ÇALAKÎ

 

 

SWÊD. STOCKHOLM

XWEPÊ‏ŞANDAN

Roja 2007-03-12 sêhemîn salyada serhildana gelê kurd li Kurdistana Sûryê ye.
Jibo bîranîna vê rûdana dîrokî, rêzgirtina şehîdan û riswakirina siyaseta rêjîma Sûryê û pilanên wê yên nepak li hemberî gelê kurd û pirsa wî ya netewî ya rewa, rêxistinên li jêr binavkirî xwepêşandaneke protestoyê pêk tînin.
Em bangî tevaya revenda xwe û dostên gelê kurd dikin ko, hevkar bin û beşdariyeke çalak di vê xwepêşandanê de bikin.
Emadekar:
Rêxistinên partiyên siyasî yên kurd li Sûriyê – Rêxistinên Swêdê;
Bi piştgiriya:
Komîteya Hevkariya Rêxistinên kurd û Kurdistanî li Swêdê;
Federasyona Komelên Kurdistanî li Swêdê - Federasyon;
Encumena Kurdên Sûryê li Swêdê - EKSS.
Insyatîva kurd li Swêdê – IKS

Dem: 2007-03-11; Katjimêr: 12:00 – 13:30;
Cih: Sergelstorg; Stockholm

 

 

ELMANYA. BERLIN

 

Ji bo bîranîna Serhildanê meşek li Berlinê Pêk tê
efrin.net
03.03.2007
Bangawazî : Komîta Amedekar Ya Meşa Berlinê
(Em di 3.mîn Salvegera Serhildana 12 Adarê de û ji bo Şehîdên Serhildanê bi bîrbînin ,rêjîma Sûrîyê şermezar dikin).

Wek hûn dizanin piştî çend rojên din 3.mîn salvegera serhildana 12 Adraê ye. Bi vê bîranînê Civaka Kurd li Berlînê wê meşekê li darbixe û li pêşîya balyozxana Sûrîyê bi dawî bike. Di vê meşê de wê doseyekê di derheqê mafê gelê kurd li Surîyê û rewşa girtîyan de wê bê pêşkêş kirin.
Bi vê bîranînê em bangî hemû gelê Kurd li Berlînê dikin û wan vexwendî meşa ku li Berlînê di 10:03.2007 de lidar dikeve, dikin .

Navnîşn:
Cih- Kombonê :Berlin – Kudam- Li Himberî Kilîsa Şikestî.
Rauchstr.25 - 10787 Berlin -pêşberî Balyozxana Sûrîyê.
Saet : di 14:00 de – Roja Şemîyê

Komîta Amedekar Ya Meşê Li Berlîn
 

 

BOXOM

 

Li Bajarê Boximê Mehrecanek ji bo bîranîna 12 Avdarê pêk tê
efrin.net
06.03.2007
Di roja 11. 03 .2007 Katjimêr 14.00 li bajarê Boximê wê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li sûrîyê ( Yekîtî ) Ji bo salvegera siyemîn a 12 Avdarê, mehrecanek çandî - Axevtinek Rêzanî û dikomêntek filmî li darxe .

Cih - Kulturcafe, Ruhr – Universität Bochum
Universitätstr. 152
Tel: 01743514044
01625332285

 

HANNOVER

 

Bîranîna serîhildana 12 adarê ya sêyemîn li bajarê Hannoverê:
Roja Duşemê 12.03.2007, katjimêr 15.30  - 16.30 kurdên Hannover û derdora wê xwepêşdanekê saz dikin
Cih: Kröpcke, Bahnhofstrasse

 

 

INGILISTAN. LONDON

 

Komala Dostaniya Kurd û Brîtanî
efrin.net
06.03.2007
Em daxwaziya amade bûne Kurdê li Brîtaniya û dostê wan li ber deriyê Belyozxaniya Surîyê dikin. Li London ê Roja Duşemê 12 Adarê 2007 Ji Saat 2.00 heta 3.30 (14.00-15.30) ji bo bîranîna serhildana Kurdê Surîyê.
Sipas.
Adrêsa: 8 Belgrave Street
London
SW1X 8PH

 

FRANSA. PARIS

 

Ji bona bîranîna salvegera siyemîn ya 12 avdarê simînarek li Parîsê pêk tê
efrin.net
05.03.2007
Daxûyanî

Nûnerên partiyên kurd, li firansa, bi beşdarbûna hin mêvanên birêz, îsal ji bona bîranîna sêyemîn salvegera bûyerên 12 ê adrê sîmînarekê li Parîsê çêdikin

Roj : Yekşem 11 /03/ 2007
Kat : 16h00 ta 19h00
Navnîşan : 57, Rue Vinaigreirs
75010 PARIS
Métro : Jacques Bonsergent

Partiya Demoqrat a kurd li Sûryê ( ELPARTÎ )
Partiya Yekêtî ya Demqrat a Kurd li Sûryê
Partiya Yekêtî ya Kurd li Sûryê

 

KURDISTAN. SILÊMANÎ

 

helbestxwendin

 

Êvarek helbest î bo sêyemîn salveger a raperîna qamişlo li silêmainyê 
Bi beşdarbûna komelek helbestvan û romannivîsên Kurdistanî , roja 12 adarê, kat li 16.00ê êvarê li Hola kongirana li pirtûkxana giştî li bajarê silêmaniyê li kurdistana iraqê, êvarek helbestî lidardikeve, bi bonê sêyemîn salvagera raperîna Qamişlo, bi başdarbûna evan helbvanên kurd :
Helbestvanê mezin Şêrgo Bêkes, Ferid Asasird,Arxawan,Fethulla Huseyni, Ferîd Zamdar , Muhemed Mokrî, Hoşeng Derwîş, Cewher kurmanc

 

 

KURDISTAN. HEWLÊR

Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî
Bîranîna sêyemîn raperîna Avdarê li Hewlêrê saz dike

Hewlêr/Kurdistan

Bi boneya bîranîna raperîna Avdarê ya pîroz di salvegera wê ya sêyemîn de, û vejandina pakrewanên wê, Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî sîmpoziyomeke siyasî-çandî bi beşdariya elîteke ji akadîmîsiyeyên Kurdên Sûriyê li sentera xwe li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistana Iraqê piştnîvroya 11 Avdarê, bi mebesta xistina ronahiyê ser bûyerê û ravekirina aspektên wê yên neteweyî û niştimanî û siyasî û wergirtina ibret û waneyan ji encamên wê, saz dike.

Hewlêr di 9-3-2007
Komîteya Rêvebir
Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî
 

 



 

 

kurdi@tirej.net