2009-09-24

 

Rojbaş
Taha Xelîl

www.welat.com
24 Adar 2007 

Roj serê xwe hildide û berî bêje rojbaş, li zarokên xwe digere, li nav şikeft û newalan, li nav berf û seqemê, gelo ka hemû sax in, an dîsa berfa bê îman lingên çend egîdan bi kîn û herzên xwe birîn? Dûvre ji hemû jiyanê re dibêje: Rojbaş.

Çivîk û çûkên deşt û zozanan serê sibê dest bi danheva darik û perî û qirşikan dikin û hêlînên xwe amade dikin. Her roj dibînin ku hêlîn girover dibe ji darikên wê re: Rojbaş… Tiştek dê bê guhartin... nêzîk!

Keçeke çav reş, gulî dirêj, serê sibehan li neynika xwe dinêre, li gustîlka di tiliya xwe ya navê de dinêre, dikene û dibêje: Rojbaş... Tiştek wê bê guhartin... nêzîk.

Şêrê di zindanên kûr û dûr de li pêlên deryayê dinêre û ji dengê kilîtên zindanê re dibêje: Rojbaş... Tiştek dê bê guhartin… Ne tu dimînî ne jî tim ez li vir dimînim, ne jî xiştxişta zincîran di dest û lingên keç û lawên tav û rojê de her dê wek niha bin... Dîsa rojbaş.

Feyrûza bejin bilind serê sibehan ji xwe radibe ji me tevan re dibêje: Rojbaş... Tiştek dê bê guhartin... Tiştek tê guhartin niha li cihekî din, yan liba min, yan liba te, belkî jî liba her kesî... û niha!

Dayik serê sibê li dengê zaroka xwe şiyar dibe, pêsîra xwe jê re vedike, zarok dikene ji dayika xwe re dibêje: Rojbaş... Tiştek dê di nêzîk de bê guhartin.

Şervanên giyanê jiyana me serê sibê li kelaşnîkofên xwe dinêrin, berê xwe didin zinarên jorîn ji dengên kewan re dibêjin: Rojbaş... Em ê tiştekî biguherin nêzîk û ji bendewarên xwe re bêjin: Rojbaş.

Adar her roj bayê xwe li dar û zeviyan dixe, ji wan re dibêje: Rojbaş, nêzîk tiştek dê bê guhartin di navbera min û we de.

Amed ji bircên xwe re her roj dibêje: Rojbaş


Agirê cane Mazlûm ji Newrozê re dibêje: Rojbaş.

Bahozên dawî ku çiya didan ber xwe radiwestin û ji bazên jiyanê re dibêjin: Rojbaş... nêzîk ez dev ji we berdidim heta çend mehan!

Qamişloyê ji Nisêbînê re dibêje: Rojbaş xwîşka min… Rojeke nêzîk tiştek dê bê guhartin, xelkê min û te wê şevbihêrkan bi hev re derbas bikin.

Kevokek spî di ser gorên şehîdan re bilind difire û li jêr dinêre û dibêje: Rojbaş şehîdên çav bi berf û hezkirin, bi vîn û evîn, bi gul û hêvî... Rojbaş.

Û te..

Te alek li ser rûyê xakê nehişt da ku piştî te em deynin ser gorên xwe û ji me re bibêje rojbaş.

Te gemiyek nehişt da ku em xwe biavêjin binê wê û xwe bi derya jiyana te girê bidin.

Te deryayek vekirî nehişt ku em weke hechecîkan xwe biavêjin sînga te û xwe ji ber şevan veşêrin.

Tu dizanî te çi bi serê me kiriye?

Jixwe ku ez yên xwe ji te re bêjim? Bi rojan nikarim bidawî bikim... Û tu hê jî nizanî te çi bi serê min kiriye?

Lê rojbaş...

Rojbaş ji Newroza dilê te re..

Rojbaş Kurdistana min!
 

kurdi@tirej.net