2009-09-24

 


 

 

DESMALA HEVRÎŞIM

REYHAN SARHAN


Îro pir sar e
Dev û levên min şîn û reş dibin!
Li ber sir û seqêmê
Li hêlek min berf
Li hêla min a din sermayek
Ku ez li te difikirim heya
Tayek dijwar bi bedena min dikeve
Tevzînok bi çermê
Laşê min dikeve
Mîna dînekî ji hev ketî
Ku tu tişt nayê bîra wî
An jî naxwaze bîne bîra xwe
Dixwazim û xweziya xwê bi
Parsekekî li kolana tînim
Lê nabe û her tişt bi xweziyê
Naçe serî...
Wê gavê diçim û desmala te
Ya hevrîşim a ku te nikarîbû
Ji bakurê dilê xwe
Derbasî başûrê dilê xwe bikira
Di têlên sînor de derbas bikira!
Hêmbêz dikim û Temaşe dikim
Li gul û rîş rîşokên wê yên ku
Bi bêhna te hatine hûnandin
Sebra xwe pê tînim...






 

 
 


 

 

 

 

kurdi@tirej.net