QAMIŞLOKA

MIN

ŞÊRKOH HOP





Dizanim jiyan seyr maye

Ji aram û berxwedanate

Ji sîngatey weke gerdûn fereh

Hebûnê hembêzdike

rewanpakên vê Avdarê

goryên azadî û serxwebûnate

goryên mirovayetiyê

goryên hebûnê

li şarê evînê

bi xînaxwe nîgarkirin jiyana nûjen

rêça azadyê ronahî û geşkirin

binêre

Qamişloka evînamin

Gîvara, Xesan, Welîd û Ferîde

Ferhad, Xeyrî, Idrîs, Osman û Ehmedê Ciwan

Jibo mirovan

Jibo hebûneke sermed û demandî

Darajiyanê bişkivandin

Bi xwîna xudawend

Bi sedhezaran

Jînxwaz…

Aştîxwaz…

Azadîxwaz…

Berxwedan û Rapirîn

Ji Amûdê

Boşelana mirovan derbû

Bi hêrs, fort û zivêr

Hêriş danser dijminê çavsor

Cencewîdêd Baas

Jiiyana nişîna sermed

Hejandin, lerizandin,

Welat liwan kirin dojeh

Ala netewî

Ala hebûna Kurd berjor hildan

Liser çavê cîhanê pêçan

Cîhana kor

Cîhana bê deng

Cîhana berjewendya ezîtî

Ezîtîya çavbirçî

Ezîtîya mirovxur

Ev ezîtîya Ewropî

Laşê Kurdan

lihevparkirin

Liser masa Saykis-Pîkot perçekirin

Û li hovêd bê mejî belavkirin

Em Eyûbî dîtin

Tola Rêçard jime hilanîn

Binêre cîhana çavsor

Karwanê rewanpakan

Ji Qamişlo….

Ji Efrîn û Amûdê

Ji kobanê

Bi rêdikevin jibo jînê

Liser rêça hivya jîndar

Bi vîna aza

Qîz û xortên ciwan

Ala serxwebûnê dê hildin

Liser sînorê jînê

Govend û semaya sermedyê lidarxin

 

 

 

kurdi@tirej.net