rêya rengan re "
carna ..
ji gulîyên liyana genim
hincara ji taweşîya şofanê
germa evînê
germa jiyanê
bê pîvan
li sariya bajarê kevalan
xwe dirêse
mêyîtiya keskesorê
di çemekî bê sînor de
diherike,
ji navika kulîlkê
bêhna ronahîyê dipejilîne .
carna ..
li rojavayê kevalan
xirecira ewrên qop
û jikevaya nanê sibehê
di girovereke kurdûnda de
maçeke xwînî bazar dikin .
aniha ..
li rojhilatê kevalan
şîpa xwelîyê
di mista xewê de
xwêdan dide
xewn sayîya xwe
di gêdûkên rakêşandinê de
dipêçe .
hincara ..
li başûrê kevalan
tîşkên bêhrîyê
di xêzên avê de
tûj dibin
…………………..!!
çilapekên baraneke buharî
di henteşa rojeke mişext de
destê sibehê diramûsin .
nuha ..
li bakurê kevalan
berfeke sor
û bayekî zer
di pêlava xewneke şêrîn de
bawî dibin .
carna ..
ber bi jor de
ber bi êvarên rewan de
bayekî hênik
pê re baraneke hûr
ji hêla çavên zeytûnî
li deşta laş dibare .
nuha ..
ber bi jêr de
di bendemana hev himêzkirinê de
destên mijê
çiçikên bandevê tevdidin
û lingên hevdîtinên bi dizî
ser qeşaya tozê
dişemitin .
nuha ..
ber bi jêr û jor de
hespê bahozê
ji nava liba genim
di beza şermîyê de
xwe li dawî dibîne .
carna ..
di kêlekê alîyan de
berberok bi rengê ava te
serê xwe dişon
û sîberin xwezayî
di ava alîyên min de
ji hedana kewan re
dilê xwe vedigirin .
aniha ..
lîloz di kirasê jineke tazî de
xwe nîşan dide
di qermîçekên kenê min de
diherife .
nuha ..
pêçîyên xwedawendî
di bêdengiya henaseya xwe de
tevna kevalan
ji agirê newrozê
ji serxweşiya jiyanê
ji xirecira kezîyên genim
ji helkehelka tozê
ji kildanê xewnê
ji miçbûna guhê bakur
…………………..
…………………..
………..
di meya şevbuhêrkên rengan de
şewata perîşaniyê radiperîne
ji hêvîyên evînadaran re
şewatê li şewatê
dibanîne,
giyanê vejînê
li jiyanê vedigerîne.
|