|
 |
Roviyên
kîndar nayên gazinckirin |
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Roviyên kîndar nayên gazinckirin
Dîroka
Osmanliyan û ya Kemalîstên toranîst di eniya
cîhana dêmokrat û pêşverû de pir bi xêzên
hovane hatiye naskirin, çerx û dem li
Turkiyê rawestî ya ye, ne destladarên sîvîl,
ne destlatdarên leşgerî û ne jî destladarên
bi navê ola îslamî kanîbûn zikreşiya xwe bi
bayê pêşketina cîhanê bişoin, an mêjiyên
serên xwe bi guhertinên şarastanî hinekî
avdin.
Bi karanîna
şêweyên ne mirovane ji aliyê roviyên gewr de
li dijî miletên bindest mîna gelê Ermen û
gelê Kurd pir sanahî û xweserî ye. Eger em
tenê hinekî li rûpelên mêjûya nû li Turkiyê
û li Kurdistana Turkiyê vegerin, gelek bi
lez pir bûyerên hovane têtin bîra mirov.
Kuştin, serjêkirin, şewtandin, talandina
namusên jinên Kurd, qelaştina zikên jinan û
zaroyên Kurdan di hemû raperîn û şoreşên
Kurdistana Turkiyê de,( şoreşa Şêx şeîd
Pîranî, şoreşa Dêrsim, şoreşa Araratê ) li
nikTurkên regezperest û kîndar zor rûdawek e
xwezayî ye.
Gelê Kurd li
her çar beşên Kurdistanê pirtîrî çar hezar
sal li dijî dijminên xwe bi mêrane berxwe
dide, gelê me ji bo azadiya xwe bi milyonan
pakrewan dane, eniya dîroka bizava
azadîxwaza Kurdistanê li herderê mîna
stêrkan geş e. Pakrewanên mîna Şêx Seîd
Pîranî, Qazî Muhemed, M.M.Berzanî, Dr.
Ebdilrehman Qasimlo, Leyle Qasim û Zekiye
Alkan û h.d Vîna gelê me hîn hêztir kirine.
Em dixwazin di
vê kurtegotara xwe ya nerazîbûnê de ji raya
giştî li cîhanê û ji raya giştî ya
Kurdistanê re bêjin; dijminên me karên xwe
li dijî dêmokratiyê, li dijî mirovperweriyê,
li dijî azadiya gelan dikin, ewanan tu carî
ji ber karên xwe yên ne bajaravanî û ne
mirovane şerm nekirine, û ne jî niha ji ber
jehirkirina serokê (PKK ya berê) rêzdar
Ebdela Ocelan şerm dikin, di ferhenga
siyaseta toraniyan û şovîniyên Ereb û Faris
de her tiştek li dijî Kurdan rewa ye.
Ji ber ku
dijminên me bê rawestan, li me xistine, em
kuştine , serokên me darvekirine, lewra jî
em hêdî çi ji wan dibîsin, bi rastî, em
matmayî namînin, û yekser em dibêjin, dijmin,
dijmin e, û pendeke kurdî dibêje; " Rî bû ye
bost, lê dijmin ne bû ye dost" . Lê tiştê
herî matmayî û ne xweserî ew e, ku îro
dengên dêmokratî û azadîxwazên Kurdistanê û
dengên hêzên dêmokratî li Rojhilata Navîn,
li Ewropa û li hemû cîhanê li dijî
cehirkirina berêz E. Ocelan bilnd nabin, û
deriya dadgeheke mezin ji bo tawanên MÎT ên
Turkiyê venakin !!!
Em bi tundî
hukumeta R.Ordexan ji ber vî karî tirsonekî,
rûreş û şermezardikin, em dibêjin bijî
hevkariya hêzên Kurdistanî, bijî hevkariya
hêzên dêmokrat û rizgarîxwaz li Rojhilata
Navîn û li Cîhanê û azadî ji rêzdar E.
Ocelan re !!!!
10.03.2007
|