|

Xîret û
Newroz û Heskîf
Luqman Guldivê
ji Azadiya
welat
www.welat.com
24 Adar 2007
Belê bazar li ser mal
û pereyan dibe, lê hin tişt hene li derveyî
bazaran dimînin, ango kirîn û firotina wan ‘nabe’.
Yekane sedema wê ku mirov dikare bi gotinekê
jî bêje ‘nabe’ ye.
Xîreta mirovan tiştekî wiha ye, lê ku xîret
nebe, bazara gelek tiştên ku bazara wan
‘nabe’ jî, êdî ‘dibe’. Newrozê dîsa helwesta
gelê kurd zelal nîşan da, lê helwesta
pêşengên wî di siyaseta legal de şêlo ma. Ev
yek jî bandora xwe li gelek tiştan dike. Li
gundê min, li gora gotinan beriya bi gelek
salan seyê mêrekî kuştine. Mêrik jî ev qebûl
nekiriye, werhasil qiyamet rakiriye. Dibêjin
li ser ‘seyê’ xwe ‘mêrek’ kuştiye. Gelek
mirov dikarin bêjin ‘ma ser seyekî hêja bû’,
‘tu li mêjiyê gundiyan’ û hwd. Lê aliyekî
din ê meseleyê heye. Ev mêr li gundekî
dimîne, seyê wî, wî diparêze. Li ber pezê wî
dimîne û pê re dilsoz e. Ango ji bo jiyana
wî gelekî girîng e. De vêca em dev ji vî
seyî berdin, em werin pîrozbahiyên Newrozê
yên îsal dîsa. Di serî de li Amedê, li
bajarên mezin tiştekî ecêb qewimî. Ji ber ku
roja Newrozê min di televizyonê de kar dikir,
min dîmen dîtin. Polîsên fermî û sivîl,
dikevine nav girseya gel a bi sedhezaran,
radihêjin bi çembilê kesa/kesê dixwazin
digirin û wî kesî/wê kesê binçav dikin.
Sosreteke weke vê heye? Girseya bi
sedhezaran hatiye tevizandin, nerazîbûna wê
tê temirandin. Mîna ku tu mîhekê ji nav pez
derbixî bibî ser jêbikî, hevalên me ji nav
me digirin û em dey (deng) nakin. Gava em
dixwazin deng bikin, pêşengên me dibêjin
‘eman û zeman nekin’. Kuro çawa nekin? Va
ye, dîroka me binav dikin li Heskîfê, avê
didin ser gorên dapîr û bapîrên me, em deng
nakin. Zarokên me ji nav me digirin em deng
nakin. Jehrê didin zarokên me em deng nakin.
Vêca mirov dilê xwe dibijîne xîreta wî
gundiyê min ku ji bo ‘seyê’ xwe ‘mêrek’
kuştî.
Delêlî
Carê delêlî berdidan nava gund û bajaran,
xebera gel bi tiştan dixistin. Weke ‘hewara
filan gundî ye’, ‘hêtûnê dadin’ an jî ‘mîr
gotiye filan û bêvan’. Ez li vî serokê giştî
yê Partiya Komarger a Gel a tirk CHP’ê Deniz
Baykal heyirîme. Delêliyê çi ye? Bi dûvê
gotinên Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp
Erdogan girtiye û dibêje, Erdogan ji bo
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye
‘rêzdar’ û digerîne. Tu wê bêjî qey tu
pirsgirêka din a Tirkiyeyê nemaye, hebe nebe
hilbijartinên serokomariyê. Weke meseleya
‘tif ke xalo’ tif dike Erdogan. Baykal wekî
din jî li her deverî dixwaze nîşan bide ew
çiqasî li dijî kurdan e. Dibêje ‘mêrê weke
min nîn in, dema SHP û HEP bi hev re ketin
hilbijartinan, ez ji SHP’ê veqetiyam, min
CHP saz kir’. Te ‘***kî’ baş xwar! Lê
aliyekî meseleyê yê baş jî heye. Êdî guhên
ku hez ji gotina ‘rêzdar Ocalan’ nakin jî,
fêrî vê gotinê dibin.
Bi-Şîrove
‘Yekî behsa wî tê kirin’ yanî çi?
Hevserokê DTP’ê Ahmet Turk piştî
pîrozbahiyên Newrozê malovahiya gel kir.
Turk ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
jî wiha axivî: “Ger bi milyonan mirov behsa
kesekî dikin, divê helwesta vî kesî ya ku wê
aştiyê pêş bixe, li ber çavan were girtin”.
Yanî çi? Çima navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah
Ocalan li vir nehatiye bilêvkirin? Bi rastî,
peyamên der barê mijarên ji bo gelê kurd
gelekî nazik de çima evqasî şêlo ne?
Şîroveya hin tiştan bi pirsan dibe. Êdî ez
bi xwe tiştekî din nabêjim, gel wê ji we re
zanibe.
Bê Şîrove
Xwelîsera Googlê
Li ser nerazîbûnên tirkan ‘Googlê’ nexşeya
ku Amed tê de weke paytexta Kurdistanê dihat
nîşandan roja pênşemê ji weşanê rakir.....
kurdi@tirej.net |