|

LANETA DEMSALAN
Xizan Şîlan
li jiyana kevzgirtî
ahenga janê me ez
ji çiçikên xemgîniya serdeman
meya êşê dimijim
li kolanên xerîbiyê
lehengê tenetiya hilmgirtî me
li rêzên rûpelan
hevokek bênoqte me
li tariya mij û dûmanan
peşkên baranê me
di movikên gerdûnê de
xaçepirsek neferisandî me
li şevistana bêdengiyê
sîwarê peyvê me
li kûrahiya pêlên bîranînan
noqî deryaya keseran dibim
bêhna nîkotîneke tevzînok
xwîna laşê min
rapêça ye
li şev û rojan
girtiyê oda xwe me
êş û tirs
mêhvanê koşka giyanê min in
li kemîna tofana îxanetê
bûm nêçîrvanê nêçîra xwe
pêşeroja xwe
di qalikê hêviyên şikestî de
vedişêrim
di axîna kul û kederan de
biyaniyê derûna laşê xwe me
westîbûna temenê xwe
di melûliya awirên dilberê de
vedihesînim
xeyalên şevên newêrek
li sergêjiya qêrînan
di xwe de qurmiçîn
hest
li nav lepên laneta demsalan
di hêsirên veçiriyayî de
dibehicin
raman
li bêxewiya bawîşkên xopan
di gewriya xençereke tûj de
dixeniqe
hêlîna xem û xeyalên xwe
di nalîna helbestan de
ava dikim
êdî min
di azadiya vîna xwe de
daxweza nefsê kuşt
bêhna bayê mirineke bêwext
ji firnikên min
difûre
werin
gora cendekê min
di awaza stranan de bikolin
bi axa def û zirneyan
binixumînin
2007-02-12
Stockholm
kurdi@tirej.net |