|
.jpg) |
QAMIŞLOKA
MIN
a şêrîn
Emîn Osman |
Qamişloka
minê,
tu aniha di
dilê min de wek tîrkê derbas dibî
ez te di himbêza xwe de dilorînim
û xwîna te ji her çar aliyên van welatan re
dibêjim
dijminê te nas dikim
dijminên te jî goristanên te nas dikin
ez te di bîra xwe de wek şehîdekî diteqînim
di xewana xwe de wek hawarekê dibînim
de ka were Qamişloka minê
were ez serê xwe deynim ser çoga te
û çîrokên te
ji berfê re bibêjim
ji welatên seqama dijwar re
ji gulên sor ên xwînê re bibêjim
destê xwe bide min û ji birîna min şerm neke
dilê xwe bide min û ji evîna min şerm neke
bi çavên xwe yên wek deryayê li min binêre
û ji mirina min jî şerm neke qamişloka minê
Adara te vedigere
ez jî di navên te de dipişkivim
di bîranînên te de disojim
û bi tenê mîmên sînga te vêdixînim
şehîdên navê te di xwîna pîroz de himbêz
dikim
û sosretên te li ber destê azadiyê rêz dikim
te bi xwe re dibim
te bi xwe re tînim
û em bi hev re di cejna hebûna te de dimînin
em bi hev re
rojçêbûna azadiya te dibînim
em bi hev re
pencereyên kesk vedikin
û bi hev re êşê ji dilê dayikan radikin
û bi hev re
berbanga çavên te himbêz dikin
|