| |
| |
|
 |
Lorîneke lal
Kamran Simo Hedilî |
Birûskên
çeperên hêviye
dengvadanên
loriyên mextela dîliye
bê peyv
tu afirandin
salên min şad
meh evîndar bûn
ne hevokên dirêj man
te
bi wan hembêz bikim
û ne jî
kenê
xeyalan bibe serkeftinê
roj
serxweşên hesretkêş in
şev
evîndarên evîn têkçûyî ne
janetirsê
rengê kulîlkan dizî
situna wêrekiyê herifî
tarî
hate berwarê şadiye
rûbarê êşê
siwarê jîna gerok e
dil
xweliya bêrîkirina xwe dixwe
awirên dojehê
ez hingaftim
jiyan bû lihêfa kurt
bi jor ve
dikişînim
teliyên pî
dimînin sêwî
bi jêr ve
dikişînim
guh û mil
diçine serma bakûr
04.03.2007
|
kurdi@tirej.net |
|
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Nameyên du pismaman û Semaya Efrînê. |
|