Di
Hezkirina Rewandizê de
Besam Mistefa
Çendîn ji Rewandizê hez
dikim!
Bilind in çiyayê min/wê
Befra bîreweriyê dihelîne
Deşt,
Pencereyên dûr
Tirênên bê daniştok..
Di rê de, bi giya re radizim
Girekî li xwe mehr dikim
Dixindirme bestê
Ji robaran tika dikim ku
robar bimînin
Xwe dispêrim xakê-xaka xwe-û
radizim
-Jin-qereçiyên rep hene-
-Şoreşvan...-
Çixareyên ku ne
diwestin..nejî xilas dibin
Û qehwe..!
Giriyê min tîne:
Bajar, gund, beyan, kolana
asfalta sêwî
Rûyê dayika min, jinên
reşgirêdayî
Dol, newalên ser destên
terikandî
Rûyê keçeke mirî...
Dîktatorên çilmisî ku kodika
min li xwe parve dikin
Şikestin....têkçûûûûn
Bihna wê....
Gundên li ber dergehê Amedê..
Mihababê...
Belav dibim berî ku gotina
xwe bêjim
Di navbera Hewraman û gundên
Sablaxê de..
Çendîn qehpik û bajar min
dagîr dikin!?
Zarok im
Bilind im
Bilind in çiyayên min/wê
Reşê çirisandî
Bêdengiya bi xirûcir
Û laşê dagîrkirî
Xûz dibim, ez dibêjim:
Welatê min!
Ji te hez dikim...
Ji yekem laşfiroşa te heta
bi
Şehîdê te yê dawî, hez dikim!
Bê hiş berbi te ve têm
Tu sipî weke befrê,
Derbasî xewna min dibe.
Wan fêr bike ku min hişyar
nekin
Di xewna xwe de te dibînim
Aniha
Bê hiş im
Bê bîrewerî me
Bajaran dikujim
Li heriya xwe vedigerim
Pêve/bi teve dibim.....
Bibhîze:
Çiqasî di tengavê de me
Tengava hezkirina Rewandiza
ku min ew nedîtiye....
6/4/2007
|
|
|
| |
|