2009-09-24

 

Şahzade û semakera kurd Leyla Bedirxan

Hêvî BERWARÎ

ji Azadiya welat

www.welat.com

23 Adar 2007 

Leyla Bedirxan yekemîn keça kurd e ku di warê hunerî de pêşketî ye. Her wiha yekemîn keça li ser asta Rojhilata Navîn, di hunera baleyê de dîsa yeke ji navdartirîn jinên semakerên cîhanî ye di sala 1930’an de.

Tê zanîn Leyla ji malbata Bedirxaniyan e. Malbata Bedirxaniyan malbata navdar a kurd e. Ew keça Ebdulrezaq Bedrixan e. Leyla di sala 1908’an de li Stenbolê ji dayik bûye. Di sala 1913’an de dema biryar dabûn malbata Bedirxaniyan qir bikin, Leyla hêj biçûk bû. Ew neçar ma ku bi diya xwe re, ji bin desthilatdariya Osmaniyan koç bike û berê xwe bide Misrê. Tê zanîn vê xanimê temenê xwe yê biçûkatiyê li Misrê derbas kiriye. Piştî şerê yekemîn ê cîhanê, di sala 1914-1918’an de, Leyla Bedirxan ji Misrê derketiye û çûye Ewropayê. Wê qonaxên xwe yên jiyanê li Ewropayê derbas kiriye. Leyla li welatê Swîsreyê xwendiye û li Almanyayê peymangeha hunera baleyê temam kiriye. Piştre li Ferenseyê binecih bûye.

Tê zanîn ku govend û reqs û dawetan ji zaroktiyê de bala Leylayê kişandibû. Vê xanimê ji temenekî biçûk bala xwe dida ser govendê û bi şêweyekî xwezayî govend digirt û xwe fêr dikir. Bi taybetî piştî li Ewropayê bi cih bû, hemû hizr û hişê xwe da ser govend û reqsê. Her wiha li ser reqsa baleyê lêkolîn kirin. Leyla xanim di sala 1930-1940’an de semakereke balkêş û pir bi cemawer bû. Wê li welatên Nemsa, Almanya, Swîsre, Fransa, Belçîka û Îtalyayê çalakiyên xwe pêşkêş kir. Xanima Leyla Bedirxan, keça kurdek e bi bandor bûye. Di pêşkêşkirina hunera balê de, bi taybetî di nava xelkê de bi şehzadeya kurdan dihate naskirin. Pirî caran ew dewetî Amerîka û Kanadayê kirine. Leyla xanim her tim bi şahnazî xwe weke keçeke kurd û ji Kurdistanê daniye nasîn di nava hemû xelkê de. Bêguman derketina Leyla xanimê di nava malbateke navdar û xebatkar de karekî herî bilind e. Ji bo civaka kurdî, bavê wê bandoreke mezin li ser wê hiştibû. Tê zanîn Ebdulrezaq Bedirxan yekemîn rêberê kurd e ku Amîrê (Piyano ) di mala wî de hebûye.

 Leyla Bedirxan jineke kurd a ronakbîr û dîrokzan bû. Wê pir hez ji xwandina dîrokê dikir. Tê zanîn ku wê lêkolîn li ser merasîmên ola zeradeştî û olên kevn ên îranî, misrî û hindî kiriye. Her wiha ew li ser reqs û govendên Rojhilata Navîn sekiniye. Leyla Bedirxan weke jineke kurd a hunermend bi nasnameya neteweya xwe di rûpelên dîroka cîhanê de û di arşîvên cîhanê de cih girt. Leyla xanim ku navê xwe di dîroka kurd de nivîsand, di sala 1986’an de li paytext Parîsê ya Fransayê jiyana xwe ji dest da.

 

 

kurdi@tirej.net