2009-09-24

 

‘Birîndara axa welatê xwe me’
 
Yeni Özgür Politika ‘Jana dilê axa dîl, mirovên xwe mîna pêta agir ji her alî ve germ dike û xortên tije hêvî ji çavê Dêrikê derdixe. Evqas sînor û şewat, derfetên nivîsandina min bûn, xama wê bûn û hîna jî berdewam e.’


Nivîskar û helbestvana jin çawa ji nav dîwarên qalind û sînorên olî yên civaka şermîn derdikeve. Evîna peyvê û eşqa henlbestê çawa û kengê lê peyda dibe? Bi kurtahî çîroka helbestvaniya jina kurd çi ye? Em ji Xelat Ehmed guhdarî bikin...

Destpêka bişkîvîna helbestê di jiyanê we de çawa û kengî bû?

Ma kesek ji teyrikan dipirse kengî hûn bi firê ketine hinga hîn çavên min girtî bûn, wexta min dizanî ezman şîn û fireh in û gazî çengên min dikin. Peyv di giyanê min de li xwe digeriyan û min ji bilî ezmanan bîra tiştekî din nedibir. Hîn min bi heriyê xanîşok çêdikirin û di çemên gund de bi qazan re diketim avê wexta pirtûkên min û wan em bi hev re dibirin ramyariyê û mezin dibûn. Çavxilmaş di sibehên Dêrikê yên bi bayê bakur yê seqem qamçîkîrî de, ez û peyv bi hev re diçûn helbestan. Zimanê biyanî, kuştiyên Dîcle, razên ji zaroktiya min veşartî ez hildidam pirsan. Hevok bi hevok min per û peyvên xwe dadiweşandin û bi pirsên xwe ve xwe davêt helbestê. Ji hinga de birîndara axa welatê xwe û xewnên xortaniyê bi helbestê re perwazan didim xwe.

Heya çi radeyê mercên derdorê derfeta nivîsandinê ji we re vedikirin?

Derdor ji demeke nenas ve di xwe de dikele. Girêkên di her gavê de nayên jimartin. Axa bindest miletê xwe ji dest û lep kirine. Sînorên gunehkariya olî û pîvanên şermiyê yên civakî dîwarên qalind di hundirê mirovan de ava kirine, ezman gelekî piçûk kirine. Ji kevinbûna rêzan û yekbûna civatê li ser rastiya van sînoran, ji her kesî we ye ku eve rastiya jiyanê, hewildanên guhertinê pir zehmet û bêçare ne û bi dijwarî tên birîn, nexasim heger ji aliyên jinan ve be. Guhertinên çêdibin seransere ne, ne di radeyên bingehîn û hişmendiyê de ne.

Ji aliyê din ve jana dilê axa dîl mirovên xwe mîna pêta agir ji her aliyê bayê re germ dike û xortên tije hêvî ji çavê Dêrikê derdixe. Evqas sînor û şewat, derfetên nivîsandina min bûn, xama wê bûn û hîna jî berdewam e.

Bandora penaberiyê li ser hunera we bi çi awayî ye?

Penaberiyê ez hîn kirim bi tenê bigirîm, bi tenê bikenim, di zehmetiyan de li derdorê xwe nenêrim û li hêviya arikariyê nemînim, li ser xwe re li Xwedê nenêrim li bendî dilovaniya wî , lê bi xwe li çareseriya xwe binêrim. Penaberiyê ez hîn kirim rêzê ji mirovan re bigrim, bi rêz li yê din binêrim, bi hemû cidabûnên wî.

Li Ewropa ya pir bi rêk û pêk û aqilmend ez hîn bûm hêviyên xwe gelek mezin nekim û her derfeta xisarê jî li ber çavên xwe bihêlim. Penaberiyê derfet da min ku ez welat û bîranînên xwe ji dûr ve bibînim û bi dilovanî li wan binêrim, gelek aliyên xweşiya wan jî ji nuh ve bibînim. Li Ewropa hînî rêzgirtina xwe wek jin û parastina maf û azadiya xwe bûm. Van tiştan hemûyan bi helbesta xwe re par ve dikim.

Dayîk û helbestvan, di jiyana we de herdû delamet çawa bi hev re têkiliyê dikin?

Dayîkbûn jinê digihîne, kaniyên dilovaniyê di giyanê wê de fireh û hêmin dike. Evîndarî nazdariya mêbûna wê belî dike, zaroktiya giyana wê geş dike, karîna dîtina xweşiktahiyê hêsantir dike, xweşiya jiyanê berûçav dike û helbest hewcedara van hestane da bi duristî were afirandin.

Heger bi ser van hebûnan de ya helbestvan paşxaneyeke dewlemend ji zaniyariyê hebe û çaresera zimanê nivîsandina xwe be, bêguman dê bikaribe berekî berketî bide.

Helbest wek zarokeke piçûk e li ser destên min, qet mezin nabe û pirxwestek e, di heman demê de wek mehîneke kihêl e cegerdariyeke yeman ji siwartiya wê re divê.

Taybetiya têkilîya jinê bi helbestê re hûn çawa dibînin?

Heger jina helbestvan cîhanê bi hemî tişt û bûyerên wê di neynika xwe re, ne di ya civaka (peya) re bibîne, dê ew taybetî bi xwe xuya bike, di hilbijartina babetan de, di nêrînan de, heya di hilbijartina peyvan de. Heger ya helbestvan ji jinbûna xwe netirse, şerm neke û xwe kêm nebîne wê bikaribe helbesteke azad û bihna kesayetiya wê jê bê binivîsîne, helbesteke ku sînorên wê tenê helbest bi xwe be.

Zor û zehmetiyên wêje û helbestvaniyê çi ne, li gorî jineke kurd?

Ez li ser mercên gelemperî naaxivim ji ber ew ji her kesî re xuya ne. Zehmetiyên afirandina helbestê bi xwe jî hene, yek ji wan kêm û qelsbûna pirtûkxaneya kurdî ya nivîsandî ye, sînorên tirsê yên qalind di hundirê kesê kurd de, nexasim yên civakî. Çend cegerdarî ji ya helbestvan re divê da wan sînoran di hundirê xwe de bigre û xwe û nivîsandina xwe jê azad bike, ji bilî tembiya dibistanan, alîgiriya partiyan, nerînên tevahî yên bi wext re, rê ji behtandinê re nehiştine, ji bilî zehmetiya xwe azadkirina ji ziman û nerînên helbesta kurdî ya kilasîk yên pir hişk û bê can bûne, ew nerînên îro jî, gelek nivîs di bin navê helbesta nûjen de pêk tînin.Heger em li zarzimanê kurdî vegerin û guh bidin lawik, heyran û destanên ku jinan gotine yan li ser zimanê wan hatine gotin, em dê bibînin ku ew gelekî ji yên vê gavê azad û cegerdartir û di huneriya xwe de dewlemendtir bûn. Giyan, raman û hezkirina wan ji ya xwendevanên aniha pir xurtir bû. Çêlîkên çand û jiyana xwe bûn. Xwendina bi zimanê biyanî em ji jîndarî û dewlemendiya hest û ramanên zarzimanê me dûr kirine. Paldana li ser xwendina dibistan û zimanê biyanî tenê, helbesta me bê giyan dike. Dengê Fadilê Cizîrî giyanê min tije Kurdistan dike, pêlên dengê wî di heyran jaro de hezjêkirinek Xwedayî terxanî hestên min dike.

Hûn çawa dîroka wêjeya kurdî dinirxînin?

Ji melayê Cizîrî û wêdetir em tiştekî nivîsandî nizanin, miletê kurd yê hezarsalan e, di bindestiya bê serî de beşek mezin ji çanda xwe winda kiriye. Her û her di tayekî zirav de dirêse, tiştên ji nifşekê digihên nifşê pey re pir hindik in, heya ku em dikarin bêjin her nifşekê ji nûh ve dest pê dike. Îro cîhan hatiye guhertin û derfetên mezin ji bo şikandina sînorên qedexe bi hemî radeyên wê hatine vekirin, aniha afirandina çandeke hêja tenê berpirsiyariya nivîskar e.

 
Xelat Ehmed kî ye?

Li Dêrika Başuré Biçûk çavên xwe li jiyanê vekir. Ji sala 1999 an vir de li Siwissreyê dijî. Pirtûka wê ya yekemîn bi navê Çareke Berbangê li Duhokê hate çapkirin. Ya duyemîn bi navê Bîrnanîna Kulîlké Okaliptus jî li Urdunê gihande xwendevanan.


MUSTAFA YILDIZ
ZÜRIH

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA


 


 

 

 

 

kurdi@tirej.net